Bavê Barzan


ÇOLO


Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

Çol û çolistan
ber û beristan
havîn çû
ma zivistan
serê Çolo
ji nû ve ket
xax û baxê gran

 

 

- 1 -

Hebû ne bû pîrejinek hebû. Ew û kurê xwe li taxekê feqîran a li kenarekî keleha bajarê Diyarbekrê ku jê re dibêjin taxa Xançepekê, li xaniyekî biçûk diman. Navê kurê wê Çolo bû.

Pîrê û kurê xwe, rojê sê caran diçûn li bexceyê Hewselê ya li biniya bajarê Diyarbekrê, bo qal û qirþan berhev bikin û bihênin li bazarê bifiroþin.

Rojekê, sê barên êzingan zû birin nav bajêr û xwestin ku berî roj here ava û berî ku deriyên keleha bajêr bihêne girtin, barekî din jî ji xwe re bibin. Ew þev jî þeveke pîroz bû, þeva 21ê adarê cejna biharê bû. Ji lewre wê agirê cejna beharê ku jê re dibêjin newroz bihata vêxistin û ji ber vê yekê jî, xelkê bajêr pêwîstî bi êzingan hebû.

Piþtiya çara jî li ser qantirê xwe jidandin û bi lez û bez berê xwe dan deriyê keleha bajêr, deriyê bi navê Derê Mêrdînê Lê belê vê carê dereng mabûn. Ta xwe gihandin ber derî, ro çûbû ava û dergevan jî derî girtibûn. Diviya ku pîrê û kurê xwe ew þev li derveyê bajêr, li biniya kelehê, li ber degehê keleha bajêr þeva xwe derbas bikirana.

Nêzî nîvê þevê, pîra dê ji ber sermê nikaribû razê. Heste tunebû ku pê agir vêxin û xwe germ bikin. Çolo kurkê xwe ji ser xwe derxist û li ser pîra diya xwe danî, lê bêkêr bû. Serma þevê bo pîra dê pir xedar bû û ji ber sermê nikaribû razê. Hingê Çolo barê êzingan ji ser piþta qantirê danî û li dor û berê pîrê êzingan kom kir ku wê hinekî ji sermê biparêze. Çolo, li ber diya xwe çok da erdê û darê destê xwe kir bin heniya xwe û bêtevger li ser çokên xwe li ciyê xwe wisa bêliv ma. Bi vî rengî hinekî ponijî û paþê di xew re çû.

Li vê þeva pîroz jî, perî û ferîþteh ava pîroz li kaniyên mihîniyan, li kaniyên mezin ên Kurdistanê belav dikirin. Gava bû nîvê þevê, ji ser ezmanê ew ciyê ku pîrê û Çolo xwe lê telandibûn, refeke perî û ferîþteh ji ser wan, li hewayê, derbas bûn. Li ber sînga her periyekê îjî, ronahiyekê hebû. Li vê tariya þevê gava difirîn ku ava pîroz li kaniyên Welatê Xwedê li kaniyên Kurdistanê belav bikin, bi vê ronahiyê pêþiya xwe didîtin. Çolo ji ber dengekî hingê þiyar bû û berê xwe da ezmanan û li stêran temaþe kir..

Bi carekê ve çavê Çolo, bi ronahiyeke sor û zer ket. Ev ronahî li ser serê wan difirî û bi ber bi bajêr ve diherikî û diçû.. Refeke mezin ji refa perî û ferîþtehan bû û heyameke wisa ji ser serê wan difiriyan û vedikiþiyan. Paþê hin ji wan pir nêzîkê ser serê Çolo û diya wî firiya. Gava ref ji ser serê pîrê û Çolo wisa pir nizim firiya, ronahiyek ji ber dilê periyekê þiqitî û hat xwarê. Ev ronahî wek agir sor teyisok bû. Agir ji ber dilê periyekê ketibû û bi lez ber bi erdê ve dihat xwarê. Perî xwe li pey êgir berda xwarê da ku ronahiya ji ber dllê wê þiqitîbû pê bigirta. Bi vê ronahiyê riya xwe didîtin,. Gava perî tam destê xwe wê bavêta êgir ku bigre, Çolo dît ku agirek ji niþkê ve bi ser serê wan de tê xwarê û tirsiya. Çolo bawer kir ku ev agir wê bikeve ser serê wan van qal û qirþên li dora pîrê pê biþewite û pîrê jî di nav de biþewite. Loma Çolo bi lez û bez rabû ser piyan û ji jêr ve çoyê xwe bilind kir û li nîvê agir xist û ew agirê ronahî dida, bi derba çoyê wî re agir parçe parçe bû þikiya. Agir li hemî der dora wan belav bû.

