Profêsorê navdar ê swêdî Johan Hultîn:

"Dergûşa Temamê Şaristaniyê - Zozanên Çiyayê Qerec e"

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Çi car çerxa mêjû wek li serdema peydakirin û têderxistina (keşf, discovery) hunera çandina genimî zû ne geriyaye û ew çend pir ber bi başiyê ve ne çûye. Gava mirov ji xwe re riya peydakirin û bidestvehanîna zad û genim bi baran nas kiribûn, hingê gav bi gav ber bi jiyaneke rêk û pêk gav avêtin.

Ji nav temamiya şêniyên li ser ruyê erdê, xelkê li Mezopotamiya Bakurî (Kurdistan), bextxweş bûn, ji ber ku erdnîgariya vê herêmê, ji ciyên din cuda, xwedî taybetmendiyek bi xêr bû. Ji lew re li vir mişe cûreyên giya û şitlên zadî hebûn. Ji şûnewarên din cihêtir, li ser vî erdî du cûre genim şîn dihatin. Ber, baqil, nîsk û hwd jî.

Di ser de jî lawir û sawirên vir xweş dihatin kedîkirinê. Ji ber vê derfetê, xelkê vir ji xwe re yekemîn şûnewarê gund û malan, mezr (çiftlik) û kêlgeyan ava kirin.

Lêkolîner û arkeologên navdar, ji mêj ve ye, ku vî şûnevarê navbirî bi navê 'Hîvika Bi Xêr û Bêr / Fertile Crescent / Bereketli Hilal / Hîlal el-Xesîb' bi nav kirine. Li gor van zaniyaran, bingeha şaristaniya li Roavayê jî ev şûnewar e.

Van salên herî dawî, lêkoler şûnewarê ku bi ewletî yekemîn car genim lê hatiye çandinê, tê derxistine. Encama xebata lêkolînên DNA'yê ya li ser genêm, ku koma lêkolerên almanî sala 1997ê aşkere kiribûn, diyar dike, ku koka tevayiya genimên cihanî ji zozanên bilind ên Çiyayê Qerec, ên li nêzîkê bajarê Amedê dihêt. Şêniyên mêjûyî yên li vê herêma Kurdistanê cara yekê genimê bejî/cehdasûk (tritticum monococcum boeticum) ajotine.

Lêkolînerê almanî Manfred Heun'î bawerî heye, ku hunera çandina genêm cara yekê li Çiyayê Qerec rû daye û ev huner zû bi zû jî ji wir belavê tevayê şûnewarên derdorê bûye.

Şeş sal piştî diyarkirina vê encamê, grûbek lêkoer û arkeologên ji Îsraîlê, encama xebat û lêkolînên xwe diyar kir. Encama vê xebata grûba îsraîlî jî pişta teoriya Manfred Heun rast kir. Simcha Lev, Yadûn û hempîşekarên wî dibêjin, ku hinde destkeftên arkeologîkî jî nîşanê me didin ku ev teorî rast e. Li nêzîkê Çiyayê Qerec, hinde şûnewarê niştecihiyê hene, ku ev şûnewar 10 000 sal kevn in: 'Ber Çem' (Çayönü), Cafer Höyük, Newala Çorê, Til Ebû Hureyre (Li bin xetê). Nêzîktirîn bajarokê li Çiyayê Qerec navê wî Sêwreg e û mazintirîn bajarê li nêzîkê vî şûnewarî jî Diyarbekr e. Ev cih navenda çanda kurdên bakurî ye - her wisan jî navenda berxwedana kurdî ya li dij dewleta tirkî ye.

Gava profêsorê bi nav û deng Manfred Heun xwast ku here Çiyayê Qerec'ê, dewleta tirkî ne hişt ku ew here wir. Manfred pir ber vê ket. Wî pir dixwast ku here wir.

Rojek patalogek bi navê Johan Hultîn ku tevayiya jiyana xwe li Amerîkayê jiyaye pêwendî bi Manfred Heun re kir.

- Johan Hultin yekî wêrek û nebez e, ew xwe gihand ser wî axî, dibêje Manfred Heun.

Lêbelê hatina ser vî xakî wisan ne hêsan bû ji bo vî zaniyarê 82-salî yê navdar ê jêhatî yê amerîkî.

- Çendeyek kurt berî şerê Iraqê bû. Tirk ji bo min digotin 'tu ajanê CIA'yê yî.' Herî dawî ew berdan hundirû, lêbelê her dem di bin çavdêriya polîsê tirk de diliviya.

Johan Hultîn dest bi lêkolînên xwe yên li ser kevintirîn şûnewarê çandina genêm kir. Paşê wî xwast ku çend sed hektar ji vî zewiyî ji gundiyên kurdan bikire û bike malê Muzexaneya Şaristaniyên Anatolyayê li Anqerê.

Johan Hultîn dibêjê:

- Ev der grîngtirîn welatê li cîhanê ye. Gerek ev erdê grîng baş were parastin. Milkê tev şaristaniyê ye.

Lê belê î roj gundiyên kurd ku pez û dewarên xwe li ser vî erdî diçêrînin, bêguman hez na kin ku muzexaneyek ji Anqerê bibe xwediyê zeviyê wan.

Li gor profêsor Johan Hultîn'î, ji vî şûnewarê genimî her wisan jî zimanê Îndo-Ewrûpî, ku î roj li temamê Ewrûpayê dihêt axiftinê ji vî Çiyayê Qerec û dewr û berê wî belav bûye û gehiştiye Ewrûpayê.


Karin Bojs /Rojnamevan li rojnameya DN'ê/

Wergêr ji swêdî: Goran Candan

 

 

 

 

Historiska Kurdistan:
Civilisationens Grogrund

 

 

 

CIVILISATIONENS GROGRUND av Harry G. Nickles

THE FOOD THAT LOUNCHED CIVILIZATION by Harry G. Nickles

AOM

VETETS HEMLAND

YOGHURD

SEMINARIUM OM KURDISTAN CIVILISATIONENS GROGRUND

 

 

 

 

HISTORICAL RUINS OF KURDISTAN

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum