MIRADÊ KINÊ
Dengbêj
Miradê Kinê sala 1941ê li gundê Gêra Cehferê ê li herêma Torê xwedê daye û di sala 1984an de li Sêrtê çûye rehmetê. Heta mirina xwe li gelek deveran geriyaye lê tu carî bi awayekî domdar li welatekî din, di nav çandeke biyanî de nejiyaye. Ew her di nav civaka kurdan de, li warê kurdan maye. Herêma Torê ji hêla keresteyên gelêrî ve gelekî dewlemend e û ji hêla çanda muzîkê ve bêtir bi muzîka bi lêxistina ribabê tê îcrakirin ve tê zanîn. Miradê Kinê jî wekî ribabvan stranbêj û dengbêjekî herî navdar û girîng derdikeve pêş. Miradê kinê heta carde saliya xwe Li Gêra Cahfer bi malbata ji xwe rê jiyaye. Mirad di bicukatiya xwe de pirtirîn bi ap û bavê ji xwe rê bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Di carde saliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel li ser musîk û ribabê rawestiya ye û baş fêhr bûye. Dibêjin ku rojekê Mirad ligel apê xwe Usîv di civateke hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê runistiyê civatê pirsa wî ji Usîv dikin. (Usivê Zekiyayê ku ap û xwerzê Mirad bû.) Tê gotin ku Usîv hunermendekî mezin bû. Dibêjin şagirtê te kiye; Usîv dibêje biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne. Li ser vê pirsa han Mirad radije ribaba xwe û sitrana Bavê Seyrê dibêje. Dibêjin ku her cendî Usiv sitrana Bavê Seyrê xweş distirand lê tê gotin ku Mirad li apê xwe zedê kiriye. Piştî wê civatê êdî Mirad bi sitrana Bavê Seyrê tê naskirin. Ku ez bi xwe jê rê dibêjim Bavê Seyrê (Sitrana Bavê Seyrê efsaneya Seyrê û Eliyê Memed e.) Piştî demekê navê Mirad belav bû roj bi roj hate naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de. Mirad gihişte xweseriya xwe û sitîla xwe û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bû bû Miradê Kinê. Her dera ku Mirad diçûyê de, gel xwe digihand Mirad ji bo ku li dengê wî Guhdar bikin û heger bikaribin kaseteke xwe li ber dengê wî bigrin. Civat li derûdora wî digeriya. Herweha ji bo zemawendan dicû bajarên û metrepolên Tirkiyê û Kurdistanê. Di dawiya temenê xwe de Li Sêrtê di karekî dewletê de bû. Car sal temenê xwe Li Sêrtê borandiye. Di sala 1984an de, beriya sersalê bi 12 rojan seet yekê şevê kirîzekê derbas dike û wî dibin nexweşxaneya Sêrtê. Seet sisiyê şevê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Miradê Kinê gora xwe li Sêrtê li Goristana Şêxilhilo ye. Dema ku em li cand u hunera Miradê Kinê dinerin em raserî hunereke pirr dewlemend dibin. Di vê hunerê de, bes ne tenê musîk lê herweha şano,reks û wêje jî roleke xwe pirr girîng heye. Di canda Mitirbiyê de xaleke herî girîng jî ew e ku erotîzm weke hêmayek e pirrxweşik cî digre Ev canda hanê her cendî cudahiyek tê hebe jî, li pirr herêmên Kurdistanê derdikeve pêşiya me. Ji Şingalê bigre ta beşek ji Rojavayê Kurdistan li serxetê jî ji derdora Dêrika Ciyayê Mazî bi giştî Beriya Mêrdîn, Torê û herêmek ji Xerzan digire ber xwe tak u digihîje Colemêrgê û dadikeve Rojhilatê welêt û beşek ji Behdinan. Bi taybet Li herêma Torê pirr meqamê xwe cuda hene. Her zêweke (festival) Torê meqamek û ritmeke xwe cuda heye. Dema em li Hunermendê weke M Eliyê Kercosî, Brahîmê Eliyê Yasîn û Ehmedê Reşîdê Kinê û pirr kesên din guhdar dikin, em dibînin ku di vê hunerê de meqam û ritmeke folklorik û dewlemend heye. Dema em têne cem Miradê Kinê em dibînin ku ji wê candê pirr tişt wergirtiye lê weke enstrument û weke naverok li wê tişta folklorîk pirr tiştên nu zêde kirine. Weke enstrument Miradê Kinê gihiştiye asta virtioziyê. Weke naverok Mirad weke rexnegirekî temaşeya civakê kiriye û bi hunera xwe hunandiye. Ji peywendiyên kesayetî ta digihîje peywendiyên civakî û cinsî, em dikarin vê tevê di hunera Miradê kinê de bibinîn. Miradê Kinê qonaxeke di navbera hunera folklorik û ya nûjen de. Û Mirad bi dengê xwe jî pirr bi hêz e. Dengê Miradê Kinê weke zengilê cam e.