Dilê Çolo hinekî ket cî ku, ku agir tam neket ser koma qirþikan ku diya wî li bin bû.. Zû bang li diya xwe kir û got ''dayê rabe ser xwe ez ê nuha ji te re agirekî pêxim ku tu xwe pê germ bikî!''.

Diya wî bi dengê Çolo re rabû ser xwe û xwe nêzîkê êgir kir, lê gava li agir niherî, ku ne agir e. Ne germayiya wî heye û ne jî destê mirov diþewitîne. Tiþteka sor û zer e ku jê ronahî dertê. Pîra dê bi berdewamî li agir niherî û got:

- Na welle kurê min ev ne agir e. tiþtekî wek yaqût û almas sor e, bivê nevê yaqût û almas e!

Pîrê hema dest pê kir û wan perçeyan da hev û xist nav pêþmala xwe û pêþmalê li hev pêça û girê da û dîsan ket binv qirþikan û xwe li ciyê xwe teland.

Bû sibe û gava roj hilhat, dergevan deriyê bajêr vekirin, Çolo û pîra dê, zû ji derî ketin nav bajêr û çûn mala xwe.

Pîrê destmala xwe vekir û yek du perçe ji wan kevirên teyîsok xist nav tûrikekê û tevî kurê xwe Çolo ji malê derketin û berê xwe dan nav bajêr ji bo firotina van kevirên teyîsokî.

Çûn dikaneke zêrînger û pirsîn:

- Ma tu vana ji me nakirî?

Zêrînger bi hijmekariyeke mezin li van keviran niherî û got:

- Pîrê, vana kevirên pir granbuha ne, nayên firotan. Pir buha ne. Ma tenê ev in?

Zêrînger berdewam kir û pirsî:

- We ji ku derê vana peyda kir?

Pîrê bersiv da:

- Me ew li erdê dîtin.

Pîrê nabêje wî, ku belê ji wan êdî bêhtir li nik wê hene.

Zêrînger got:

- Van kevirên we yên teyisok, ne yên vî zemanî ne. Vana pir kêmdîtî û nadîde ne. Loma ez nikarim buhayê wan tam bi we dim. Lê belê ez dikarim tenê ev qas bidim we û zêrînger hema çi pereyê di kîsê wî de hebû, derxist û hemî da pîrê.

Pîrê van pereyan girt û çû nav bazar û hemî kêmasiyên malê pê kirî û vegeriya malê. Mala xwe pir xweþ kir. Van pereyên ku zêrînger da wan, têrî hemî lêçûnên debara wan a bi salan dikir. Loma êdî nedçûn nav baxçeyê Hewselê, da ku dîsan qal û qirþan bidin hev. Çend perçeyên din ên wan yaqûtên mayî jî firotin û ji xwe re xaniyekî xweþ û mazin jî kirîn û rewþa jiyana wan ji binî ve guherî. Her rojên ku diçû, bo xwe tiþtên nuh dikirîn û jiyana xwe êdî xweþtir dikirin.

Rojekê ji rojan, lawê pîrê jê re got:

- Dayê, madem ku van yaqûtên me wisa pir giranbuha ne û em pê wisa dewlemend bûne, divê îcar tu herî qîza paþê bo min bixwazî!

