Evgenia Ilinyna Vasiliva
1935 - 2023
Kurdolog
Evgenia Ilinyna Vasiliva
Evgenia Ilinyna Vasiliva di 22.12.1935 li herêma bajarê Novgoradê Soletskîyê hatîye dinyê. Rojhilatnas, Werger û Kurdologa navdar a Rûsya û cîhanê tevaya jiyana xwe ya zanistî (ilmî) da tarîxa Kurd û Kurdistanê a qirnê navîn û serdema nuh.
Malbata E.Î Vasileva di sala 1944 de tên li Leningrade bi cih dibin xatûna E.Î Vasîleva di sala 1953 de derbasî fakulta rojhilatnasîyê a universîta dewletê a Leningrade dibe, di sala 1958 de be?ê dîroka rojhilata nêzîk û navîn a universitê xelas dike û li înstîtûta Rojhilatnasî a akademîya Sovyetê di xebite. Di sala 1977 teza xwe ya kandidat li ser Kronîka Xusrew Îbnî Mihemed Tarîx-î Benî Erdelan wekî çavkaniyek dîrokî û etnografîya kurdên Erdelan qirnê XVIII -XIX di parêze, di sala 1992 de teza xweya Doktora li ser monografîya "Baþûrê Rojhilatê Kurdistanê di sedsala XVII - destpêka sedsala XIX an de, dîroka mîrê Erdelan û Baban" diparêze.
Xatûn E.Î Vasileva bê Westan li ser Kurdan xebatên zanistî kir
Hinek ji xebatên wê yên ser dirok , Kultur û jiyana civakî a Kurdan evin:
- Baþûrê Rojhilatê Kurdistanê di sedsala XVII - destpêka sedsala XIX de. Gotarên li ser dîroka mîrên Erdelan û Baban. Moskova: Nauka, 1991.
- Þeref Xanê Bidlîsî. Serdem,Jîyan û Nemirî. Petersburg: Nauka, 2003
- Dabeþkirina siyasî ya Kurdistanê, 1514-1914: Trajediya kurdî. Petersburg: Nestor-Istoriya, 2017.
Gotar:
-Mîrekiyên feodal ên kurd di sedsala 16. de. (Li ser bingeha materyalên "Þeref-name") // Abîdeyên nivîskî û pirsgirêkên dîroka çanda gelên rojhilatê (li vir - PPiPIKNV). Civîna zanistî ya salane ya LO IN. L., 1965.
-Benda tekoþîna Þah Ebbas bi Eþîra Kurdên Mukrî re // PPiPIKNV. Civîna zanistî ya salane ya Þaxa Lenîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1970.
-Li ser malbatek esilzade mîrên eþîra kurda a Dumbulî // PPiPIKNV. Civîna zanistî ya VIII ya salane ya Þaxa Lenîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1972.
-Rewþa civakî-aborî ya Mîrektiya Erdelan di nîvê pêþîn ê qirnê XIX. PPiPIKN rûniþtina zanistî ya salane ya Þaxa Lênîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1977.
-Derbarê Çîroka Mah Þeref-xanûmê Kurdistanî - Helbestvan û dîroknasê kurd yê nîvê sedsala XIX. // PPiPIKNV. Civina zanistî ya salane ya Þaxa Lênîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1981. Beþa I (1).
-Li ser taybetiyên adetên kurdî // Adet di nav gelên rojavayê Asiyayê de. M., 1988. (hev-nivîskar R.S. Reþîd)
-Yekemîn Çapên Farisî, Frensî û Rûsî ya "Þeref-nama" // Manuscripta Orientalia. Vol. 5. No 1, Adar 1999.
-Eþîra Kurda di çavkanî û edebiyatê de // Abîdeyên nivîskî yên rojhilat. 2(3). 2005.
-Dîroknivîsên kurd li ser eþîrên kurdan (ji Þerefxanê Bidlîsî - sedsala XVI heta Mîrza Elî Ekber Kurdistanî - sedsala XIX) // Abîdeyên nivîskî yên Rojhilat. 2(13). 2010.
