TÊKOŞÎNA JI BO ZIMAN Û NASNAMEYÊ

Semînara derbareyê zimanê kurdî bo Grûba Akademîsyenan

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 


 

 

Ev 13 sal in ku Grûba Akedemîsyenên Swêdê, salê carekê li taştiya serê sibehê kombûnekê pêk dihêne. Li vê kombûna salane, her car mijareke zaniyarî û civakî ya semînerî amade dikin.

Van akademîsyenên swêdî, vê carê jî roja 9ê îlonê 2007ê, wek xwedî û birêvebirê Navenda Weşan û Arşîvxaneya Kurdî – SARAyê Goran Candan vexwandin vê kombûna xwe ya îsalîn. Goran Candan ku 15 sal li dibistanên Stockholmê wek mamosteyê zimanê kurdî kar kiriye, ji vê koma akedemîsyenên swêdî re, li ser girîngiya TÊKOŞÎNA ZIMAN û NASNAMEYÊ semînerekê amade kir.

Goran Candan grîngtirîn mijara vê semînerê bi du xalan hanî ser ziman:

1- Projeya Avakirina Pirtûkxaneyeke Kurdî li Diyarbekrê.
2- Li Swêdê vekirina Dibistana Serbixwe ya Kurdî (Kurdiska friskolan).

Li dawiya semînerê Goran Candan helbesteka xwe ya kurdî ya bi navê Dêrik ji akademîsyenan re xwand.

Semîner 4 saet ajot.

Ev e kurteyek ji semînerê ye:


TÊKOŞÎNA JI BO ZIMAN Û NASNAMEYÊ


Destpêk

Pistî 25 salan ez vegeriyam bajarê xwe yê ku ez lê hatime dunyayê: Diyarbekir li biniya Çiyayê Qerec (Qerecdaxê) û li biniya çavkaniya çemê Dîcleyê. Ji wî bajarê Diyarbekra kevin, tiştek li ser piyan ne mabû. Dema zaroktiya min, bajar pir pak û rind bû. Lê î roj, bajarê Diyarbekrê tev hatibû xirapkirin. Her çend ku çakkirina (restorasyona) wê keleh û bedena nadîde ya Diyarbekrê dest pê kiribe jî, her çend ku çakkirina hin şop û bermayên din ên mêjûyî hatibe destpêkirin jî, her çend ku wan xanî û avahiyên bê ser û bin ên mazin hatibin lêkirin jî, bajarê Diyarbekrê mixabin ku bi van çend tevdîran nayêt ser xwe. Li ber çavê min wisan dixuye ku bajar, ber bi xirapbûnê ve dihere. Diyarbekir êdî ne ew Diyarbekra şên û geş e. Bîr û hizrên min ên herî pêşî ku min bi vê dîtina piştî van 25 salan kir, mixabin ku ev bûn. Bi min pir dijwar hat ku ez piştî bi rûberbûna van tevliheviyan bibêjim, ku ev bajar ew şûnewar e ku şaristanî jê zaye.

Ew bihuşta windabûyî ya dîsan derhatî

Kurdistan ew welat e, ku xweştirîn nan û şerab, sîrîntirîn av û fêkî û sebzeyên destanî dide me. Tiştê ku guhertinên jeolojîkî li vî welatî nikaribûye birûxîne, zilm û bêsexîtiya desthilatdaran hemû rûxandiye. Ew tiştên xirap ku ji ber şerkarî û şerrûtiya olperestiya siyasî, ku li ser vî welatî çêbûne, ew jî tenê çîrokeke bi serê xwe ye.

Lê belê li hevberî vê jî, gava mirov li hênikiya ber êvarê, li bin wan pelên daran ên mêwan, ên li wê xana servekirî ya li ser girê Çil Dergûşê dirûne, ku li biniya Diyarbekrê ye û li herêma Bakura Mezopotamiyayê ye û gava bayeke hênik li ruyê mirovî dide, hingê mirov pirr xweş, xwe li nav vê dergûşa şaristaniyan, li nav vê bihuşta sererdî hîsdike.

