Zimanê Kurdî
& Fêrbûna Zimanî -I-

GORAN CANDAN

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Ez kurdî hîn dibim.

 

Mêjû û avahiya zimanê kurdî

Zimanê kurdî zimanê kevn ê Avesta ye. Alfabeya kurdî ji 31 tîpan pêk hatiye. Zimanê kurdî bi sê (3) alfabêyên cihê dihêt nivîsîn. Alfabeyeka kevin a zimanê kurdî heye. Î roj pir kes nikarin bi vê alfabeyê bixwînin û binivîsin.

A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S S T U Û V W X Y Z

Kurd li bakurê Kurdistanê ('Tirkiye'), li bakurê Başûrê Kurdistan li Behdînan, li rojavayê Rojhilata Kurdistanê û li hemû Rojavayê Kurdistanê bi kurmancî dipeyivin û alfabeya latînî ('romî')* bi kar dihênin. Beşekî mazin ji kurdên başûr ('Iraq') û li rojhilatê ('Îran') bi zaravayê soranî (silêmanî) dipeyivin û alfabeya ku jê re dibêjin erebî, bi kar dihênin. Kurd li rojavayê Kurdistanê ('Sûrî') jî bi kurmancî dipeyivin û alfabeya kurdî-latînî bi kar dihênin. Kurdên li paş (Trans) çiyayê Qefqazê û Rojhılatê jî bi kurmancî dipeyivin û van salên dawiyê, beşeke kurdên rojhilatî jî bi alfabeya kurdî-latînî jî dixwînin û dinivîsin. Şayanê gotinê ye ku her wisa beşekî ji kurdên hem rojhilatê î hem jî başûr' taze dest pê kirine û alfabeya kurdî-latînî bi kar dihênin.

Beşek ji kurdên li Kurdistana Başûr (Badînan, Şêxan, Germiyan û hwd) û rojhilatê (Ûrmiye) jî bi kurmancî dipeyivin û bi riya alfabeya Brîtanyayê bi alfabeya latınî dinivîsin. Zaravayê ku ji hêla piraniya kurdan ve dihê peyivtin, kurmancî ye.

Li jêrê nexşeya têkuz a lîsteya tev zarava û devokên lokal (mehellî) ên zimanê kurdî diyar e.


 

 

 

 

Alfabeya kurdî bi sê alfabeyan latînî, kîrîlî û erebî

 

 

 

 

 

 

 

 

CIHDERKA (Articulation) DENGDÊRAN / DENGDARAN

 

 


Jihevcihêkirina Zaravayên Kurdî Cografîkî:

KURMANCÎ (K) yan jî KURMANCIYA JORÎN
BADÎNANÎ (K) yan jî KURMANCIYA NAVERAST (Navendî)
''SORANÎ'' (S) yan jî KURMANCIYA JÊRÎN




Jihevhêkirina Zaravayên Kurdî û devokên wan ên mehellî:

KURMANCÎ (K)
SORANÎ (S)
GORANÎ/KIRDKÎ (''zazaki'')(G/K)
LOR(AN)Î (L)

Zaravayên lokal (mehellî) ên her çar zaravayên sereke û têkilbûna (integration) wan a bi hev re:

1- Bacalanî (G)
2- Bextiyarî (L)
3- Beyazidî (K)
4- Botanî/botî (K)
5- Dimilî/Kirdkî (G)
6- Erdelanî (S)
7- 'Feylî'/kermanşanî/behreyî (L)
8- Germiyanî (S)
9- Hawramanî/hawramî (G)
10- Kelhorî (L)
11-Kuhgalû (L)
12-Konyayî/haymanayî (K+S)
13-Lekî (L)
14-Mamasanî (L)
15-Mukrî (S)
16-Rojava/berfiradî (K)
17-Silêmanî (S)
18 Şemdînanî/hekarî (K)
19-Şêxbizinî (K+S)
20-Torî (K)