Pîrê, gotina lawê xwe neþikand û çû qesra paþayî ku keça paþê ji kurê xwe re bixwaze. Du sê perçeyên ji wan kevirên yaqût jî kir bêrîka xwe bi xwe re bir. Lê paþa ew roj ne li qesra xwe bû, bi wezîrên xwe re derketibû nêçîrê.

Her xwazgînvanên bo xwestina banûyê dihatin qesrê û mebesta xwe diyar bikin, li ser textê xwazgîniyê dirûniþtn. Pîrê bêyî destûr bigire, hema yekser çû li ser textê zêrîn ê xwazgîniyê rûniþt .

Dergevanên qesrê ji pîrê re gotin: ’'Pîrê ev xelet e. Ev ne ew ci ye ku xelk dikarin lê rûnin. Ew ciyê xwazgînvanan e, xwazgîniyên keça paþê. Lê pîrê qet guh neda kesî û li ciyê xwazgînvanan rûniþt û ji dergevanan re vê got:

- Ji xwe ez hatime ku qîza paþê bo kurê xwe bixwazim!

Dergevanan gotin pîrê:

- Paþa îroj ne li mal e. Paþa qîza xwe bi qelena nade. Merc û þertên wî hene.

Pîrê got:

- Baþ e, ez ê dîsa rûnim û li bendî paþê bim ta ku were. Pîrê her ser3e sibehî dihat û li ser textê xwazgîniyan rûdiniþt û êvarê d3ýsa diçû mal. Çend roj wisa berdewam hat û çû.

Pîrê ji dergevanan re got::

- Baþ e, nexwe wê gavê ez ê çendekî din, gava paþe zivirî werim û nuha bi xatirê we û rabû çû.

Berî ku ji ser text rabe, wan kevirên yaqût ên li bêrîka xwe li ser text hiþt û vegeriya çû malê. Kevirên yaqût ronahiyeke pir þêrîn didan li hundir.

Çend rojên din gava paþe ji nêçîra xwe vegeriya hat, wan kevirên teyîsokî nîþanî paþê dan. Got bang li pîrê bikin bila were vir.

Pîrê hat pêþewaziya paþê û paþe gote pîrê:

-- Pîra delal, heger bi qelena be, va ye te qelena qîza min bi van kevirên xwe yên yaqût ku te li vir nanîne, te daye. Lêbelê ez qîza xwe bi qelena nadim. Bila kurê te were vir, ez wî bibînim. Ez qîza xwe didim wî kesî ku bikaribe ji min re kulîlka ber bi royê Gulîstan a qîza periya bîne.

Anku paþa Gulîstana qîza periyan bo xwe dixwest. Bêje kurê xwe heger dikare Gulîstanê bo min bîne, ez ê qîza xwe bidimê.

Pîrê hat malê û merc û doxên paþê ragihand Çolo'yî. Jê re got:

- Kurê min ev karekî wisa ye ku qet çênabe, tu nikarî bikî.

Lê Çolo got diya xwe:

-- Na ez ê herim.

Çolo tê qesrê ber dergaha paþê. Paþe dibêje wî:

- Weke bo pîra diya te got, divê tu herî Gulîstana gulika ber bi ro, qîza periya bo min bihênî. Wê gavê ez ê qîza xwe bi te dim û te jî bikim wezîrê xwe.Heger rte nehanî ez ê serê te bifirînim.

- Çolo got ser her du çavan paþayê min, mercên te min qebûl e.

Hespê Çolo û nanê wî yê rêwîtiyê amade kirin û Çolo yekser bi rê ket.

 

Çol û çolistan
ber û beristan
havîn çû
ma zivistan
serê Çolo
ji nû ve ket
xax û baxê gran

 

- 2 -

Çolo berê xwe da Çiyayê Gûza, darên gûz û çaman ku bo çûna welatê Gulîstanê diviya ji ber wî çiyayî derbas bibe.