Lê belê gava ku mirov ji ew badeya ku bi pêzanîn û toreya bi hezaran salan ji kûrahiya erda bi xêrûbêr a Mezopotamiya kevnare ve hatiye çêkirin, dadiqurtîne, mirov di kûrahiya dil û mêjiyê xwe de dibêje ’aha tahma jiyanê ku dibêjin ev e!’

Lêbelê gava mirov pariyekê ji wan xurak û mezeyên li nav sênîkên bêjimar di devê xwe de dadihêne û pê re ji ber wê tahma xweşiya van xurakan demaxê mirov dihele, hingê hişyarbûneke mazin a jiyanê hemû laşê mirovî dipêçe.

Gava helbestvan jî, bi wî dengê xwe yê tarî helbesteke rojhilatî li ser vê sifreyê dixwîne, hingê mirov bi rastî jî xwe wek li nav bihuştekê be hîs dike. Ji xwe mirov li nav bihuşta xwe ye hingê.

Kurdistan ew welat e, ku li ser wê erda bi xêr û ber a her du çemên, Ferat û Dîcleyê ya li wê cografya guzîde ye. Piraniya erda Hîvika bi xêr û bêr (Fertile Crescent) dikeve nav cografya Kurdistanê. Ew welatê xweşik û ciwan Kurdistan bi xwe ye, ku pirî caran ew bi navê Dergûşa Şaristaniyê dihêt nimandin û lêvkirin. Her wisan jî dergûşa gelek dînan bi xwe ye. Hem spartekên mêjûyî yên cihêreng û hem jî encama lêkolînên arkologîkî yên kevin û nuh vî welatê wek şûnewarê Baxê Îrem (Garden of Eden) destnîşan dikin. Em bi alîkariya van spartekên zanistî yên li ser vî welatî, î roj bêhtir bawerî bi wêjeya sumeran û çîrokên Încîlê dihênin.


Zimanê kurdî

Mirov dikare wan zimanên ku li Rohilata Navîn dihêne peyivtin, bike sê beş û hevgirêdana van her sê beşan jî, bi çi awayekî bi hev re nîn e.

* Zimanên îndo-ewrûpî. Li nav vê beşê, zimanê ermenî û çend zimanên aryanî (îranî) hene. Wek kurdî, farisî (’îranî’) û belûcî. Pêwendiya malbatî ya van zimanan bi zimanê îndo ewrûpî ve heye.

* Zimanên semîtîkî. Wek ibranî û erebî. Zimanê aramî jî dikeve nav beşê zimanên semîtî. Zimanê semîtî li serdema antîkê zimaneke pirr mazin bû û ji hêla pirr xelkan ve dihat peyivtin.

* Zimanê tirkî. Zimanê tirkî bi penaberên dagîrker ên vê dawiyê ji Asya Naverast hatiye herêma Rohilata Navîn. Li serdema sala 1000’î, van dagîrkerên asyayî bûbûn desthilatdar li ser Ecemistanê (Persia). Paşê van tirkan, li naverasta Asya biçûk li Anatolyayê împaratoriyekê ava kirin, ku li vê herêmê berî vê bi grekî dihat peyivtin û Anatolya (Rojhilata Yûnanistanê) welatê grekiyan bû. Tirkî, îroj zimanê nêzîkê nîvê şêniyê Tirkiyê ye. Beşekî ji azerbeycaniyên li bakurê roavayê Ecemistanê (Îran) û li Başûrê Federasyona Rûsyayê ne, bi zimanê tirkî dipeyivin lê ew bi xwe ne tirk in. Zimanê tirkî ya îroyîn, li ser zimanê farisî, erebî û kurdî ava bûye. Em vê ji gelek peyvikên ji van zimanan ên li nav zimanê tirkî baş dibînin û têdigehin.