KURMANCÎ (/kurdî/kurmanciya Jorîn): botanî/botî**, badînanî/badînî, beyazidî, Þemdînanî/hekarî, cizîrî, rojava/berfiratî
SORANÎ (/sorî/kurmanciya Jêrîn/kurdî)
: mukrî, erdelanî, silêmanî, germiyanî,
GORANÎ (/gorî/kurdî): kirdkî, "zazaki"/dimilî, bacalanî, hewramî, (Zaza: navê êlê (eşîretê) ye, wek Barzan, Bêrtî, Herkî, Badikî û hwd)
LOR(AN)Î (/lorî/kurdî): feylî/behreyî, bextiyarî, mamasanî, kelhorî, lekî, kuhgalû

(KURMANCÎ, SORANÎ, GORANÎ, LOR(AN)Î = KURDÎ)

Nexieya zaravayên kurdî

 

 

 

 

Cografya zimanê kurdî:

Bacelanî li rohilata Kurdistanê dihê peyivtin. Navçeyek xêlî (eşayirî) ye, ji gelek gundan pêk hatiye. Li qezayên wek Kamjaran, Şêrwan, Qela, Qeysewend, Maraw, Kemanger dihê peyiftin.

Badînanî li deverên başûra herêma Botan, li Dihok, Amêdî, Akre, Şêxan, Zêbar û Barzan, her wisan jî li rohilata Hekarî, Soma, Xoy, Mako, Ûrmiye û li gundên Şino dihê peyivtin.

Bextiyarî li baŞûra rohilata Kurdistanê, li deverên Daran, Mescîdê Silêman, Şehrê Kurd, Çarmihal, navçeya Piştgoy'ê û li deverên mayîn dihê peyivtin.

Beyazidî li bakurê Kurdistanê, bi nêzîkî li tevayiya Serhedê dihê peyivtin, Qers, Agrî, Erzerom, Erzincan û deverên wan.

Botanî/botî Li navrasta Kurdistanê li, deverên pêşî li Cizîr, Sêrt, Şirnex, Silopiya, Diyarbekr, Zaxo, Dêrika Hemko (Malikiyê), paşê jî li deverên Farqîn û Diyarbekr'ê dihê peyivtin.

Cizîrî li deverên Mêrdîn (Amardîna), Midyad, Nisêbîn, Qamîşlo, Şengal û Amûdê dihê peyivtin.

Erdelanî li Rojhilata Kurdistanê, li derdorên Sine, Rewanser û Ciwanro'yê dihê peyivtin.

Feylî/KERMANŞANÎ/behreyî (bi navkirina 'feylî' ne rast e) li başûrê Kurdistanê li Bedra û Bexdadê dihê peyivtin.

Germiyanî li başûrê Kurdistanê li êrdimên Kerkûkê dihê peyivtin.

Hewramanî/hewramî Li rojhilata Kurdistanê li Awa, Biyare,Tewêle, Hewraman-î Text, Hewraman-î Lihon, Paweh, Newsûd, Dizlî, Nodse, Dînewer, Zengene, Siyamensûr, Şêxan, û beşek jî li devera Sinê û Ciwanro'yê jî dihê peyivtin.

Kelhorî li rojhilata Kurdistanê li deverên Kermanþan, Xaneqîn, Mendelî, Bedra, Kût û li Bicar, Qurwe, Hersîn, Kengawerö Sehane û Sonqur'ê dihê peyivtin.

Kuhgalû li baþûra rohilata Kurdistanê li deverên Behbehan û Qeleyê Golabê dihê peyivtin.

Lekî li dorhêlên Kermanşan, Îlam û Eywanþarê dihê peyivtin.

Mamasanî li êrdimên başûrê Kurdistanê, li Loristanê dihê peyivtin.

Mukriyanî/mukrî li rojhilata Kurdistanê, li navçeya Mahabadê dihê peyivtin. Mahabad di dema xwe de navenda Emareta Mukriyan bû. Weke din mukriyanî li dorhêlên Şino, Nexedeh, Xane (Pîranşehr), Serdeşt, Bokan, Sanqele û li Seqize dihê peyivtinê.

Rojava/berfiradî Li Ruha, Mereþ, Dilûk (Entab), Mazra û li baþûra rojavaya Kurdistanê li êrdimên Efrînê dihê peyivtin.

Silêmanî/soranî/sorî li êrdimên Silêmaniyê, (li Şahrezor), Qela Çolan, Çiwarte, Mawet, Penciwîn, Çemiemal, Qadî Kerem, Leylan û yên mayî dihê peyivtin.