Werger:
-Þeref Xan ibn Þemseddîn Bidlîsî. Þerefname / werger, pêþgotin, têbinî û pêvekên E.I. Vasilyeva. T. I. M., 1967.
-Þeref Xan ibn Þemseddîn Bidlîsî. Þerefname / werger, pêþgotin, têbinî û pêvekên E.I. Vasilyeva. T. II. M., 1976.
-Xusrew ibn Mihemed Benî Erdelan. Pêhevîya demane. (Dîroka mîrektiya Benî Erdelan) / faksîmîla destnivîsê, wergerandina ji farisî, pêþgotin û têbiniyên E.I.
Vasilyeva. M., 1984. 219 r.
-Mah Þeref Xanûm Kurdistanî. Kronîka Mala Erdelan (Ta’rih-i Ardalan) / werger. ji farisî, destpêk û nêzîk. E.I. Vasilyeva. M., 1990.
-Baxçeyê Mîrektiya Nasir / Elî Ekber Dîroknivîsê Kurdistanî / werger. ji farisî, pêþgotin, têbinî. û mersûm. E.I. Vasilyeva. Petersburg: Nestor-Istoriya, 2012.
Xatûna E.Î Vasîleva ji salên 1984 de nas dikim mirovek nefs biçûk xebatkar, bi marifet, bi þexsiyet û dosteke mezin ya milletê Kurd bû ew li Sankt petersbûrge dima ez li Moskovabûm têkiliyên me her hebûn car caran bi hata Mosko an ez biçûma Sankt petersbûrgê me hev didît. Ji bo li ser dîroka qirnê navîn a Kurdan gelek xebat kiribû,gelek serbilind bu bi diroka Kurdan. Her ku min ew bidita an bi telefonê bi peyivyana tim digot,wê her ez bi navê Azad nas dikirim di got " Azad lazime her Kurdek bi pê?îyên xwe îftixar bike, lê menêre îroj hawir dor êrî?î Kurdan dikin, Kurd gelek ê?andine lê divê Kurd bizanibin pê?îyên we Rîtsarê rojhilatê bûn, û mîr û e?îrê Kurdan Kurd heta nuha li ser niga hî?tine" van çend salên dawî rew?a wê ya sihî ne pir ba? bû, cara dawî dema ez li universîta mêrdîn mamoste bûm me ew deewetî konferansekê kir li ser Kurdolojîya Rûsya Konferansa bida, pir kêfa wê hat bes rew?a siheta wê destnedida. Wê demê ji minre henek kir got" Azad dema siheta min dest dida tu nikarî bû biçûya welat,nuha tu çûye ku gelek serbilindim bi çûnate ya universîtê, pir heyf ez nikarim bêm. Mirovek gelek zar xwe?, ?ên ,sohbet xwe? û zanyarek gelek mezin û zana bû, bi teybet di diroka Kurdan qirnê navîn de. Cihanê, Rûsya û Kurdan rojhilanas û Kurdologek mezin qirnê XXI wenda kirin bi teybet Kurdan dostek xweya mezin ku hemû jiyana xwe da dîroka Kurdan wenda kir, bixwe min þexsî jî zanyarek, û dosteke mezin wenda kir gelek xemgîn bûm bi mirina zanyara mezin. Bira ruhê wê ?ad be,milletê Kurd wê tu caran ked û xebata zanyara mezin ji bîr nake
A picture of the two charming ladies, the fans of Kurdish history. Evgeniya Vasilyeva (1935-2023) in front of the bust of Masture Ardalan (1805-1847) in Hawlêr.
The sculpture by Hadi Ziaoddini (2005). Vasilyeva translated into Russian several Kurdish chronicles including the chronicle by Masture.
She compared their content taking into account the different travelogues by British, French and Russians.
Giant work and fascinating results almost unknown in the English-speaking world!
Eve Giden Uzun Yol, Þerefxanê Bitlisi
Foundation For Kurdish
Library & Museum