Peyvika Îndoewrûpî li sedsala çûyî gava mirov dît ku di navbera zimanên kevin ên hindistanî, grekî û latînî de hevgirêdanek heye, hat avakirin. Her bi vî awayî mirov dikare hevgirêdanekê li navbera zimanê kurdî û zimanên li Ewrûpa dihêne peyivtin bîbîne.

Mirov pir bi hêsanî dikare li zimanê kurdî û li nav zimanên ewrûpî reh û kokên wekhev bibîne. Ev wekhevî herî pêşî li peyvikên hejimarê, li peyvikên pêwendî û hevgirêdanên malbatî, andamên laşî û li navên heywanan, hene.

Nimûne:


Kurdî, swêdî, înglîzî,almanî,frensî

Tu, to du Thou, du, tu
, två two, zwei, deux
Neh, no nio nine, neun, neuf
Birû, ögonbryn eyebrow,brof
Didan, tand tooth,zahn,dent
, fot foot, fuss, pâ
Lêv, läpp lip,lippe, lippe/lèvre
Bira, bror brother, Bruder, frère
Dot, dotter daughter, Tochter
Girtin, gripa, ta greifen
Ne/na, nej, inte no, not,nein, ne,non
, Niwê, Newe ny new, now, neue
Ku/ke att, to, som que

Hevgirêdana li navbera zimanê kurdî û zimanên ewrûpî, herî berpêş, li nav nexşa avahiya zimanî heye. Rêzika peyvikan û tewandina peyvikan li zimanê kurdî û swêdî, almanî û frensî hinek ji hev cuda ne.

Zext û zora ku Tirkiye li ser zimanê kurdî dike

Kurd xwedî zimanekî ne û zimanê wan ê kurdî di nav malbata zimanên îndo-ewrûpî de cih digire. Lê mixabin divêt ku kurd vê rastiyê her car û zeman destnîşan û bi lêv bikin. Kurd li gengeşî û propagendeyên dijwar rast hatine. Ji ber vê yekê pirr ji mirovan wisan dizanin, ku ne zimanê axiftin û ne jî yê nivîskî yê kurdan heye.

Kurdî zimaneke pir ê dewlemend e, ku di zimanê kurdî de mirov merem û mebestan pir ê caran bi riya wêneyî jî dikare bi lêv bike. Hîş û perwazên giyanî bi şêweyeke helwêstî dihêne ser zimên. Berî her tiştî zimanê kurdî bi sexbêriya zimanê xwe yê axiftinê dewlemendtir bûye. Gencîneyeke gelekî dewlemend a çîrok, stran, biwêj û gotinên pêşiyan di kurdî de cihê xwe girtine. Her wisan zimanê kurdî zimaneke wêjeyî ye jî. Pistî ku Ehmedê Xanê li sedsala-1600î berhema xwe ya helbestî ya bi navê Mem û Zîn (destana millî ya kurdan) nivîsî, li nav civata kurdî gulîstaneke berfireh a wêjeyî dest pê kir. Î roj ji ber zext û zordariya Tirkiyê ya li ser ziman û wêjeya kurdî, piraniya kurdan ji vê kelepûra xwe ya milletî bêpar mane. Her çend ku Tirkiye li gor xwesteka xwe ya beşdarbûna nav civata Yekîtiya Ewrûpayê xwe dilivîne jî, dîsan rê nade ziman û çanda kurdî, ku bi serbestî û gerdenazadî were ber bi pêş ve.

Dewleta Tirkiyê ji sala 1920î vir ve ye ku temamê welatiyên xwe dike tirk. Her çend ku spartekên mêjû û zaniyariyê nîşan dide ku zimanê kurdî û çanda kurdî her ji berê ve hebûye û î roj jî hebûna xwe parastiye, lê dîsan jî dewleta tirk ta van çend salên nêzîkî jî axiftin û nivîsîna zimanê kurdî qedexe û krîmînalîze kiribû. Gava Tirkiye ji ortografiya erebî çû ser sazûmaniya alfabeya latînî, hingê jî, riya xwegihandina ser çanda mêjûyî ya kurdî, ji bo gireseyên berfireh ên gelêrî re kir asteng û winda kir.

Şiyarbûn û ronesansa wêjeyî ya kurdî

Li hevber sazûmaniya tirkî kurd pirr ê caran serî hildane – ji destpêka sedsala 1800î ta roja î roj 29 caran. Şerê kurdan a îroyîn, herî pêşî ji bo mafê serbestî, wekhevî û demokratiya millî ye. Di vê têkoşînê de kurd dengê mafên xwe yên ji bo pêşvebirin û parastina ziman û çanda xwe bilindtir kirine.

Gava nivîsevanê kurd Mihemed Emîn Bozaslan - ku ji mêj ve ye êdî li Swêdê dijî – sala 1968î pirtûka Alfabeya kurdî li Stanbolê derxist, ev kiryar ji hêla dadgirê tirk ve wek kiryareke sûcdariyê hat nirxandin û beyankirin. Mihemd Emîn Bozaslan dibêje ku ’di vê beyanata dadgirê tirk de du xalên ku weke sûc hatibûn beyankirinê, balkês bûn: 1- Zimanê kurdî pêşvebirin. 2- Ji bo xelkê kurd propagande û bangêşîkirin.’

Mirov dikare rewşa kurdan hinekî bişibîne rewşa cihûyên di navbera her du şerên cîhanî de.

Hin paralelên ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe yên di navbera van her du milletan de hene, ku pirr balkêş in. Mirov dikare van her du dehsalên buhurî, wek salên hişyarbûn û ronesansa zimanî û wêjeyî ya kurdî binirxîne. Nîvê duduyê yên salên 1980yî, Swêd derbareyê wêjeya kurdî de li dunyayê pêşeng bû. Ev ji ber vê yekê bû, ku piraniya nivîsevan û rewşenbîrên kurd, ji ber zext û zora neyarane ya derba leşkerî ya tirk hatibûn li Swêdê, li vî welatê serbest û azad bi cih bûbûn. Li dûriyê kurd ji bo ziman û wêjeya xwe xebatên hêja dest pê kirin. Piştî zext û zora 80 salan li Tirkiyê, ronakbîr û çalakvanên çandî yên kurd, dest bi xebateke tund û berfireh kirin.

Ji rojên avabûna komara Tirkiyê li sala 1923 ta sala 1980yî, li Tirkiyê li dor 9 pirtûkên kurdî hatibûn weşandin. Dewleta yekperest (uniter) û nijadperest li qanûna bingehînê jî, bendên qedexekirina zimanê kurdî bi cîh kiribû. Axiftina zimanê kurdî li gor qanûna bingehîn hatibû qedexekirin û cezayên diravî li ser wan kurdên ku li şûnewarên giştî bi kurdî diaxivîn, dihat wergirtinê.

Lê belê kurd li ku derê dunyayê dibe bila bibe, î roj berxwedanê ji bo doza ziman û çanda xwe dikin. Ji ber xwe amadekirina ji bo beşdarbûna nav YE, Tirkiye hin ji van qedexeyan sist kiriye. Ev ji bo kurdan dibe derfeteke berçavî, ku ji bo serbestiya zimanê xwe yê zikmakî ya ku ta roja hevdem a î roj jî, ew navê ’zimanê qedexekirî’ li ser bûye, bixebitin. Piştî ketina Seddam sala 1991î, kurdên başûr xwe gihandin derfeta serbestiyê û ziman û wêjeya kurdî li wir her rojên ku dihere ber bi pêş ve dihere.

