QEDRÎCAN
(Ebdilqadir Ezîz Can)
1911 | 09.08.1972
Qedrî Can
Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çand sal e
Ez li wê hatim dinê
Wê dergûşê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan, jê revandim
Perçake ji buhiştê
Pirseka Zêrîn welat
Î roj dest nagehiştê
Ax û keser ji dil hat
Bax û baxçe bê hejmar
Cî bi cî mêrg û zevî
Li her derê, avên sar
Ji kaniya tê dizî
Kulêbe bûye xopan
Dengê berê jê nayê
Temaşagaha xortan
Ji min jî sêwî mayê
Ji çîçekê rengereng
Sermeşt newala Govî
Çima î roj na kî deng
Mîna tebayê kovî
Xwezî vê carê jî min
Serê Xabê bidîta
Bila ruhistîn canê min
Hingê ji xwe r'bimêta
Dilê min jê têr ne bû
Ax! ew Asraka Berxêr
Gelo ew roj heye ko
Dîsa bibînim bi xêr
Guher hêsa ne dibû
Ji keçên hustû-b'morî
Çavê min li wê vebû
Dilê min jê ra gorî
Mancêl û Kanî-Hinar
Gorînê bîrê min in
Î roj bibe pirsiyar
Cuwahê derdê min in
Reha-Resh û lata-sor
Yek sorgul e yek e mor
Bîhn dikim ez dor bi dor
Têr na bim hetanî gor
Du textê Qîzê-Qirêl
Hemberî hev dinêrin
Li ser wan xweş qelîsêl
Gurçik û dil çêdibin
Xwedê kerem bikira
Bibama teyrekî baz
Li wan cîh li wan dera
Bigerim perwaz, perwaz
Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kalan
Dîtina te dixwazî
Newzad* Ji te ra heyran
1950
Qedrî Can
Qedrîcan, Memduh Selîm Beg, Hesenê Haco, Elî Şêxmûs
(Newzad = Qedrî Can, 1970)
Qedrî Can, Barzani
Qedrî Can, Osman Sebrî-Apo
Qasemlou (?) & Qedrican
Reşbeleka Te şandî
Min xwend bi rindî
Devê Te wek bişkok e
Nû vekiriye ji xara
Aqlê Te kehrîbar e
Mû dikşîne ji mara
Cegerxwin
___________________
TÊBÎNÎ/SERINC/JÊRENOT:
Ev nameya Seydayê Nemir Cegerxwin
ya ji bo Qedrîcanê dêrikî ku
li nik bavê nivîskar Aziz Gülmüş ê dêrikî
hatiye parastin.. Bavê Aziz Gulmus
jî dema Seydayê nemir li Rojava feqetî kiriye.
Dest xweş hêja Kek Ezîz
ku Te ev belgenameya mêjûyî
bi me re parvekir
Qedrî Can 1911-1972
Yek ji pêşengên helbesta kurdî ya nûjen, ku bê teraz hatiye nivîsîn. Di sala 1911yê li Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî bi herêma Mêrdînê ji dayik bûye . Li sala 1972yê çûye ber dilovaniya xwedê. Li bajarê Şamê hatiye binaxkirin li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî.
Qedrî Can gelek kovar û rojname xemiland bi helbest û pexşanên xwe yên bedew, wek li kovarên Hawar, Ronahî û Stêr....
Serê Xabê
li Dêrika Çiyayê Mazî
Qedrîcan, Memduh Selîm, Hesenê Haco, Elî Şêxmûs
Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -1
Xwendevanên delal, ji îro da destpêkirî emê nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin
Îro em berhemên Qedrî Can yên di hejmarên 1 û 2 yên di Hawarê da çapbûyî diweşînin
Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye
Amadekar: Nura Şane Hawar hebe gazî li dû ye Ji bona brayê min Osman Sebrî Şevke tarî
Hawar hebe gazî li dû ye
- Ji bona brayê min Osman Sebrî
Şevke tarî
Çav çavan nabîne
Qeşa erdê wek gîzanan lingên min ên xwas dibire
Bayê reş carnan dikeve guhekî min û di ê din ra derdikeve
Qet nizanim ko li kû me? Heyîna xwe bi lêxistina gopal li erdê dizanim
Ev çend rûj û şev e bi vî awayî diçim, dawî nayê, ji welatê berf û bagerê xelas nabim…
Belê, îşev jî wek her şev tarî ye
Berf û bager ji awakî li min dide; Sar e, dicemidim
Tewş e, livîn di min ne ma, deng ji min dernayê
Tinê sê dengan min kire gazî û hawar!…
Gelo, ev xewn e? Çavên xwe vedikim, bawer nakim
Lê dizanim ev deng, dengê kurê min e
(Bavo! Bavo! )
– Ha kurê min, ez li kû me?
– Bavo! bavê min li mal e, çima çavê xwe venake?
Dîsan bi tirs ko min çavên xwe vekir min dît ez li mala xwe, di nav zarowên xwe, li cihê xwe me
Kurê min (Hîmgiran) li ber serê min rûnişt û got:
– Bavo, gava ko romo welatê me dişewitand tu hê li kir buyî, ji ber vê yekê me xort û canan hevdu girt û dijminên xwe qels kir, me welatê xwe ava kir
Divêt ko bavê me jî bihata; Lê te xuya nekir, ji xwe min xewna te jî dîti bû ko tu di tengasiyê de yî; tu li me ”Hawar!” dikî…
Min şal û şapikê xwe tev şidand û ça û zinaran derbas kir, ez hatim
Min dît ko bavê min ji serma û pûkê qefilîye; dilê te tinê davêt; Hema min bavê xwe girt û pirtûgên xwe lê şidand û me rêya mal girt
Ev çend rûj e em hatine; Dê rabe; Îcar tu me bi jîn ke!
Jîyîn çiqas delal e
Di nêv bav û biran de
Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman da
Ev birîna riman e;
Barekî pir giran e;
Kezeb, gurçik ne mane,
Li pepûkên Xwehan da
Hawara me vaya ye,
Xewa bêkêr bela ye,
Qet şik têda ne ma ye,
Di gotinên yaran da
Hawar, Hejmar: 1, Sal: 1932
R ûpel: 5, 6
Gundê Nûava
Avên herikî… Bax û bexçe… Di nav van bexçeyan de her texlît darên biber, li ser van daran ji her cisnî çivîk pev diçin û bi her zmanî dixwînin! Ji van çivîkan a ko kezeba min dişewitîne û hindir li min diperitîne; şalûl e. Bejin û xwendina wê ruhniya çavê min û qînata dilê min e
Gundê me di nav van rezan ji panzde malan heqid daniye; wargeê me, mezela civata gundê me ye.
Paşîvan li ser wargeh, navrojan di nav mêrga rezê me de em dicivin. Pirs û galgalên me teva pev xweş in.
Kula welat, çima holê giran û ji bîr nabe? Heta niho me digot: Em bê der û poxan in, ji lewre hergav birînên me diaxivin û ji hesreta erdê û kalan û bavan em dîn dibin, vêca me çi divê? Gund gundê me, bexçe û baxên me. Tekûz e, hertişt, hertiştê me!
Ma qey wisan e? Carekê werin, hindirê min verojin, dilê min jê derînin û bi kêreke tûj çînî çînî bikin, wê gavê ev çînîyên dilê min ewê bêne peyivîn û pê re bêne girîn
Lê dizanim hon xwe nagirin, hêstirê çavên we, ewê çemê Amêdiyê derbas bike
Şûnda honê bizanin ko ez ne tenê dilketiyê xweşikiya şalûlê me
Ez dilketiyê dengê wê me jî ko jiyîna me ya der li der di nav nikilên xwe da tewtew dike û bi vê dawîkilamê dawî tîne
– Xweyî bin li gundê Nûava, gundê we, mizgîn û hawara bajarê we!!! Hawar, Hejmar: 2, Sal: 1932, Rûpel: 6
Ria Taza
Tirba wî li Goristana Şêx Xalidê Neqşibendî li Taxa Kurdan li Şamê ye.