Şemzînanî/semzînî/hekarî Weke nav li ser e, li hemû deverên Colemergê û li van navçeyên li jêr nimandî dihê peyivtin: Colemerg, Nehrî, Oramar, Gever.

Şêxbizinî Kurdên ku ji demên kevin ve hatine ber bi nav Tirkiyê ajotinê. Ev devoka pir mehellî, bi tenê ji hêla kurdên li deverên Enqere û Stanbolê dihê peyivtin.

Torî li deverên Kercews, Kerboran û Midyad'ê dihê peyivtin.

Zazakî KIRDKÎ (bi navkirina 'zazakî', 'dimilî, dimilkî' ne rast e) li bakura rojavayê Kurdistanê li deverên Cebaxcor (Bîngol), Mazra (El-Azîzî), Palo, Gênc, Hêne, Sêwreg û Çêrmûg'ê dihê peyivtin. Dimilî ('zazakî') û hewramî pir nêzîkî hev in.

 

 

 

Nexşeyeka zaravayên kurdî - Kurdistan welatekî pir berfireh loma jî kurdî zimanekî pir mezin e ji ber vê yekê jî gelek zaravayên wî hene.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

EFSANE: "Hz. Nuh bixwe û gelê wî bi zimanê kurdî diaxifîn. Kurd mêrxas û nebez in "
“Diyar-i Meyafarqin-i Kurdistan; Meyafarqîn (Silîva) ji hêla Melik Kurdim ve, ku neviyê Pêxember Nûh e, hate damezrandin.
Zimanê kurdan kurdî ye, ne erebî yan farisî ye. Zimanê kurdî ji dema Nebî de Nuh maye.
Ewliya Çelebî

Û RASTÎ Li cîhanê 7 hezar û 111 ziman hene. Di nav van zimanan de, zimanê kurdî bi 721 hezar 599 peyvên xwe zimanê 9emîn ê herî dewlemend ê cîhanê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Peyva ma, mak (dê) li zimanên hind-ewrûpî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurdên Bakur 50 milyon in lê wan yek (1) dibistaneke ku bi zimanê kurdî perwerdehiyê bike NÎN E!! (1999)
Nahêlin zarokên kurda bi zimanê dayikê bixwîne û bi çanda kurdî perwerde bibe. Zarokên kurda bi zimanekî biyanî,
bi zimanê tirkî dibişêfin (asîmîle dikin).

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

"Gelê kurd bi kêmanî 5,000 sal in ku li Rojhilata Navîn dijî. Di nav bav û kalên gelê kurd de med yên herî naskirî ne. Zimanê wan ji HEMÎ zimanên îranî kevntirîn ziman e."

Rojhilata Navîn, Michael Curtis, 1986

 

 

 

 

 

 

 

Peyvsaziya Bêpîvan

Şasiyên di warê peyvsaziya (termînologiya) bêpîvan, ên di nav zimanê me de, hem zimanê me aloz û hem jî qels dikin. Divêt ku em her dem û her zeman, peyvên ku li gora pîvanên peyvsaziya xwerû ne hatine honandin, ji nav zimên derînin.

Peyv, tenê li gor mercên bingehîn ên rêzimanê kurdî, li gor bingeha sazkirina peyvan, di zimanê kurdî de ava dibin û li gor van merc û prensîbên diyar, di zimanê me de, ciyê xwe digrin.

Van peyvên ku li derveyî van merc û prensîbên bingehîn ên rêzimanê kurdî ava bûne, divêt di her keys û derfetê de bihêne destnîşankirin û heger derfet hebe, ji nav zimanê me derxistin: Çend nimûne:

 

RAST

ŞAŞ
Mîretî
dewlet
Hevrê
rêheval
Dagîrker
mêtinger
Nimûne
mînak
Xwendegeh
xwendingeh/zanîngeh
Gotinên Pêşiyan
metelok
Çiriya Yekem
cotmeh
Doman
pêvajo
Netewe
netew
Sirs
raker/ jêbir
Anatolya
Anadolu
Pêşeroj
Paşeroj
Paşeroj
Pêşeroj

 

 

 

 

PEYVÊN
- ku bi kurdî hene lê nenas in:
Li şûna wan peyvên bi tirkî bi kar dihên:

Şilik
Çîlek

 



PEYVÊN
- ku di nav gelî de şaş bi kar dihên:
Bi ŞAŞÎ
- li şûna van peyvan bi kar dihên:
Nivîskar (Katib, sekreter, prînter)
Nivîsevan/Nivîser (edîb, yazar)
Pîrek (Pîrejin, kocakari)
Jin (nîsa, kadin)
Seg (Kûç, köpek)
Kûçik (segê biçûk, boncî)


Nimûneyeke bingehîn ji peyvsazkirinê re, naskirina bingeha peyvên li zimanê kevn ê kurdî Avesta ye. Heger mirov lêkolîneke biçûk li ser dîroka peyvsnasiyê bike, hingê awirdanek li zimanê kevn ê kurdî li Avesta, di vî warî de bersiva gelek pirsan dide. Ji bo hinek naskirina vî zimanê me yê kevnare, fermo em li avahiya çend peyvên bi pênc hezar salan kevn temaşe bikin:

 

AVESTA

KURDIYA NÛJEN
Vafra
befr
Vîfra
bîr
Vîsant
bîst
Vaya
ba
Varaza
beraz
Var
baran
Gama
gav
Roaxşna
rohnî
Baxra
behr
Xîsathra
sehr
Gaoşa
guh
Maêşa
mîh
Tarşna
tihnî
Çeşman
çav/çehiv
Mazent
mazin/mezin


 

Ziman Navgînê(*) Lihevhatinê ye


 

 

Yekemîn cudahiya di navbera mirov û ajelan de, kanîna bîrkirinê ye, cudahiya duwemîn jî ziman bi xwe ye.

Zimanê kurdî ji zimanê kevin ê Avesta'yî ye. Dîroka zimanê kurdî pir a kevin e. Ji bo nimûnê; Di govara zaniyarî ya bi navê NATURE'ê de, berhemên lêkolîna grûbeke zimannasan hatiye belavkirin. Van zimannasan, di encama xebatek bi nêzî 20 salan dirêj de, li dor 100 zimanî li komputerekê civandine ser hev û piştî lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên Hind-Ewrûpî, xwe digehîne Kurdistana Kevin (Rojhilata Kapadokyayê) ! Neha li pey vê encamê, em fêm dikin, ku çima mişe gotinên me yên kurdî, hema di tevayiya zimanên Hind-Ewrûpî de hene. Weke; hesp, hêk, lêv, cer, derî, por, nav, nimandin, dinan û hwd.

Bêguman tevayiya zimanên cîhanî, ji hev peyv wergirtine. Ev tişteke xwezayî ye. Tirk gava bi zimanê xwe bi tirkî dipeyivin, ji sedî 80 peyvên ji devê wan derdikevin, bi kurdî ne. Ji ber ku gava 800 sal berê hatine herêma Rojhilata Navînî, ji wê gavê ve di nav kurd, fars û ereban de heliyane û zimanê xwe ji bîr kirine. Lê ta nuha ne xwastine ku vê rastiyê bipejirînin. Lê belê wek di gotinên pêşiyan de dibêjin, ''aqil taca zêrîn e, lê li serê her kesê nîn e''.

Loma me xwast ku em li vir ji bo xatirê zaniyariyê lêkolîneke biçûk a pirsnasiyê (termînologiyê) bikin.

Di vê xebatê de em ê hewlê bidine xwe da ku piþkek ji wan peyvên kurdî ku bingeha ziman û wêjeya tirkî li ser rûniştiye, biweşînin.

Her kurdên milletperwer û xwedî zanebûna zimên, dikarin bi şandina peyvên ku me ne zaniye, beşdarê vê xebatê bibin:


KÎJAN PEYV JI KÎJAN ZIMANÎ YE:


Hîç:(KURDÎ/hîç)

Çarşamba:(KURDÎ/çarşemb)

Çaydanlık: (KURDÎ/çaydan)

Diyar: (KURDÎ/diyar)

Dost: (KURDÎ/dost)

Pazar:(KURDÎ/bazar)

Perşembe:(KURDÎ/pêncşemb)

Şamdan: (KURDÎ/şimadan)