Sala 1880 Elîezer Ben-Yehûda, (1858–1922) di nameyekê de weha nivîsî bû: ’Heger em bi rastî jî hêviya rizgariyê dikin, heger me bi rastî jî hêviya milletbûnê ji dest nedabe, hingê divê hişê me gerek e were ser wê riyê ku gava me xwe gihand vê hişyarbûn û ronesansê, hingê em dîsan bûn millet.


Ji ber ku Elîezer Ben-Yehûda dest pê kiribû yekemîn ferheng û pirtûkên dersê yên zimanê îbranî amade kiribû û weşandibû. Hingê amanc ew bû ku zimaneke yekgirtî a ibranî yekemîn alternatîva cihûyan a ji bo nasnameyeke serbixwe û sekular a cihûtiye were bi destvehanîn. Berî Elîezer Ben-Yehûda, zimanê îbranî, zimaneke mirî, wek zimanê latînî ya li dêra katolîkî a lîturgîkî (beytên olî) bû. Elîezer Ben-Yehûda zimanê îbranî kir zimaneke kêrhatî ji bo civateke hevdem û modern.

Xebata ji bo serbestiya ziman û wêjeya kurdî ya hem li hundur û hem jî li derveyî welat, î roj xwe gihandiye radeyeke pirr a watedar.

SARA di vê têkoŞînê de ciyê xwe digire

Navenda Weşan û Arşîvxaneya Kurdî - SARA ji serî de hem wek weşanxane û hem jî wek avahiya ji bo belavkirina wêjeya kurdî ya bi riyeke pîspor û profêsyonelî tevdigere. Sara sala 1987ê hat damezirandin. Bi vê yekê ve Sara bû yekemîn pirtûkfiroşê kurdî li Ewrûpayê. Qada Sarayê pêşemîn wêjeya kurdî ye û destê duwemîn jî wêjeya bi zimanên din ku mijar li ser kurd û Kurdistanê ye. Î sal 20 salên Sara’yê hat dagirtin. Şûnewarê Sarayê li navenda bajarê Stockholmê ye. Sara di kar û çalakiya xwe de xwedî tora hevgirêdaneke berfireh û mazin e. Sara di gel berhemên xwe, berhemên weşanxaneyên din ên kurdî jî li cîhanê belav dike. Î roj li arşîvxaneya Sara’yê ji ser 50 hezarî pirtûk, govar, rojname, kasêt, CD, VHS û yekîneyên din ên wêjeyî komê ser hev bûne. Sara hem li derve û hem jî li hundirê Kurdistanê xwedî mazintirîn kolleksîyona wêjeya kurdî ye.

Armanca yekemîn a Sara’yê, belavkirina wêje, çand û zimanê kurdî ye. Di vê çalakiya mazin de, Saraya biçûk hin gavên grîng avêtine:

Sara di domana van 20 salên çalakiya xwe de, li 8 navendên grîng ên wêjeyî û çandî ya cîhanî, bi deh hezaran pirtûk û berhemên kurdî bi arşîvkirin daye. Navên van ciyan:

The Library of Congress Washington DC,
Widener Library of Harvard University,
Columbia University Library,
Biblioetka Alexandrina in Egypt,
The University of California Berkeley,
Kipriaki Biblioteki Nicossia
Kent Libraries in London
The Kurdish Library and Museum in Brooklyn New York

Her çend li ber wan rewş û pergala astengî û bêyî derfetbûna aborî û siyasî, Sara bêrawestan vî karê xwe ta roja î roj kiriye û hîna jî berdewam dike. Ev bûn tam 20 sal ku Sara wêjeya kurdî li cîhanê belav dike.

Î roj pêwîstiya avakirina yek ji grîntirîn û em bi hêvî ne ku mazintirîn avahiya kurdî ya çandî li ber çavan e. Ji ber vê hindê Sara wê karê xwe ji vir û şûn ve li ser avakirina Navenda Arşîvxane & Lêkolînê di gel avahiyên YEyê tund û berfireh bike. Damezirandina yekemîn pirtûkxaneya kurdî ya li Bakur, armanca herî sereke ye. Li Navenda Sarayê î roj tibabeke mazin a materiyalên arşîva kurdî komê ser hev bûne. Gelek lêkolîner, nivîsevan û xwendekarên kurd, ji vê arşîvê sûd werdigirin. Avahî û kesayetiyên kurdan, swêdî û ta YE pistgiriya geştirkirin û parastina vê xebata Sarayê dikin. Ji ber van piştgiriyan Sara î roj ew çend ber bi pêş ve çûye.

Bernameya li ber Sarayê avakirina pirtûkxaneya kurdî li Diyarbekrê ye. Di vî warî de Sara hin gavên beşdar bi dezgehên YE re avêtine. Yek ji van avahiyan bi navê Institute For International Assistance & Solidarity – IFIAS dihêt naskirinê.

Dibistana kurdî ya serbest li Stockholmê (Kurdisk friskola)

Î roj li Swêdê li dor 50 hezar kurd dijîn. Bêhtirê nîvê van kurdan li dorhêlên Stockholmê dijîn. Li vê herêmê hejimareke mazin a şagirdên kurd ên li dibistana destpêkî, navînî û lîseyî hene, pêwîstiya wan bi perwerdeya zimanê zikmakî heye. Li Swêdê pêşeroja perwerdeya zimanê zikmakî ji ber kêmkirina budceta dewletê, ne zelal e. Ji ber vê yekê pêwîstiya avakirina dibistaneke kurdî ya serbest li Stockholmê, giraniya xwe li ser me bêhtir kiriye.

Pêzanîn û tecrubeyên min ên 15 salan, wek mamosteyê zimanê kurdî li dibistana destpêkî, navînî û lîseyî, min vê daxwaziyê hem ji devê şagirdên kurd û hem jî ji devê dêbabên şagirdên kurdan bihîstiye. Li gor daxwaziya wan, li tenişta programa bingehîn a perwerdeyiya swêdî, programa ji bo perwerdeya teybetî ya li ser ziman, wêje, mêjû û çanda kurdî gerek e.

Ev çalakî, xebateke grîng e ku dikare pêşî li ber encamên lawazbûna ziman û çanda kurdî bigire. Kurd bûne xwedî derfet ku ji xwe re li vê civata vekirî û demokratîkî ya Swêdê pirtûkxaneyeke kurdî vekin. Ji ber heman sedeman kurd dikarin li Stockholmê yekemîn dibistana serbest a kurdî jî ava bikin.

Kurdistana mêjûyî – bihuşta li sererdî – dergûşa şaristaniyê – welatê pêşemînan

Mirov li ser nêçîra naskirina reh û koka xwe ne. Spartek û destkeftên belgenameyî yên cihêreng ên destketî, ji bo bersivdana pirsa şûnewarê dergûşa şaristaniyê hev temam dikin. Spartek û belgename nîşanî me didin ku kevintirîn civaka mirovan li ku derê ava bûye. Di vê heyamê de her ku diçe wateya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamiya bakurî jî bêhtir û bilindtir dibe.

Wek nimûne, grûbeke lêkolînerên almanî ji seş reşeparçeyên çandbar ên cîhanî şeş kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û rehê temamê genimê dunyayê li Çiyayê Qerec li Diyarbekrê ye.

Ne tenê şoreşa çandinê (Agrar Revolution), her wisan jî şoreşa heyvankirinê jî ya Civaka mezr û gundîtiyê (Pastoral Revolution) jî li ser vî erdê kevnare rû daye. Bi zanebûna riya tirşkirina xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina mast û penîrî, duruskirina şerab û bîrayê, cara yekê li vir hatiye derxistin û pêşvexistinê.

Li rojên lêkolînên arkeologîkî yên li Çermoyê (Jarmo) ku sala 1948î li Kurdistana başûr hatiye kirin, arkeologê amerîkî yên naskirî James Robert Braidwood, cerekî kevin ji bin erdê derxist. Naverok û teyesteya zuwabûyî ya li binê vî cerî hat analîzkirin û derket meydanê, ku naveroka li biniya vî cerî şeraba 5 hezar sal kevin bû. Wisan diyar e ku destkeftên belgenameyî tev li cografya Kurdistana mêjûyî xwe didine hev. Berê digotin şaraba herî kevin a naskrirî li dorhêla çiyayê Tarsûsê li başûrê Anatolyayê ye û temenê hunera wê jî li dor 3 hezar salî ye. Bi vê belgenameyê derket meydanê ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li ser vî xakî bûye.

Li van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt ê ji Înstîtuya Arkeologiyê ya Almanî DAI, li Xirabreşkê (Girê Miradan/Navokê - Gobekli Tepe) li biniya Ruhayê kiriye, bi serê xwe şoresek e, ku zaniyariyên ta nuha yên derbareyê mêjûya naskirî serûbin dike. Piştî vê lêkolînê hat zanînê ku kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û civaka niştecihbûyî, li dorhêlên Xirabreşkê (Girê Navokê), li ser cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya bakurî ye. Ta nuha mirov dizanî ku kevîntirîn civak li Ûrşelîmê (Jerîko) bûye. Bi vê zaniyariya nuh a herî dawî jî, hat dîtin ku Kurdistana mêjûyî dergûşa temamê şaristaniyetan e.

Hemû van spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê, tev destnîşana yek ş ûnewarî dikin: Cografya Kurdistana mêjûyî ya li Hîvika bi xêr û bêr (Fertile Crescent). Nuha jî em ji pênûsa nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry G. Nickles li ser vê yekê bixwînîn:

"Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heşhînayî û xwedî îklîmê xweş, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî (A) yên wisan berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyeteke bi serê xwe ye. Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêsketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi şêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînsahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû."

Li dawiya semînerê bi xwandina helbesta Goran ya bi navê Dêrik a li ser her du Dêrikan, semîner bi dawî hat:

9-9-2007

 

 

DÊRIK (*)


dêrik! dêrika çiyayê mazî!
dêrik! dêrika hemko li wî aliyê din
li bin xetê!
her çend xet li navbera we hebe
navê we yek e
axa we jî
dêrik, dêra biçûk
hûn her du dêrên biçûk
li ser we ava bûn birc û kelat
bi reh û kok û binyad
kela bircê
kela rebetê
ne tenê xêra dêrê
ji we dihatin
lehiya xêr û bêrê
li nêzîkê we
kes birçî ne diman
li ser mehseran
li bin mehseran
ne jî tîhnî
li serê kulêban
li destpêkê
li þikeftên xanûkê,
ma kî bi vê dizane,
ku li wir xwedî bû mirovayetî?
þop û bermayên ku hene
çi car bi hêsanî
na bêjine me
ku ew der yek ji
wargehê mirovan e
ew mirovên berê
bûn oldar û ayinperest
ava bû dêra metînan
dêra biçûk,
li vî aliyê xetê
ew dêra biçûk
yek ji kevintirîn
perestgeha fillayetiyê
li nav dêrikê
li wî aliyê xetê
li dêrika hemko
li malikiyê


* Dêrik: Dêra biçûk


Têbînî/Serinc/Jêrenot: Agehiyên li ser zimanî, ji gotara bi navê Per Linde/ 'Det kurdiska spraket' hatiye sûdwergirtin.

Zarathustra News

 

 

 

 



 

 





SEMÎNAR 1
KURDISTAN - Bingeha Şaristaniyê



SEMÎNAR 2
KURDISTAN - Bingeha Şaristaniyê


SEMÎNAR
BINGEHA ŞARISTANIYÊ - Berfireh




GORAN CANDAN




 


Foundation For Kurdish Library & Museum