Çolo demeke dirêj li ser riyan çû û piþtî heyamekê xwarina wî nema. Gava ji ber bajarekî biçûk derbas bû, xwest ji wî bajarî hinek xwarin bixwaze. Çû nav bajêr û li ber malekî mezin rawestiya. Mala Koço Axa bû. Koço Axa nan da Çolo û jê xwest ku here ser Çiyayê Gûza û ji wir dareke gûzê bîne. Çolo ji Koço Axayî pirsî:

-- Ma ji ber çi hûn naçin wir û bi xwe dara nahênin?

Koço Axa got:

- Em newêrin herin, kî diçe wir êdî venagere. Li wir dêwekî heye ku mirovan duxwe..

Çolo got:

- Heger hûn xwarina heyvekê bidine min, ez ê herim wir û darekê ji wir bînim bo we.

Koço Axa got

- Pir baþ e, te çi xwest em ê bidine te.

Çolo berê hespa xwe da Çiyayê Gûza û hilkiþiya ser çiyê. Piþtî darek bi bivira xwe birî û bi hespa xwe ve jidan ku bibe, ji niþkê ve dît ku va ye qîzek nêzîkî wî hat. Gijika pora serê wê mîna porên pîrhevokan gijikî û bela-welayî bû. Qîz destê xwe avêt darekê û darê ji kokê rakir. Wisa pir bi hêz bû.

Ji Çolo re got:

- Lawo, lawo lawo! Tu çi digerî li van deran? Ma qey darê me bêxwedî ne? Ev der bexçeyê me ye. Çawa tu dikarî darê me jêkî? Û yekser hêriþî ser Çolo'yî kir. Þerê wan dest pê kir. Çolo nizane ku keçik perî ye.

Hevdu vir de wê de birin û hanîn û gerandin, Çolo ku pir bi hêz bû ket ser jinikê.. Wê gavê bazina wê ji destê wê ket. Çolo bazin digre û dike bêrîka xwe. Paþê Çolo pêsîrê wê dibîne û têdigehe ku jin e, ji ser rabû. Pê re qîzik ji ber Çolo rabû û bi lez û bez çû win bû.

Çolo ber bi êvarê dara guzê ku li çiyê jêkiribû bi xwe re hanî ber mala Koço Axa danî. Koço axa ew vexwend ser xwarinê. Gava Çolo xwarin dixwar, du keçên Koço Axa pevçûn. Çolo wan ji hev kir û destê xwe bir bêrîka xwe û bazina li nav bêrîka xwe derxist da keçika ku pir dikir girî. Diya keçikê hat û bazin ji destê keçikê girt û lê nerî û got:

- Ev çi bazineke xweþik e û pê re bazin ronahiyeke mezin da û hemî jora xanî wek roj bû ronî.

Roja din jina Koço Axa çû hemamê û ew bazin bi xwe re bir hemamê. Bazin danî ser ciyekî bilind li hemamê û ronahiya bazinî nav hemî hemamê dagirt, hemam weke roj rohnî bû. Xelk li ber ronahiya wê serê xwe diþûþtin. Her kes digot ''çi bazinekî xweþik e ev bazin'!.

Jina Koço Axa ji xelkê re digot: 'ev bazinê periya ye'.

Ew roj jina waliyê wî bajarê jî hatibû hemamê. Nav û dengê bazinê li ber guhê her kesî ket. Digotin ''ev bazin bazinê periya ye û rêncberê Koço Axa'yî çûye çiyayê gûza bo hanîna daran û ev bazin ji periya girtiye û bi xwe re haniye.

Jina waliyê bajêr ji paþê re got ''ez teka vî bazinî dixwazim''

Paþayê bajêr bang li Koço Axa kir û ferman da Koço Axa û got:

- Bila rêncberê te here teka vê bazinê ji min re bîne.

Koço Axa hat malê bo Çolo vegot:

Çolo got:

- Bila ez ê herim bînim'.

Roja din xwarina wî kirin tûrê hespê û Çolo li hespa xwe suwar bû û bi rê ket.

Piþtî çend heftiyan Çolo destvala vegeriya cem Koço Axa. Wê gavê Koço Axa bêgav ma ku bazina ku Çolo dabû wan bide waliyîî. Ji ber ku êdî çi nirxekî waliyî jî nemabû li nav xelkê . Her kes behsa Koço Axayî dikir. Ev yek jina walî pir diqeherand.

Êdî Koço Axa bazina li mala xwe dide jina waliyî.

Çol û çolistan
ber û beristan
havîn çû
ma zivistan
serê Çolo
ji nû ve ket
xax û baxê gran

 

- 3 -


Bizinê pîrejinekê ew êvar bi keriyê pez re venegeriyabû, winda bûbû. Pîrejina xwedî bizin ji þivanî pirsî.

- Bizina min îþev bi keriyê re nehat malê, ma çi bi serê bizinê min hat?

Þivan got:

- Ez nizanim, lê dibe ku li çolê mabe.

Pîrejîn li ser vê bersiva þivanî pir dilteng bû û çû giliya þivanî li ber waliyî kir. Walî pereyekî hindik da pîrejinê ku dilê wê xweþ bike û jê re got:

- Pîrê tu here malê.

Ji lew re pir kes hatibûn giliyên wisa li nik waliyî kiribûn. Walî dizanî ku hûtekî li çolê, li çola li nêzîkî bajarê wan heye û ev hût e, ku hemî pezên wan ên ku win dibin, digire û dixwe. Piþtî giliya pîrê walî ji wezîr û þêwirmendên xwe re got:

- Gerek e ev hût were kuþtin. yan na rojekê dikare were nav bajêr û xelkê me jî hemî buxwe. Nuha beyanekê li nav xelkê belav bikin û bêjin kî vî hûtî bikuje, ez ê wî jî bikim wezîr û qîza xwe jî bidimê.

Çolo vê dibihîse û diçe qesra waliyî û jê re got:

- Ez benî li ser fermana cenabê we ez hatime ku bêjime cenabê we ku ez amade me herim wî hûtî bikujim.

Dilê paþayî pir xweþ bû û ferman da ku hefikekê rêwîtiyê tije ji nan û penîr û benî û bastêq amade bikin û hespekî ji hespan yê kihêlî jî bidin Çolo da ku sibe serê beyanî bi rêkeve.

Roja din Çolo bi rê ket qet û çû. Bi þevê dixewe û bi roj jî rê ve diçe.

 

 

 

 

 

* * *

- 4 -

[Paþe]

[Çolo bû kurê pîrê]

 

 

 

Rojekê.....



...rastî hûtekî tê.

- 5 -

Çolo bi þev û rojan diçû. Êvarekê gava li ser rê ye û diçe, dibîne ronahiyeke pir biçûk li serê çiyayek, ji dûrî ve xuya dibe. Xwe li wê ronahiyê radigire û diçe. Ew þev ta serê sibehê li rê dimeþe. Gava dÝbe roj, dixewe. Gava dîsan dibe êvar ji xew radibe û çavê xwe li ciyê wê ronahiyê digerîne. .Ronahî dîsam lê xiya dibe û berê xwe dide wê ronahiyê û dîsan ta serê sinê wisa rê dimeþe. Bi vî awayê çar þev û çar roj diçe. Paþê ciyê ronahiyê nêzîk dibe. Roja hefta êdî bi þev nameþe. Ji ber ku dibîne dûmaneke zirav ji nava çiyê ji ciyê wê ronahiyê hildibe. Lê Çolo li nava rojê naçe wî ciyê ku dûman jê dertê. Li bendî êvarê dimîne. Gava dibe êvar, hildikiþe çiyê û diçe ciyê ku dûman jê hildikiþe. Dibîne ku koþkekî biçûk e û tê de pixêriyeke agir dadayî û qazanekî mezin li ser e û qazan dikele. Çolo li der û dora koþka biçû çavê xwe digerîne, kesî nabîne. Ji pencereyê li nav koþkê dinere, dîsa kesekî nabîne. Hêdîka derî vedike û dikeve hundur. Koþk xir û xalî ye, kes lê tune. Çolo devê qazanê vedike dibîne ku qazan ta serî tije þorbeya hebnîýsk e û dikele. Çolo radihije firaqek li ber qazanê û bo xwe bi heska li nav qazanê þorbe dadigire û têra dilê xwe dixwe. Paþê bi xwe dibêje ''dibe ku xwediyê koþkê were hundur dibê ez xwe li bin textê nivîna veþêrim û li bendî bim''.