Yar: (KURDÎ/yar)

NAVÊN MIROVAN

Berîn (KURDÎ/Berîn)

Bülent (KURDÎ/Bilind)

Kezban (KURDÎ/Kezîban)

Nermin (KURDÎ/Nermîn)

Nesrin (KURDÎ/Nesrîn)

Serdar (KURDÎ/Serdar)

Zerin (KURDÎ/Zerîn)

Derhal (FARSÎ/der hal )

Düşman (FARSÎ/doşmen)

Diğer (FARSÎ/dîger)

Henüz (FARSÎ/henûz)

Kırmızý (FARSÎ/qermez)

Kaşık (FARSÎ/qaşox)

Rağmen (FARSÎ/rexmen)

Siyah (FARSÎ/siyah)


Cuma (EREBÎ/cum'a)

Merhaba (EREBÎ/mer'haba)

Hal (EREBÎ/h'al)

Selam (EREBÎ/selam)


JÊRENOT/SERINC/TÊBÎNÎ (TBN):
_________________________________________

* ROMÎ: Mebest (meqsed) ji vê peyvê: Roma/Îtalya-antîkî û hem jî Bîzansa antîkî ye.

* * BOTANÎ/BOTÎ: Li mêjû, ev devoka mehelî, ji ber ku bi sedsalan bûye navenda siyaset, aborî û çanda Kurdistanê, loma di warê zimên de jî rolek navendî leyistiye. Mîretiya (emareta/dewleta) Cizîra Botan, bi sedsalan bûye navenda tevayiya emaretên kurdan. Ji ber ku Mîrên Botan, ku serokatiya tevayiya Kurdistanê dikirin, her dem li vir rûniştine. Loma ev devok pêş ve çûye û wek tîrêjên hetavê, kar û tesîra xwe gihandiye ser tevayiya zaravayên din ên kurdî. Ta zaravayên wek soranî, mukriyanî jî, ji vê devoka
botanî/botî kar û tesîr wergirtine.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dara şaxên zimên

''Dimililer diğer kürdlere nazaran daha çok yerleşik tarım yapmaktaydılar.
Dimili 'kibar' bir terimdir ve muhtemelen goraniyle beraber kürdçe'nin en eski lehçeleri arasındadır.
Fakat günümüzde kürdlerin büyük bir kısmı kurmanci lehçesini konuşmaktadırlar.''
Michael M. Gunter


 

 


 (Kopîkirina ji bo xwendin û perwerdeyê qet NE qedexe ye. Beşine ji vê nivîsa Bavê Barzan'î, li destpêka salên 1990î li Kovara Rewşenê belav bûye)

 

FERHENGOK
_________________________


Avesta: zimanê kevin ê hind-ewrûpî ye

Êrdim: herêm, mintiqe

Mêjû: tarîx

Pergal: çap, rewş

Rewş: weziyet

Têkuz: kamil, mukemmel

* Navgîn: araç, vasita

TBN: Xebatên ji bo bi awayeke giştî naskirina devokên zimanê kurdî, bêguman îro ji ber hebûna van astengên li ber kirina xebateke vekolînî ya rêk û pêk li ser tevayiya axa Kurdistanê, xwedî kêmasî ne. Ev erk bi awayekî baş bi tenê di rewş û pergaleke serbest û azad de û li ser axa welêt dikare bi cih were. Ji lewre jîkêmasiyên vê xebatê dê hebin. Em hêvîdar in, ku rojekê xebatkarên din vê babetê, vî karî ji vê derê rahêjin û bibine serî ta armancê.

1999-01-21

 

 

 

 

 

 

 

Nexşeya zimanên hind-ewrûpî

 

 

 

 

 

 

 

KÜRDLERDE SAPLANTI HASTALIĞI ve DÜZELME & DOĞRULMA ZAMANI

Artık kürdlerin kendilerine bir çekidüzen vermelerinin tam zamanıdır. Kürdlerin, bir halk için vazgeçilmez ve çok önemli olan siyasi iktidarı kaybetmelerinin tek nedeni; kürd değerlerine önem vermeyerek, kürd değerlerini umurmasayarak, SAPLANTILARIN korunmasını devam ettirmektir.

Önemli bir örnek;, eğer geçen yüzyılda kürd liderler, türk, arab ve farsın kendi ulusal değerlerinden neden feragat etmediklerini görüp anlamış olsalardı, onlar da kendi ulusal kürdi değerlerine sımsıkı sarılarak, müstakil bir kürd devleti'nin kurulması şartlarından asla ve en küçük bir taviz vermezlerdi. Eğer kürd liderler, 'biz müslümanız ve bütün halkların milli haklarının riayet edildiği bir müslüman devlet zaten ayaktadır, o zaman bir kürd devletine ihtiyaç yoktur' GAFLETİ içinde olmasalardı, bu gün kürdler islamı kendi milletinin çıkarları için kullanan arap, türk ve farsların kölesi olmazlardı.

Kürd ve Kürdistan tarihindeki en büyük gaflet bu gaflettir: islamcılığın bütün milletlere eşit yaklaştığı gafletidir. Oysa islamcılık KÖLECİ bir ideolojidir. Hem birey düzeyinde ve hem de topluluk (halk) düzeyinde insanların özgürlüğünü ortadan kaldıran, kıstlayan TOTALİTER bir ideolojidir.

İkinci ve önemli bir örnekte şudur: kürd birey ve toplum nezdindeki SAPLANTILAR. Kürd ve Kürdistan ile ilgili doğru ve aslolanı DEĞİL ama yanlış ve yalan olanı, yani saplantıyı yaşatmak ve devam ettirmek hastalığı. Kürdler bu yanlışları devam ettirerek, düşmana gerek kalmadan, kendi ağızlarıyla kendilerini parçalayıp yok ediyorlar.

- KIRDKÎ'ye zazaki demekte direttikleri gibi - oysa zaza aşiretinin lehçesinin adı KIRDKÎ'dir başka bir şey değildir.

- KERMANŞANÎ'ye feyli demekte direttikleri gibi - oysa feyli aşiretinin lehçesinin adı KERMANŞANÎ'dir başka bir şey değildir.

Kürdler ağızlarında böyle yanlış ve sakat adlandırmalar (gevelemeler) yaptıkları için kendi kendilerini eritip yok ediyorlar. Bunun için kürdleri bir an evvel yok etmek isteyen kürd düşmanları kolaylıkla 'işte bakın zazalar ve feyliler kürd değil' diyorlar.

Bu örnekler daha birkaçı, bu saplantılar o kadar çoktur ki keşke hepsini buraya toplayabilseydik.

Yanlışlarımız o kadar ÇOKTUR ki düzeltmeye on ömür bile yetmez. Bundan sonra yanlış yapmamaya önem vermek lazım.

 

 

 

 

SEG & KÛÇ



- TURKEŞ - KÛÇIKÊ REŞ! Berê ev dirûşm (slogan) li Kurdistanê li dar bû û bo faşîstekî har ê tirk re dihat gotin.

Paşê ew kurdên ku kurdî pir baş dizanîn wisa digotin: ''Ew bi qurbana kûçika be. Kûçik pir şerîf in. Ew dêlegurê/gurdêleyê qûnek e. Ne seg e jî. Seg ji sed bavê wî jî baştir in. Dirûşma rast ev e: TURKÊŞ - SEGÊ REŞ!''.

Ji lew re di kurdî de kûçik wek peyveke dillicîbûnê (razîbûnê) ji bo segên biçûk re tê gotin. Segên biçûk û rind re.. Ta ku ji bo zarokên nehs û şîrîn re jî ev peyv tê gotin. Lê belê ji ber ku ola îslamê segan nepak (neciz) diyar kiriye, loma kurdên musulman ji bo wan kesên ku ji wan nayên hezkirin, li wateya seg bo wan dibêjin 'kûçik'. Ev peyva kyurdî ku wateya seg dide, ji rehê peyva KÛÇ tê. Gava KÛÇ tê biçûkkirin (dimunitiv) hingê dibe kûçik. anku segê biçûk (köpekcik).

Bo nimûne:
Law: lawik
Kur: kurik
Dar: darik
Mal: malik
Kûç: kûçik, vb

 

 

 

 

 

Firokxaneya Nashwille, DYA

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Prens Dr Kamûran Elî Bedirxan dersa kurdî dide.
Kesê ji piya Cemal Alemdar

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li salên 1740 û 1800an li ser zaravayên kirdkî (dimilî/zazakî) ya kurmancî gelek xebat tên kirin li Almanya'yê
Navên mehan li herêmên Amedê û Palo Mêrdîn'ê.

NAVÊ MEHAN

1. rêbendan
2. reşemeh
3. adar
4. avrêl
5. gulan
6. pûşber
7. tîrmeh
8. gelawêj (tebax)
9. rezber
10. kewçêr
11. sarmawez
12. berfanbar

 

 

NAVÊ MEHAN 
- Li gor ekola Hawarê:

1 çileya paşîn
2 sibat
3 adar
4 nîsan
5 gulan
6 hezîran
7 tîrmeh
8 tebax
9 îlon
10 çiriya yekem
11 çiriya duwem
12 çileya pêşîn

 

 

 

 

 

 

 

 

Zaravayê kurdî goranî li Rojhilatê li van herêm û êrdimên Kurdistanê tê axiftin

 

 

 


 

 

Rehma Xwedê lê be (kurdî ye)

Serê we sax be (tirkî ye = başınız sağ olsun)

Saxî be/Xweşî be (kurdî ye)

Derbasî be (tirkî ye = geçmiş olsun)

Noşî can be (kurdî ye)

Şîfa be (tirkî ye = şifa olsun)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

21'ê Sibatê - Roja Zimanê Dayikê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Veman Lineva: Tu tawanbar î, heger zarokê te bi kurdî nizanibe.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

İnönü İti ve Churchill

 

Kürdçe'yi inkar edenlerin düştüğü alçak vaziyete bak!

Anlatan: Numan Menemencioğlu:

-Churchill inönü'ye dedi ki:"Paşa sen kürdçe bilir misin?"

İsmet paşa şaşırmıştı. ne diyeceğini bilmiyordu. o bir şey söylemeden ben araya girdim ve hemen "ekselans, biz kürdçe bilmeyiz. zaten bizde kürdçe konuşulmuyor ve böyle bir dil de yoktur", dedim.

Churchill adamlarından birine sordu. "Öyle mi mister, kürdçe diye bir dil yok mudur?" deyince, adam daha önceden hazırlıklı hemen ayağa kalktı, "olmaz olurmu efendim? çok zengin bir kürd dili ve edebiyatı vardır. isterseniz, - o ana kadar duymadığımız- Diwana Ciziri'den bir şiir okuyayım." dedi. Churchill oku dedi. Okudu, anlamıyorduk ama farsça'ya yakın, nefis ahenkli bir şiir okudu. ve bu şiirin kürdçe olduğunu söyledi. "öyleyse bu şiiri bize yaz." dedi. yazdı. Churchill "bunu ingilizceye çevir" dedi. çevirdiler. "Birde fransızca yapın" dedi. Onu da yaptılar. Bir de türkçe'ye çevirdiler. ve bana, "mösyö, sen de gel bakalım. bu üç dilden aynı fikri ifade etmek için, bakalım metne kaç yabancı sözcük alma mecburiyeti olmuştur" dedi. Fransızca'da hiç yoktu. İngilizce'den üç-beş latin kökenli kelime çıktı. Kürdçe aslında dört-beş arapça kelime bulundu. Ama türkçe nüshaya gelince "dır" ve "ile" den başka. Türkçe diye bişey kalmamıştı. Kimisi arapça kimisi farsça ve diğerleri de Avrupa'nın çeşitli dillerinden alınma sözcüklerdi. Churchill dört sayfayı da önümüze koydu. "Ayıp değil mi?" dercesine, "bakın efendiler, yok dediğiniz ve memleketinizin büyük bir bölümünde anadil olarak konuşulan kürdçe'nin zenginliğini görünüz" dedi." Uzun dışişleri bakanlığım sırasında o günkü kadar sıkılıp, mahcup olduğum başka bir gün hatırlamıyorum.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konferansa yekemîn bo zimanê kurdî li bajarê Yerevanê 08.07.1934.
Li wêneyê Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco tevî endamên konferansê

 

 

Konsulê Brîtanya li Kurdistanê wiha nivîsî:
Henry Trotter di rapora xwe ya sala 1880'an de dibêje ku “piraniya kurdan bi zaravayê kurmancî an jî (kirdasî) diaxivîn, yên din jî bi zaravayê zaza diaxivîn.
Li gor Trotter peyva #Zaza ji peyva kurdî ya Zozan ku tê wateya deştê hatiye girtin.

Têbînî: Ew behsa zaravayên kurdî yên i Bakurê Kurdistanê dike, ne zaravayên li ser hemî erdnîgariya Kurdistanê.

 

 

(Kürdistan'daki İngiliz Konsolosu yazdı:
Henry Trotter MS 1880 yılına ait raporunda ''kürdlerin çoğunluğunun kurmanci veya (Kırdasi) denilen bir lehçeyi konuştuğunu, geri kalanının ise Zaza Lehçesini konuştuğunu belirtiyor. Trotter'e göre #Zaza kelimesi kürdçe'de yayla anlamına gelen Zozan kelimesinden türemiştir.

Not: Tüm Kürdistan coğrafyasını değil, Kuzey Kürdistan'daki Kürd lehçelerinden bahsediyor.)

 

 

 

 

 

 

 

Kurdî xistine herî paşîn! Lê kurdî gerek e ku herî pêşî be. Gava kurd hebûn, ecem (faris) tunebûn.
Ev nijadperestî li hevberî kurdan bi destê xiristiyanên nijadperest ên ewrûpî hat kirin.
Gotin ''kurd musulmanên hov in, loma ne gerek e li ser wan û çand û zimanê wan vekolîn were kirin''.

JAPHETIC LANGUAGES Kurd Zaza Dialekt 1863

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KOKA(*) ZIMANÊ HIND-EWRÛPÎ

Zimanê ku î roj em hemî mirovên cîhanê pê diaxivin da ku em ji hev têbigerhin û li hev bikin, piştî Şoreşa Çandinê (Agrar Revolution - 11 hezxar sal BZ)
ji vê piştî 8 hezar sal berê hatiye vê dirûbê (şeklê) xwe û pêkhatiye. Pêşî ji zimanê kurdî zimaneke hevbeş derketiye holê û ava bûye ku jê re dibêjin:
ZİMANÊ PÊŞÎ YÊ HIND-EWRÛPÎ (Proto Indo-European). Paşê jî ji vî zimanî (ji kurdıî) gelek zimanên din, ên wek, yûnanî, îtalyanî, almanî, fransî
û înglîzî derketiye. Çima zimanê herî pêşî çêbûye kurdî bûye? Ji ber ku zanist dibêje (Nature Autumn 2003): 'ev zimanê ku î roj em qewmên hind-ewrûpî
pê diaxivin, cara yekê ji hêla wan gundiyên pêşemîn hat axiftin, ku wan cara yekê mal, gund û bajar damezirandibûn, ji lew re, wan hunera bi destvehanîna
ew xuraka ku vê şaristaniyê za, bi destvehanîbûn. Kurd yekem qewm e, ku hunera çandinê bi destvehanî û lawir û sewal kedî kir. Ev rastiya dîrokî î roj ji hêla zanistê ve
hatiye piştrastkirin. Ji xwe ev rastî li nav efsaneyan jî dihat vegotin: ''Kurd qewmê nebî Nûh in', 'Nebî Nûh bi kurdî diaxivî', 'Zimanê Hz Adem kurdî bû', 'Hz Yûnis bi kurdî şîretan dikir',
'Kurdî zimanê herî kevn e' û hwd.

*): --- Peyva KOK kurdî ye. Peyveke hind-ewrûpî ye: 'Cocon',
'kakil' heman peyv in.

 

Kurdî zimanekî Pêş Hind-Ewrûpî (Proto Indo-European) ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

"Kurdî di Wîkîferhengê de bû heştemîn zimanê herî mezin"
--- Çi "bû"?! Kurdî ZIMANÊ PROTO (Pêş) HINDO-EWROPÎ ye û berî hemûyan e herî mezin e helbet.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dîroka zimanên cîhanê (Kurdî) 1735..

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDÎ - Koka Zimanê Hind-Ewrûpî


NATURE ATIMN 2003

 

 

BAVÊ BARZAN

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum