Novîn Harsan
Avakira Komeleya Jinên Kurdistanê Novîn Hersan:
’GAVA MÊR XWE RIZGARKE - JINÊ BINPÊ NA KE’

  
  Novîn 
  Harsan li Konferansa Navnetewî li Çînê li ser navê 
  jinên kurd axaftinê dike
(28-15 september 1995)
  - Bi sedema 8’ê Adarê roja navnteweyî 
  ya jinên cîhanê wek kurdek çalak ji bo mafê jinên 
  Kurdistanê peyama ku Tu î roj bibêjî çi ye?
  Peyama min ev e: Divê em bas bifikirin ku em ê çawa bikaribin 
  bi sêweyek herî rast û durust ji bo rizgariya jinên 
  me kurdan çawa alîkariyê bikin, çawa bi pirs û 
  gelsên wan ên li civaka kurd mijûl bibin û çawa 
  ji doza wan re her dem bibin pistgir. Jin çi car bi wan gotin û 
  klîseyên li nav programên partiyan rizgar na bin. Î 
  roj jin bi hezaran li civaka kurd dihêne kustin. Ev bêmafiyek pirr 
  mazin e. Divê em ji xwe bipirsin gelo em ê çawa bikaribin 
  rê li ber vê bêmafiya mazin bigirin. Riyek ev e ku divê 
  em kurd gerek xwe ji bandûra civaka kevin rizgar bikin. Gava jinên 
  kurd li Ewrûpa jî werine kustin, ev dihêt wê wateyê 
  ku em her wek koledaran difikirin û her wek wan dikin. Koledarê 
  ku Kurdistanê dagîr kirine, kurdan dikujin, lê em jî 
  dirabin bi heman hovîtiyê jinên xwe dikujin. 
Riyek din jî riya perwerdê ye. Bi riya perwerdeyê civak rohnî dibe û pês ve dikeve. Me pirr gerek e ku kurd girîniya xwe bidin ser perwerdeyê. Lê di sûna azadiya perwerdebûna jinan, peya jin dixin di binê nîrê bindestiyê de û na hêlin, ku keç li dibistanan bixwînin û bibin xwedî kar ji xwe re û azadiya xwe ya aborî bi dest ve bihênin û bibin neferek serbest.
Erkê mazin di vî warî de li ser milê xwende û ronakbîrên me ne. Çawa ku ew dixwazin xwedîtî li nistimanê xwe bikin, nistimanê xwe rizgar bikin ji bindestiyê, her wisan jî divê ew vê rewsa xirab a jinên me bibînin û ji bo derxistina wan ji bin barê bindestiyê, bi tundî bi alîkariya jinên kurd rabin.
  - Wek siyasetmedarek çalak ku Tu bi salên dirêj li 
  nav Partiya Sosyal Demokratên swêdî xebitiyî, gelo di 
  rûberkirina azadiya jinên welatên cihêreng û di 
  rewsa azadiya jinên me kurdan de çi cudahî hene?
Peyv azadiya jinan bûye peyvek klasîkî û her kes vê dubare dike lê mixabin ku dîsan kes tê nagihê ku azadî mafê her mirovekî ye çi jin çi mêr. Di gotinên pêsiyan de xwes hatiye gotin, sêr sêr e çi jin e çi mêr e. Lê belê mirovên me yên negihastî vê rastiyê dîsan ni zanin. Têgihîstina vê pirr grîng e, çi jin be çi jî mêr. Ez ne tenê daxwaziya rizgarbûna jinên kurd dixwazim, ez her wisan jî rizgarbûna peyayê kurd jî dixwazim. Gava ’Wî ’ xwe rizgar kir, hingê serdestiya xwe li ser jinê na ke. Cudahiya di navbera jinên kurd û cîhanê di hêla serbestî û azadiyê de em dikarin bibêjin, ku jinên kurd li dereceya nêzîkê herî dawî ne. Ev çi car û ji hêla çi kesekî ve na yêt pejirandin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. Sedema herî mazin a vê encamê yekemîn encamên dagîrkeriyê ne û faktora duduyan jî, faktora olperestî û feodaliya li civaka me kurdan e.
  - Gelo li dîrokê jinên kurd serbest bûn? Qey 
  bindestiya jinên kurd li serdema modern dest pê kir?
    Mirov dikare bibêje ku jin ji rojgariya kevin ên dîrokê 
  ve bindest bûne. Xelk û mirovên cîhanê dest ji 
  toreyên kevin berdan. Lê tenê em kurd me dest ji toreyên 
  kevnare ne berdeya. Zilam çi rê ne histine ji bo jinan li civaka 
  me kurdan. Ma ev ne guneh e? Gava dunya alem xwe ji nezaniya berê rizgar 
  dikin, çima em na kin? Çima em ji bo vê na bêjin êdî 
  bes e? Dunya tev pês ket, lê çima em li ciyê xwe man? 
  Ji xwe ev bêmafî ne ku rê li ber me teng dikin. Ev bêmafî 
  ne dibin sedem ku em ni karin civata xwe û welatê xwe ji bindestiyê 
  rizgar bikin.
  - Di civaka kurd de girîngiya ciyê jinên kurd?
  Jina kurd xwedî kesayetiyek qehreman û serbilind e, nebez e, na 
  tirse. Lê mixabin ev zordestiya ku ji hemû aliyan ve li ser ’Wê’ 
  ne, derfetek ne daye jinan ku li civatê ciyê xwe bigirin. Jin nîvê 
  civatê ne. Gava jinê civatê ne serbest bin, ev wilo dike ku 
  civata kurd civatek nîvco dimîne. Ne civatek tam û têkuz 
  e. Gava jin besdarê civatê bû, wê gavê civat rizgar 
  dibe û ber bi pês ve dihere.

Novîn li Kongreya Navnetewî ya jinên cîhanê 1995 
  
  Ev Kongreya Jinên Navneteweyî li paytexta Çînê, li Pekîng'ê çêbûbû û rêzdar çalakvanê mafê mirovan Novîn Hersan jî li ser navê
  Komeleya Jinên Kurd a li Swêdê bo vê mihricanê hatibû vexwendin. Ev mihrican li nav stadyûm a bajarê Pekîng'ê hatibû amadekirin.
Gava jinên beþdarvan diberdin hundurê stadyûmê li ser wan lêgerîn (teftîþ) dikin û paþê diberdin hundurû ku di gel xwe tiþtekê nebin
nav stadyûmnê. Novîn ala Kurdistanê berî ku bikeve hundur pêçaye û kiriye nav pênûsekê de. Gava dikeve hundur vê alê vedigre û
li nav jinên cîhanê bi serfirazî gengeþiya al û netewa kurda dike.
  - Te vê dawiyê bi sedema besdarbûna Mihrîcana Cegerxwînê 
  nemir, serdana Basûrê Kurdistanê kir. Wek afretek xwedî 
  pêzanînan, xwedî xebata siyasetmedariya bi salan li nav civaka 
  swêdî, kurdên rayedar ên li dewleta Federal a Herêma 
  Kurdistanê, gelo wan ne xwast ku ji van pêzanînên te 
  ji xwe re piskek werbigirin?
  Gava Cegerwînê nemir li bin zilm û dijwariyên dewleta 
  Sûrî dijiya, me gelek hewil da ku em ev gencîneya kurdan ji 
  nav lepên neyaran ji destê Sûriyê derxin. Me bi her 
  awayî xwe da ber û bi dilxwesî jiyana xwe jî xist di 
  xeterê de û me xezîneya xwe tevî pirtûkên 
  Wî zindî hanî Swêdê. Ew serdem muxaberata Sûrî 
  ne dihist ku mêsek bê destûra wan ji Sûrî derkeve. 
  Ez gelekî dilxwes im ku min wek jinek kurd ez bi alîkariya mamosteyê 
  nemir Cegerxwînî rabûm û bûm sedem ku Mamosteyê 
  nemir hat nav serbestî û azadiya li Swêdê. Bi vê 
  sedemê besdarbûna mihricana Cegerxwînî ez pir dilxwes 
  kirim.
Ev bû 20 sal in ku ez di nav hêzên siyasî yên swêdî de, li pileyên cihêreng, xebata siyasî û civakî bi rê ve dibim. Lê mixabin di vî warî de her çend welatê me pêwîstiya wê bi fikir û hizirên nuh hebe jî, dîsan li Basûr kesî tistek wisan ji min ne pirsî. Ev kêmasiyek pirr mazin e. Li Ewrûpa fikir bi pera ye. Lê em fikra xwe û her tistê xwe sabas dikin ji welatê xwe re. Lê hinek kes hene ku rê li ber van pêsketinan digirin. Wek afretek kurd ku xwediyê ev çend pêzanîna me, gerek li Basûr pirsek yekî ji min heba.
  - Peyama Te ya herî dawîn?
  Divê em bikaribin ku xwe biguherînin. Divê em her dem ji rexneyan 
  re vekîrî bin. Dîvê em her dem di liv û tevgerek 
  dînamîk de bin. Neyarên me ne yek e ne dudu…
Ez di vê roja watedar de tevaya jinên kurd pîroz dikim. Divê em jinên kurd, di vê rojê de vê bihênin bîra xwe, ku em ê rojên li pês xwe ji bo têkosîna wekheviyê çawan yekîtiya xwe çêkin.
  NOVÎN HARSAN KÎ YE:
  Novîn Hersan ji bajarê Amûdê ye. Ev sih sal in kul i 
  Swêdê dijî. Ev 20 sal in ku di nav partiya Sosyal Demokratên 
  Swêdê li pileyên cihêreng karê siyasî û 
  civakî dike. Di sala 1980’yî de Komeleya Jinên Kurdistanê 
  ava kir, ku ev yekemîn komeleya mafên jinên kurdan li Ewrûpayê 
  ye. Sala 1980 li Kopenhagenê û sala 1995’ê jî 
  li çînê besdarê Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya 
  Milletan a (UN) Jinan bûye. Novîn Harsan berendametiya ji bo hilbijartina 
  Partiya Sosyal Demokratan ya bi navê 'person val' dahênaya.
8-3-2008
Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se & 
      Bavê Barzan
  
Novîn Hersan di gel Seydayê Cegerxwîn lý xwepêþandaneka li Stockholmê, heyva 8ê sala 1979. Seyda mehek bû ku nû hatibû Swêdê


Berendama Parlamentoya Swêdê, ji Partiya Sosyal Demokratan 
  hêja Novîn Hersan
  Li Kurdish Book Bank'ê 2003
ÝSMAÝL BEÞIKÇÝ
  
  
  
  
  
  MÎKAEL FRÖLUND  
  
  
  
  
  HANS DUBBER