Fexredîn WESTA TAHIR (GERDÎ)
1955 Hewler - 18.08,2019 Stockholm
Hajar Mukriyanî Le Yekêtî-y Sovyet
SOVYET KURDISTANI LAÇÎN 1931
BÎBLIYOGRAFYA Û ŞIROVE
Mêjû-y
Çapkirdin 2006
Dezga-y XANDAN le HEWLÊR
KURTENASÎN-Î EM BERHEME
Nawerok-î em berheme bahs le bizaw-î rojnamegerî-y Kurdistan le henderan dekat.
Pirani-y nawerok-î em pirtûke be şêwezar-î kurmancî-y jorîn be alfabe-y latînî hatûte belawkirdin. Le em berheme parek-î kêmî sh be şêwezarî kurmancî-y xwarû û hindêk îş be zimanî biyanî (almanî, înglîzî, swêdî, rûsî hwd) heye.
Pisht-î 70 sal çahpbûn-î Rojname-y SOVYET KURDISANI le paytext-î Kurdistana Sor (Laçîn) em rojname be ziman-î azerî be alfabe-y latînî blaw bûwetewe.
Lêkolîner Fexredîn TAHÎR - Gerdî em rojnameye le destpêk-î sal-î 2001 le arşîvxane-y rojname û govar û blawkirawekan-î kon le bajar-î Lenîngrad (St Petersburg) doziyewe.
Lêkolîner Fexredîn TAHÎR - Gerdî 25 sal e le Swîd dejî. Pêsh em berheme berhemek be naw-î Gulbijêrek Naw-î Kurdî be her du alfabeyên latînî û erebî, le nêwan bilawkirawekan-î Weşanxane-y SARA, le sal-î 1990, le şar-î Stockholm blaw kirawetewe.
Her wisan îş hejimareyek zor gotar û lêkolînewe-y nûser derbare-y chand-î kurdî le rojname û govarekan-î kurdî le Kurdistan û le henderan blaw bûwetewe.
Fexredîn
TAHÎR - Gerdî magîster-î rojnamenûsî
le Rûsya (Lenîngrad/St Petersburg) tewaw kirdiye, le destpêk-î
sal-î nuh îş (2008), le Moskow, dest be doktora-y bûwar-î
rojnamewanî dekat.
Kurdish Book Bank . SARA
Min dostekî xwe yê pir kevin winda kir. Min Kek Fexredîn'î, li heman heyv û sala ku ez hatim Swêdê, li heyva çiriya duwem sala 1982ê li Hotel Colombus a li Medborgarplatsen'ê nas kir. Ew û birayê xwe yê biçûk Ken (Qani) bi hev re ji Îtalya'yê hatibûn Swêdê. Min tavil ji kesayetiya Kek Fexredîn'î pir hez kir. Her wek li vî wêneyê xuya dike, Kek Fexredîn kesekî pir rewanaram û dilnerm bû. Min di dilê xwe de got, li vî welatê nuh, min hevalekî kurd ê wek vî kesî divêm. Ji ser wê rojê tam 37 sal derbas bûn û em hîna jî dost û hevalê hev bûn ta vê roja xirab ku min nûçeya koçkirina wî bihîst. Ez îroj pir xemgîn im. Salên dûr û dirêj dihat Kitêbxaneyê nik min û me gelek guftûgo û axefên dûr û dirêj ên li ser gelşên doza kurd û Kurdistanê dikir. Wek Kek Fexredîn kesekî aramrewan, rawiştnerm bû, her wisa jî pir bi sebr û deyax bû. Çi car hêrs nedibû. Her dem li hevber hizrên cuda rêzdar bû. Kurdiyeke xweş diaxivî. Dikaribû axiftineke pir bi ajîtatorî jî bikira. Xîtabeta wî têr û tije û pir hêzdar bû. Çend caran li Radyoya Kurdî Li Stockholmê li ser şoreşên Kurdistanê bi giştî û li ser Şoreşa Eylûlê jî bi taybetî axiftinên dûr û dirêj ên pir tesîrdar û bi ajîtatorî kiribû. Li ser mêjûyê çand û hunera kurdî xwedî zanyariyên berfireh bû.
Bo malbata wî, dost û hezkiriyên wî bi giştî û bo xanima wî, bo kurê wî Ramanê xwoşewîst, bo birayên wî Ken û Dîlan jî bi taybetî sersaxiyê divêm.
Ciyê wî bihûşt be. Li nav ronahî û aramiyan razê ey xortê hêjayê Kurdistanê Kek Fexredînê delal û nemir..
Goran Candan
Le Nawendî Kurdish Book Bank Stockholm
Tehsîn Taha, Fexredîn Westa Tahir, Fûad Ehmed
Park-î Hawarî Şar - Li Silêmanî
Kak Fexredîn li gava şanoyeke kurdî rol dike
Fexredîn Tahîr Gerdî kî ye?
Le sal-î 1955 le bajer-î Hewlerê hatime dunya. Dibistan-î seretayî û nawendî û amadeyî M le Hewlêr temam kerdûwe. Le temen-î 9 salî bûmewe endam-î grûp-î musîk û sirûd-î kurdî le bajer-î Hewlerê û mamostayê min hunermend-î nemir Mamosta Fûad Ehmed serpereşter-î grûp-î ême bû. Beşdari-y min le nawber-î sal-î 1964-1968 le gel grûp-î mûzîk û sirûd-î kurdî bû. Le destpek-î sal-î 1970 û ta sal-î 2005 wek aktor (lîstkvan-î şano û sînema) beşdari-y çend film û drama-y TV û her wesa le ser şano ş beşdari-y çend berhemeke hunerî kirdûwe. Le çendan festîval-î hunerî û çandî le Kurdistan da beşdar bûwe. Le sal-î 1976 da yekem wûtar (meqala) le rojname-y kurdî le Başûr-î Kurdistan çap û belaw kirdûwe. Ta nuha ş le ser kar-î hunerî rojnamewanî berdewam e û be sedan wûtar-î lekolîneweyî le govar û rojnamekan-î Kurdistan û dereweyî Kurdistan bilaw kirdûtewe. Her wesa le malper-î kurdî wûtarî eçgar zor belaw kirdûtewe. Gelek wetar-î be zarave-y kurmancî be elf û ba-y latînî le rojnamekan-î kurmanci le Stockholm û Stanbol belaw kirdûtewe. Wûtar-î duwayî le ser Mihemed Uzun le rojname-y ÇIRA Hejimar: 6 be elf û ba-y latînî be kurmancî û bi latînî le Hewlêr-Stanbol çap û belaw kirdûtewe. Ta nuha berdewam e le ser kar-î hunerî û rojnamewanî.
Nuha ş kar le
ser pertûkekî mezin derbare-y tewawî çapemanî kurdî
le derewe-y wilat dekat, her wisan le gel çend lekolineweyek le ser rojnmegeri-y
swêdî û her wisa lêkolinewyekî dûr û
dirêj le ser rewş-î rojnamegeri-y kurdî piştî serhiladan-î
sal-î 1991 da le Başûr-î Kurdistan ku nuha amade ye bo çapkirdin-î
be her du elf û ba-y kurdî latînî-erebî...
Çend destnûsekî belavnekraw-î nûser û hozanvan-î
kurd Mamoste Hejar Mukeryanî nemir amade ye bo çapkirdine. Diplom-î
master-î heye le buwar-î rojnamewanî û le destpek-î
salî 2008 doktora her le buwar-î rojnamewanî da dekat.
Fexredîn Tahir
Hêmin Mukriyanî û Fexredîn Tahir, sal 1978, Hewlêr
Nêçivan Barzanî û Fexredîn Tahir, sal 2007, Hewlêr
Kürt yazar hayata gözlerini yumdu. Uzun yıllar yurt dışında yaşadıktan sonra son olarak Kürdistan’a dönen araştırmacı yazar Fahreddin Tahir 64 yaşında hayatını kaybetti.
Uzun yıllar yurt dışında yaşadıktan sonra son olarak Kürdistan'’a dönen araştırmacı yazar Fahreddin Tahir 64 yaşında hayatını kaybetti. Aynı zamanda sinema ve tiyatro sanatçısı olan araştırmacı yazar Fahreddin Tahir hayata gözlerini yumdu. 1955 yılında Erbil’de doğan Fahreddin Tahir, ilk orta ve lise eğitimini başkentte tamamladı. 9 yaşında Kürt müzik ve mars grubuna katılan Tahir uzun yıllar müzik, tiyatro ve sinema ile ilgilendi. 1976’da ilk makalesi yayınlanan yazar daha sonra Kürdistan ve yurt dışındaki gazete, dergi ve sitelere çok sayıda yazı yazdı. 1980’li yılların sonlarında İsveç’e yerleşen Tahir, 2008’de Rusya’nın St Petersburg kentinde gazetecilik üzerine doktora yaptı. Yurt dışında Kürt gazeteciliği, 1991 ayaklanmasından sonra Kürt gazeteciliği üzerine kitaplar yazan Fahrettin Tahir ayrıca ünlü Kürt şair Hejar Mukıryani’nin şiirlerini de derledi. Fahrettin Tahir vefatından önce Kürdistan’a dönme kararı almıştı.
18.08.2019