DÊRIK
[Dêra Biçûk]
Çîyayê Tûrcelê û Dêrika Çîyayê Mazî, 16.02.2019
Dêrik, 2000
Dêra Sor (Surp Kevork) Dêrik*
Dêrik = dêra biçûk
(Wêne: Mîkael Frölund, 2009)
Dêra Surp Kevork Dêrik*
Dêrik = dêra biçûk
(Wêne: Mîkael Frölund, 2009)
Riyeke bi kevir lä Dêrika Çiyayê Mazî , WÊNE: Zeytûnî
Dêrik, Photo: Zeytuni
Dêrik, Wêne: Pirinccioglu
Dêrik, Wêne: Zeytûnî
Dêrik, Wêne: Zeytûnî
Dêrika Çayê Mazî
Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çand sal e
Ez li wê hatim dinê
Wê dergûþê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan, jê revandim
Perçake ji buhiþtê
Pirseka Zêrîn welat
Î roj dest nagehiþtê
Ax û keser ji dil hat
Bax û baxçe bê hejmar
Cî bi cî mêrg û zevî
Li her derê, avên sar
Ji kaniya tê dizî
Kulêbe bûye xopan
Dengê berê jê nayê
Temaþagaha xortan
Ji min jî sêwî mayê
Ji çîçekê rengereng
Sermeþt newala Govî
Çima î roj na kî deng
Mîna tebayê kovî
Xwezî vê carê jî min
Serê Xabê bidîta
Bila ruhistîn canê min
Hingê ji xwe r'bimêta
Dilê min jê têr ne bû
Ax! ew Asraka Berxêr
Gelo ew roj heye ko
Dîsa bibînim bi xêr
Guher hêsa ne dibû
Ji keçên hustû-b'morî
Çavê min li wê vebû
Dilê min jê ra gorî
Mancêl û Kanî-Hinar
Gorînê bîrê min in
Î roj bibe pirsiyar
Cuwahê derdê min in
Reha-Resh û lata-sor
Yek sorgul e yek e mor
Bîhn dikim ez dor bi dor
Têr na bim hetanî gor
Du textê Qîzê-Qirêl
Hemberî hev dinêrin
Li ser wan xweþ qelîsêl
Gurçik û dil çêdibin
Xwedê kerem bikira
Bibama teyrekî baz
Li wan cîh li wan dera
Bigerim perwaz, perwaz
Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kalan
Dîtina te dixwazî
Newzad* Ji te ra heyran
1950
(Newzad = Qedrî Can 1911 - 1972)
DÊRIK (*)
dêrik! dêrika çiyayê mazî!
dêrik! dêrika hemko li wî aliyê din
li bin xetê!
her çend xet li navbera we hebe
navê we yek e
axa we jî
dêrik, dêra biçûk
hûn her du dêrên biçûk
li ser we ava bûn birc û kelat
bi reh û kok û binyad
kela bircê
kela rebetê
ne tenê xêra dêrê
ji we dihatin
lehiya xêr û bêrê
li nêzîkê we
xelk birçî ne diman
li ser mehseran
li bin mehseran
ne jî tîhnî
li serê kulêban
li destpêkê
li þikeftên xanûkê,
ma kî bi vê dizane,
ku li wir xwedî bû mirovayetî?
þop û bermayên ku hene
çi car wisa bi hêsanî
na bêjine me
ku ew der yek ji
wargehê mirovan e
ew mirovên berê
bûn oldar û ayinperest
ava bû dêra metînan
dêra biçûk,
li vî aliyê xetê
ew dêra biçûk
yek ji kevintirîn
perestgeha fillayetiyê
li nav dêrikê
li wî aliyê xetê
li dêrika hemko
li malikiyê
31.8.2005
Helbestvan
* Dêrik: Dêra biçûk, (Küçük Kilise)
LI ÇOL Û BEYARÊN DÊRIKÊ
Ava XABê
Dêrik, Wêne N. Pirinççioðlu.
Dêrik, pez kiþiya ser avê
Çiyayê Mazî, Wêne: Mîkael Frölund 2009
Dêrika di bin quntara çiyê de..
Ava Xabê
Riya Dêrikê
Nû hatin dîtin (2019)
LI GUNDÊ KEVRÊÞÎN
('göktaþi')
Reþîdê Kurd: 1910 Dêrika Mazî - 1968 Amûdê
Ew di roja 19.5.2020 de, berî 54 salan li Amûdê koça dawî kiriye.. Xwediyê Rêzimana Kurdî û dîwana Kerwan e.
Hewþa Mizgefta Dêrikê. Foto N. P.