Bû êvara direng, niherî ku sê kevok firiyan hatin ketin hundur, postên xwe ji xwe kirin û bûn sê leçên pir xweþik ên þox û þeng. Her sê keç jî bo xwe þorbeya hebnîskê dagirtin sê firaqan û rûniþtin li ber pencereya koþkê ku bi hev re þîvê bixwun.

Çolo hingê ji bin wî textê ku xwe li bin veþartibû destê xwe diêj kir û postê her sêyan ku li ser text hatibûn danîn kiþand bir cem xwe.

Yek ji keçikan ji her duyên din re got

- Xuhê, welle va ye mîna ku bihna însana ji vir tê!? Dibe ku însan hatine vir! Em çawa bikin?

Keça din got:

- De ka em piçek bihna xwe vedin, þîva xwe bixwun û paþê em ê ji vir derkevin û herin. Ronahiya ber dilê te nîn e, lê tu nêzîkî min bifire da ku tu ber xwe bibînî.

Xuþka sisiyan got:

- Pir spas xuha delal. Herê wellah ronahiya ber dilê min ji wê þeva eydê, ku gava me ava pîroz li kaniyên Welatê Xwedê li kaniyên Kurdistanê belav dikir ket û hema çirkek berî ku min xwe bigihanda Hema bila Xwedê muradê min bi wî kurikî re bke, belkî ew ronahiya min li min vegerîne! Got û berî þîva xwe bixwun dest bi duaya þîvê kirin:

''Spasî bo vê mihrîbanî, pêþkêþî û meziniya te, spasî bo vê þîbê ey Xwudayê Gerdûnê'' Û paþê dest bi xwarina þîva xwe kirin.

Piþtî Çolo vê bihîst, ji bin wî testê ku xwe veþartibû derket der. Sê xuþk pir tirsiyan û li postê xwe geriyan. Çolo ew li bin text veþartibû.

Çolo gote wan:

- Netrsin, ez jî wek we rêwî me. Ez ê xirabiyek bi we nekim û destê xwe avêt bêrîka xefika li ser milê xwe û perçeyeke mezin a ji wî kevirê ronahîdêr derhanî û dirêjî keçikê kir û got:

- Fermo ev ji te re ronahiya li ber dilê te û min bibexþîne. Ew lawê pîrê ez im. Min nedizanî ku ev ronahiya ber dilê we ye ku hûn pê ber xwe dibînin!

 

* * *

 

Berdewam dike..

 

Min ev çîroka gelêrî kurdî ji bavê xwe Xwedê wî bi dilovaniya xwe þa bike; Hemîdê Cano bihîst û venivîsî. Ez vê pêþkêþî zaroyên kurdan ên li dibistanên tirkan dikim. Bavê min vê çîrokê cara dawîn li Stockholmê li ser daxwaza min bo min got, lê mixabin hingê zêde hiþê wî nemabû ji lew re temenê wî 93 sal bû.

2003 Stockholm SWÊD
| Bavê Barzan |

 

 


FERHENGOK:


Banû: qîza paþê
Ferîþteh: melayket
Nêçîr: raw, seyd

 

 

Çîroka Çolo, min cara yekê gava zarok bûm ji bavê xwe Hemîdê Cano bihîst. Piþtî 30 salan gava ew 92 salî bû
hat Stockholm'ê min jê tika kir ku careke din vê çîrokê bo me bêje. Hingê hiþê wî pir nema bû lê dîsan hemî
beþên çîrokê hanî bîra xwe û bo me got. Min dengê wî girt û tomar kir û vê çîrokê venivîsî.

 

 

 

 

GORAN CANDAN

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum