ÇEND NIMÛNE JI HUNERA DESTÎ YA KURDÎ
Yên kevn û nuıh
JI BO PARASTINA BERHEMÊN HUNERA DESTÎ YA KURDÎ ÇALAKIYEKE WATEDAR
Hilberîna (produksiyon, întac) hunera destî, ku jê re bi înglîzî Hand Made dibêjin û li nik gel û milletên din, xwedî nirxeka pirr a payebilind e, lêbelê li welatê me, hunera van berhemên destî êdî rojên xwe yên dawiyê dijîn. Ango mixabin ku bikarhanîna beşek mazin a van hilberînên hunera destî ya li Kurdistanê êdî li ber windabûnê ye.
Ji bo parastina berhemên hunerî yên mêjûyî, ji vê bi salek berê, Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê hat damezirandin. Damezirenêr û rêvebirê Muzexaneyê Goran Candan, bi kopîkirina yek ji peykerên herî kevin ên cîhanê, ku li encama lêkolînên arkeolojîkî yên li Girê Miradan, li Ruha'yê hatibû dîtin, ji bo mijara parastina berhemên mêjûyî nimûneyek çalakiyê ya berbiçav nîşanî me dabû.
Nuha jî balkişandina ser hilberînên hunerên destî, birêz Goran Candan bi mijareke nuh bi me re ye û pirs eve e:
- Gelo divê em çi bikin da ku em xwedî li berhemên mêjûyî û hunera destî ya kurdî derkevin?
- Berî her tiştî divêt ku em kurd hişyar bin li ser mijara parastinê. Divêt em berhemên ku li Kurdistanê hene, li malên xwe biparêzin ta ku em wan bişînin li nav muzexaneyên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ji bo parastinê.
- Tu dibêjî ew ê li wir werin parastinê yan?
- Belê. Ew ê werin parastinê hem jî bi şêweyeke herî baş. Ji ber ku desthilatdariya kurdan heye li wir, loma.
- Van berhemên hunera destî yên li Bakurê Kurdistanê, gelo ji ber çi sedemî winda dibin?
- Ji ber du sedeman: 1: ji ber ku li welatê kurdan şerê taybet dihêt ajotin. 2: Nederketina xwedîtî ya li van berhemên mêjûyî. Ne desthilata kurdan û ne jî şêniyê herêmê xwedî li vê dezgeha mêjûyî derdikevin. Desthilata kurdan a navendî li Bakur nîn e. Desthilatên herêmî yên wek şaredariyên kurdan jî bi gelşên din re xwe mijûl dikin. Li gor beyanatên hunermendên hunerên destî yên li Çarşiya Şewitî ya li Diyarbekrê, rexbeta xelkê, îro roj piranî bo firaq û alavên fabrîkî ''sun’î' yên wek naylon û plastîkî heye. Kes êdî nirxê van firaq û alavên antîkî mixabin ku nizane. Heger çend salên din jî welê berdewam bike, hingê ev dezgeha hunerî ku ji bav û kalan derbasê zarokên malê dibe, wê ji binî ne mîne!
Loma divêt em van firaq alavan û hemû firaq û alavên mêjûyî biparêzin. Ji van berhemên ku hûn li wêneyê dibînin, ji her yekî yek li nav navenda Sazendeya Pirtûkxane û Muzxaneya Kurdî li Stockholmê û li nav Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li New York’ê dihêt parastinê. Van çend lib nusxeyên nimûne, Goran Candan ji Amedê hanîn û li van ciyên navbirî dan bi parastin. Her wisa jÎ birêz birêz Goran Candan çend ji van berheman şandiye bo Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî ya li New York’ê, ku bi rêberayetiya Dr Vera Baeudin Saeedpoor ve tête meşandin.
21.03.2008
EuroNews
A Kurdish boot dates back to the 19th century and was used by the Kurds of the Caucasus.
From the Russian Ethnographic Museum:
Nimûneyên balkêş ên ji hunerên destî yên kurdî ji Diyarbekr û Dilûk'ê
Wêne: Nimûneyên balkêş ji hunerên
destî ya kurdî ji Diyarbekra Brîndar