Lêkolîn:

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

KURDISTAN - BINGEHA ÞARISTANIYÊ -II-
Dîroka Kedî- û Heyvankirinê (Pastoral Revolution)

Swêdî

 

uu WÊNE ©-Arne Adler: Robîn û Besna ji þîrdanek antîkî, þîr-ê Germ divexwun. Li pêþiya wan satil û firaqên bi çemil ên þîr û mêst dixuye.

 

Þîr ew vexwarina bi efsûnî ye, ku þoreþek di dîroka mirovayetiyê de pêk haniye. þîr di metbexa kurdî ya xwedî toreya pir a kevin de, xwedî ciyekw sereke yê mazin e. Dîroka bi karhanîna þîrî ya pir înteresan nîþanî me dide, ku ji ber çi sedemî ye, ku em xurakê þîrî hema di her derfeta xwarin û vexwarinê de bi kar dihênin. Spartek, ne tenê di xwarin û vexarinan de ne, lê her wisan di ziman, antropolojî û efsaneyê (mîtlojî) de jî veþartî ne – ji lew re dîroka bi karhanîna þîrî, ji pir nêzîkî ve bi dîroka mirovayetiyê ve girêdayî ye.

Berhevkirina: Goran Candan (Mamosteyê Kurdî, Wergêr)

dunyayê ne!!!!!!!!!!
Berhevkirina: Goran Candan (Mamosteyê Kurdî, wergêr)
                             

 

 

 

Þoreþa Mezr û Koçeriyê (Pastoral Revolution)

Çand û hunera cotkarî û koçeriya herî pêþî, li ew welatê mêjûyî yê bi xêr û bêr, ku jê re dibêjin “Hîvika Bi Xêr û Bêr” yan “Hîvika Zêrîn”, li Mezopotamiya Bakurî (Kurdistan) biþkivî û dest pêkir. Þoreþa çandin û koçeriyê (1) bûye, bingeha van hemû pêþdechûnên civakî, ku î roj em tê de ne.

Ew herêma ku jê re dibêjin Hîvika Bi Xêr û Bêr, xwedî îqlîmek nerm û hewayek pir pak û xweþ e. Li wir zencîra çiyayên Torosê, Zagros û Qefqazê xwe digehînine hevdu. Reh û koka “Çanda Mezopotamî” jî, ji dorhêlên van her du çemên Firat û Dîcle’yê têt, ku li ser van çiya û zozanên Kurdistanê, mirov cara pêþî erd ajotine û ajel xwey kirine (2).

Wêne 2 ©-SCIENCE. Tixûbên Hîvika Bi Xêr û Bêr (The fertile Crescent, den bördiga halvmånen, hîlal el-xesîb, bereketli hilal)
Serê Hîvika Bi Xêr û Bêr a li jorê, ji rojavayê çemê Firatê dest pê dike. Serê din a Hîvikê jî, berî ku bi dawî were, erdên li baþûrê gola Wanê – ku li gor Încîlê Baxê Îrem li wir ava bûye, digire nav xwe û ber bi baþûrê ve berdewam dike. Her wisan, berî ku sînorên Hîvikê li baþûr bi dawî were, gewdê Hîvikê welatê horriyên Herranê yên încîlî, ew kevintirîn þûnewarê civakên mêjûyî yên li baþûr û li rojhilata Kurdistanê Çermo û Îlamê jî dike nav tixûbên xwe û wisan bi dawî têt.

 

 

 

 

Yekem wargeha kedîkirina mîh/mer/mêþîna Kurdistan e 10500 sal Berî Zayinê

 

Ew sê bidestvexistinên mazin yên ji bilî zanebûna mirovan a agirdadanê û kontrolkirina êgir, zanebûna çandina genêm (agrar revolution), heyvankirina þîrî (pastoral revolution) û bi durustkirina çerxê û têgerê (þoreþa zanistî ya têknîkê) bi xwe ye. Mirov ev her sê bûyerên mazin, li ser vî erdî bi dest ve xistine (3).

Her çend ku ev bi hezaran sal e, ku em mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin û bidestxistina me ya xurakê ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û hema qet ne guheriye. Bav û kalên me mirovên kevin, li nav komikên biçûk dijiyan û li xwezayê çi tiþt bi destê wan keta dixwarin. Jin û zaro fêkî, dan û zad berhev dikirin, reh û kokên giyê ji erdê hildikiþandin û ajelên nekedî yên wekî kûsî û þeytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin ji xwe re digirtin û dixwarin. Mêr û peya jî, diçûn nêçîra ajel û sewalên ku dikaribûn bikuþtana. Carinan xwarina wan pirr bû, lê birçîbûn, her dem li ber deriyê wan digeriya. Gava refê van mirovên kûvî, xurakê, ku bi destve xistibûn dixwarin û gava tiþtekî xwarinê li dewr û berê wan ne dima, hingê ji wir bar dikirin û diçûn û koçê ciyekî din dibûn.

 

 

 

Li serdema neolîtîkî li Kurdistan'a mêjûyî civakeke ji hêla teknolojîke pêþkeftî derket holê û ji aboriya berhevkar-nêçîrvan ber bi aboriya hilberîna xurakê ve çû.
Wekî ku li vekolînên li ser Girê Miraza (Göbeklitepe) derket holê, tê dîtin ku bîr û xeyala endezyariya avadaniyê (mîmariyê) li van civakên kevnarey yên Kurdistanê herî kêm 6000 sal beriya herêmên din pêþketiye.

Kurdistan ji ber cihê xwe yê erdnîgarî li bakurê Hîvika Berdar e. Gelek cûreyên xurakê pêþî li vir hatin kedîkirin. Li vir, þêwazên hilberîna xwarinên nû derketin holê, hilberên pîþesaziyê yên nû hatin îcadkirin. Ev çand pêþî li deþtên cîran ên li Mezopotamya'yê, paþê jî li deþta Îranê, li Misrê û Anatolya'yê û paþê jî li Ewrûpa'yê, Hindistan'ê û Asyaya Dûr belav bû.

BZ li salên 10 hezarî berhemên wek genim, ceh, nîsk, nok û tirî hatin hilberînê. Van berheman 10 hezar sal berê ji aliyê bav û kalên kurdan ve hatiye jinûveöandin. Bi alîklariya testa DNA'yê (Science 1997.11.14) ate dîtin ku ev tov ji bilî li Kurdistana mêjûyî, li çi devereka din a cîhanê nehatiye çandin.
Di þûnwarên arkeolojîkî yên wek Qotê Berçem (Çayönü), Gênc Dara (Kirmanþan) û Çermo (Çemçemal) ên Kurdistanê de bermayiyên ajelên kedî yên pêþîn, bizin, mîh, beraz, seg û mangeyan hatine dîtin. Motîfên ajalan ên li ser kevrên Girê Miraza (Göbeklitepe) wekî ku hin ji wan hatine kedîkirin têne þîrovekirin.

(TÊBÎNÎ: Gava ev gotar hat nivîsîn 2003, hingê Girê Miraza (Göbeklitepe) ji hêla medyayê ve nedihat naskirin û behsa wê nehatibû kirin)

 

 

 

 

 

 

Nexþeya ku riya ji Kurdistanê belavbûna mihên kedîkirî nîþan dide

 

 

 

 

 

Yekem wargeha kedîkirina mîh/mer/mêþîn û bizina

 

 

 

 

 

 

 

Kurd di "Çandinî û Heywandariyê" de xwedî civaka herî pêþemîn û pêþkeftî ne. Kurdan þoreþa çandiniyê û kedÎ û xwedîkirina ajelan fêrî hemû xelkên din kirine.

 

Bi dewr û zemanan, ev berhevkar (collector) dest bi cotkariyê kirin û aboriya civaka cotkariyê derket meydanê. Her wisan jî hilberîn (produksiyon) û belavkirina berên cotkariya pêþketî, belavkirina zad, nan, avoz (þerab) û avcê (bîra) dest pê kir. Nêçîrvan bûn koçer û dest bi xwedîkirina ajelan kirin û di vê hunerê de xwe pêþ ve birin. Her bi vî awayî ji xwe re di quntara çiyan de mal û gund ava kirin. Di van malên xwe yên destpêkî yên wek holikan de, tevî ajelên xwe dijiyan. Civaka koçeriyê dest pê kiribû êdî. Endamên vê civata nuh, ji xwe re çavkaniya xurakên xwe cî bi cî û sîstematîze dikirin. Guherandina cûreyên xurakê û bazirganiya bi ajel, goþt û berên ajelî wek þîr, mast û penêr her ku diçû berfireh dibû. Bi riya xwedîkirina ajelan, koçer her dem xwedî xurakên cûrbecûr bûn, ku ta wê demê kes ji wan xurakan ne xwaribûn û ne jî dîtibûn. Piþtî xwedîbûna zanebûna cotkariyê û piþtî ku xwe hînî hunera kedîkirinê (domestication of animals) kirin û dîsan piþtî ku bikarhanîna þîr, mast û penêr aþkere û berfirah hat zanînê, hingê bingeha avabûna aboriyek civakî ya nuh hat holê. Di vê civaka nuh de xurak û malên dinê, wek mulk dest guhertin û civatek nuh, aboriyek nuh hat holê.

Ew xelkên ku bi nêzîkî 7000 sal berî zayina Îsayî cara pêþî erd ajotibûn, dest pê kirin gelek pêwîstiyên din ên jiyanê bi dest ve xistin û jiyan êdî ber bi hêsantir û xweþtirbûnê ve diçû. Ji bo nimûnê; bi destve hanîna hunera nimandinê, tirþkirinê (yeast) di hilberîn û durustkirina hunera ç êkirina xwarin û vexwarinê de, civatek pir a pêþdeçûyî hat holê. Sîstema aboriya civatek nuh hat holê, ku ev þoreþa koçeriyê (pastoral revolution) bi xwe bû.

 



Jina ji rojgariya dîrokê ku dema mirov û ajel di bin qatiyek de dijiyan, þîrî dide hem ji zaro hem jî ji kudukê berazî re

Komikên Civata Cotkar û Koçeran


Gava mirov xwe hînî hunera çandina þitlan, xwedî- û kedîkirina ajelan û nimandin û tirþkirina xwurakên ji giya û ajelan kirin, hingê ji du hêlan ve pêþketinek civakî dest pê kir: ferhenga civaka cotkarî û koçeriyê. Cotkar bi karê çandina þitlan û koçher jî bi kedî- û xweykirina ajel û sewalan dirabûn. Ji vê û pê ve, ev her du komel bi hev re, di nav refek de ne dijiyan. Riya wan êdî ji hev veqetiya bû. Her kom, bi kar û barê xwe yê taybetî, di riya xwe de dest bi pêþketinê kiribûn. Lê ev her du kom bi hev re dibûn stûna civakek û sîstemek herî nuh a sosyal. Ev sîstemek nû ya aboriyê bû. Her komek bi karê xwe yê taybetî dirabûn, ku ji vê sîstema nuh ya aboriyê re dibêjin, Aboriya Koçeriyê (pastoral economy).

Cotkar dest bi dewlemendkirina awayê çandina van berên xwe yên þitlan, ên wek genim (nan), tirî (avoz/bade) û ceh (avceh/bîra) kiribûn. Li hêla din koçer jî dest bi dewlemend û bêhtirkirina çeþîdên berên ajelan kiribûn, ên wek goþt (þil yan hiþk), çerm (pêlav, cil û kinc) û þîr ku hem mast û hem jî penêr dida. Tevayiya van pêþketinan bi hev re, dibûn gengazî (îmkan) û þansên rizgarbûna ji mirinên nexwezayî û rê li ber pêþketinên civakî divekirin.


 

uuuuui ui uWêne 3 ©-SCIENCE. Belavbûna zanetiya durustkirin û amadekirina hunera aþpêjiyê (the art of preparing and cooking meal) Hunera hilberîna aþpêjiyê berî zayina Îsa’yî bi 8000 sal berê dest pê kir. Li gor jimareyên li ser vê nexþeyê, bi gelemperî zanîna danîna þitlan û hunera kedîkirina ajelan, ji cografya Kurdistana mêjûyî dest pê kir û ji vir bi belavbûna xwe li ser ruyê erdê kir.

Dîroka huner û çanda pêþkeftî ya durustkirina xwarinê 8000 sal e (Kovara Science) û ev huner yekem car li erdên Hîvika bi xêr, bi gotinek din, welatê Kurdistana dîrokî pêk hat. Ji ber vê yekê, Kurdistana dîrokî hema hema di her warî de WARÊ YEKEMIÎNAN e.

 

Kurd xelkê din fêrî hunera heywanxwedîkirinê kirin
Wêne: Peykerê Qralê Kurd ê Îlamî: Tioman ku heywanek li hembêza wî ye

Girêdana li navnera kurda û xwezayê xurt e.

 

Med xwedîpez bûn

 

 

Kurdên ku ji destpêka dîroka şaristaniyê ve anku ji serdema neolîtîkiyê ve bi karê hunera çandinî (Agrar Revolution ê) û kedîîkirina heywanan (Pastoral Revolution) ve mijûl bûne.
Di heman demê de yekemîn car di dîroka cîhanê de bi derbasbûna civaka niştecihbûyî ya li ser axa Kurdistana dîrokî, di pêkhatin û avabûn û pêşketina şaristaniyê de kedeke pir mezin dane.

 

Kedî- û Xweykirina Ajelan

Domana peydabûna destkeft û hunera kedîkirinê, bi gelemperî bi du riyan dest pê kir û li ser ruyê erdê belav bû. Ev rê; bi riya dîlkirina ajelan û bi riya aviskirinê (li ser hev rakirina ajelan) ve rû dida. Cotkar û koçer her komel li nik xwe dest bi sîstematîzekirina çavkaniya xurakan kiribûn. Dema ku koçer bûn xwedî keriyên ajel, hingê pêwîstiya wan a bi ciyên ewle hebû ku ajelên xwe lê biparêzin û xweykin. Ev cih, þikeft û koz bûn. Xaniyên ku cara pêþî ava dibûn, bêguman hem ji bo mirov û hem jî ji bo ajelan bû. Hem mirov û hem jî ajel, di bin mezela xaniyekî de bi hev re dijiyan. Van xaniyên pêþemîn ji kevir û kuçukan, ji heriya kayê seyandî dihatin lêkirinê. Mirov û ajel bi hezaran sal di van mezelan de, di van civak û gundên destpêkî (primitive) de, di nav hev de, bi hev re dijiyan (4).

 

 

 

 

Gava ku digotin li filan gundî hespek heye, ku mirov dikarin li ser piþtê birûnê, ev nûçe ji gundek diçû nav deh gundan û paþê ev nûçe li her der û doran belav dibû. Hingê van gundiyên pêþemîn bi riya aviskirina hespan, ji xwe re ew hespê ku pirtir wan pêwîstî pê hebû, diafirandin. Lêkolîneran bawerî heye, ew gav û dema ku mirov û ajel di bin qatiyên mezelek de bi hev re dijiyan, bû sedema li hev nêzîkhatinek psîkolojîkî ya mirov û ajelan. Zivistanan pêwîstiya mirovan pir bi germayiya ji ajelan hebû. Lêkolînên arkeolojîkî, vê rewþa dîrokî derdihên ber ronahiya rojê û dibestin. Ji vir bi nêzîkî 15 hezar sal berê, mirov dest bi kedîkirina ajelan kiribûn. Ajel bi gelemperî ji domanên guherînan pir bi lez derbas bûn û her wisan jî bi alîkariya riya aviskiriê ve jî hin doman derbas kirin.

 

Gom, koz li zozanên Gimgimê (Varto)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Goma Kalê min Canoyê Xweþikî li ser Çiyayê Qerejdax'ê. Ev gom ji destpêka salên 1900'î ve ye ku nehatiye bi karhanîn 2010, Goran Candan.

 

 

 

 

 

 

Ew prosêsa ku ajelek hov û nekedî, guherîna genetîka wî ji hêla mirovan ve bi destkariyek giþtî (aviskirinê) pêk hatibe, jê re dibêjin kedîkirina yekser a bi zanetî. Mirov ji berê de bûne sedemek bingehîn a guherîn û kedîbûna ajelan. Di navbera domana nekedîbûn û prosêsa kedîkirinê de, tixûbek berçavî ava ne bûye. Li gor baweriyê, mazintirîn daxwaza kedîkirina ajelan ji ber li demên ku xurakê mirovan kêm bûye, pêwîstiya wan a li teniþta kêmkirina birçîbûna xwe, bikarhanîna ajelan wek çavkaniya hêzê (power supplier) bûye. Ango pê erd ajotine bar kiþandine.

 

 

 

Heyv ku xwedî hêza med û cezrê ye, wek hêza li paþ nimandin û tirþbûna þîrî û jê durustbûna mast û penêr dihat zanîn û pejirandin.

 

 

 

Ji zemanên berê de, gotinên li ser girîngiya rol û ciyê ajelan, di doman û pêþketina jiyana li civata mirovayetiyê, ji hêla teoriya domanê (teoriya evolusyonê ya Darwîn) ya Darwîn’ê jî tête bestin. Darwîn wisan gotiye: ”Bi riya aviskirinê di navbera hemû cûre ajelên ku mermalê (cins) hev in rê heye. Equs, anku hesp, ker û zebra. Bi ser hev bezandin û aviskirina herî naskirî ya di navbera hesp û kerî de, hêstirê (qantir) ku bi hêzbûn û bi qertbûna xwe tête nasîn, hatiye afirandinê. Berhemên di navbera hesp û zebrayan de, di navbera ker û zebrayan de, ew jî pirr li ser xwe û pirr bi hêz in, lê belê wek hêstir ew jî stewr in.” Daxwaza bingehîn a aviskirina du cisnên cihê ew bûye, ku berhemên wan di kar û barê rojane û civakî de ji xelkê re bûye alîgir û alavek rojane. Li teniþta ku ajel bi bi goþt û þîrê xwe girîngtirîn çavkaniya xurakê bû, her wisan jî di kar û barê gran de, yên wek ajotina erdê û di karê pê kiþandina baran de, xwedî ciyekî pir ê grîng bû (5).

 

 


Fenomen û Hunera Nimandinê/meyandinê (tirþkirinê)

Bi nêzîkayî hezar sal piþtî ku mirov xwe tam hînî hunera çêkirina nan, avoz û avcehê kiribûn, vêca xwe hînî bidesvehanîna mast û penêrê jî kirin. Kedî- û xweykirina ajelan, rê dabû ku mirov ji xwe re çavkaniyek din a xurakê peyda bikin, anku berhemên ji ajelan, ên wek þîr û mast. Li teniþta goþtê ajelan, mirov dikari bûn ji xwe re þîrê hespan, çêlekan, mihan û berazan hilgirin û ji bo ku demên li pêþ xwe, li demên birçîbûnê ji xwe re bixwûn û vexwin. Heyv ku xwedî hêza med û cezrê ye, wek hêza li paþ nimandin û tirþbûna þîrî û jê durustbûna mast û penêr dihat zanîn û pejirandin.

Ji bo pêsveçûn û jiyana li civakê, girîngiya ciyê ajelan li civakê her ji dem û zemanên berê ve hatiye zanînê. Her wisan ev hizir û teorî ji hêla teoriya pêþketinî ya Darwîn'î (teoriya evolusyonê) jî hatiye bestinê: "bi riya aviskirinê cotkirina du cinsên ajelan ên ne wek hev, her wek equus; hesp, ker û zebra. Cotkirina herî naskirî, cotkirina hesp û kerê, hêstirê (qantir) derhaniye meydanê. Hem jî hêstir bi hêzbûn û zexmbûna xwe dihêt naskirin. Hîbrîdên (nifþên cotkiriyên ne hevcins) ku ji ker û zebrayan hatine, ew jî ajelên xwedî tendurustiyek baþ û bi hêz in, lê belê ew jî wek hêstirê stewr û xesandî ne." Sedema cotkirina ajelên ne hevcins, ji bo bi baþtirîn þêwe, cîbicîkirina karê rojane ya xelkê, yê li civakê bûye. Li teniþt çavkaniya hêzê, ji bo xebitandina di karê giran de, her wisan van ajelên kedîkirî, çavkaniyek girîng a bidestvehanîna xuraka rojane, wek goþt û þîrî, bûn jî (Têbînî 5).

 

Berhemên þîrî þîr û mast û penêr, berhemên xwedana heyvê ne

 

Bûyera nimandin û tirþbûnê ji van mirovan re, ta wê gavê tiþtekî wisan kesnedîtî û ecêb bû. Van sedemên zanistî yên tirþbûnê yên bi riya bakteriyan, hîna ni zanibûn. Ji lew re vê bûyerê bi þirovekirinên ol û ayinperestiyê (teologiyê) ve ji xwe re rohnî dikirin. Ev bûyer ji bo van mirovan karê Xwedê bû ne karê bakteriyan, ango 'mûcîzeyek' bû. Piþtî heyamek mêjûyî, mirov êdî vê bûyerê bi riya hêza xwezayî þirove kirin ta xwe gihandin serdema nûjen (modern), her xwedî vê bîr û baweriya kevin bûn. Li gor vê baweriya xwezayî, mirov digotin ku ev bûyera heyvanbûna þîrî û jê çêbûna mast û penêrê ku di mêjûyê mirovayetiyê de rolek herî girîng leyistiye, bi hêza heyvê rû dide. Mirovên berê, ta rojên serdema nûjen ku hînî ew sedema kîmyevî ya li paþ bûyera nimandinê û tirþbûnê, ew ê ku ji me mirovan re xwarinek pirr bi nirx û hêja yê xweþçêj dide, hîna jî xwedî wê bîr û baweriya kevin bûn (6).

 

Bêrîvan þîrî didoþe

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bi riya nimandinê temenê xwurakê dirêjtir dibû û her wisan jî xurakên nimandî demên dûr û dirêj dikaribûn werin veþartin, parastin û bi hêsanî bi xwe re gerandin. Nanê nimandî/tirþkirî zû kufikî ne dibûn. Avceh (bîra) demên dirêj dihat parastin û doþava ku bûbû bade jî, bêyî ku xirab biba, bi salan dikaribû bimaya. Her wisan gava ku þîr heyvan dibû, dibû mast û penêr, ku ew jî dikaribûn bêyî ku xirab bibana demên dirêj bimana. Bêguman xurakê welê dema koçkirinan de bi hêsanî dikaribûn birin û hanîn. Di þûna bi xwe re birina barê mazin ên xurakê, mirov van xurakên nimandî û heyvankirî yên barê sivik, bi xwe re bi hêsanî dibirin û dihanîn. Rêwî her dem rastê nêçîr ne dibûn, piþtî rêveçûna rojekê, dîsan divegeriyan nav kom û gundên xwe. Lê belê bi van xurakên heyvankirî yên wek keþk û çortan yan penêrê hiþkkirî, rêwî dikaribûn riyên ji rojekê dirêjtir herin. Bi gotinek din ev cûre xurak rola ardûya (benzîn) belavkirina huner û zanîna çandinê li ser dunyayê leyistiye (7).

Li civata van gundiyên pêþîn dibe ku rojekê yek ji wan parçeyek ji 'nanê' kevin kiribin nav hevîrek nuh û dîtibin ki çawa hevîr ji ber 'nanê kevin' dinime û tirþ dibe û bi dehan car jî, ji hevîrê xwe yê destpêkî pirtir dibe. Her wisan jî ç êj û tahma nanî xweþtir dibe. Bi riya azîneya nimandin û tirþkirinê, mirov xwe hînî bi destxistina xurakên bi kvalîteya bilind kirin û ji xwe re nan, mast, bade û avcehê durust kirin.

Bi destvexistina vê hunerê re, mirov hêdî hêdî têgehîþtin ku mirov êdî dikare bi ser cîhana giya û ajelan de desthilatdariya xwe bi cih bike. Mirov êdî þsêweya jiyana kevin ne dipejirandin û bi bîr û baweriya serkeftinê ber bi rojên pêþ ve diçûn.

Bi nêzîkayî hezar sal piþtî xwedîbûna li zaniyariya hunera pahtina nên, bidestvehanîna bade û avcehê, mirovan xwe hînî hunera heyvankirina þîrî û mastî jî kirin. Kedîkirin û xweykirina ajelan, rê dabû mirovan ku ji xwe re çavkaniyek nuh a xurakê bi dest ve bixin, ango berhemên xurakî yên ji ajelan her wek þîr, mast û penêr. Li teniþta goþtê ajelan, mirov êdî dikaribûn ji xwe re ji þîrê hespan, mangan, mih û berazan bidoþin û wê bi riya heyvankirinê bikin mast û penêr û hilînin ji bo demên pêwîst ên li pêþ û hingê ji xwe re bixwin.



WÊNE 4: ©-Arne Adler:Þîre-e Germ, Derman-ê Bapêþê (þîrê germ bi baharatan),
Mehîr (þorbê dew bi dan û baharatan)

uuuuui

Koden Zimanî

Lêkolînek biçûk a etîmolojîkî ya li ser çar peyvikên þîr, yogurt, bade û heyvankirinê em birin rojgariyek kevin a dîrokê, rojgariya serdema berdî (neolîtîkî).

Li van rojgariyên kevîn ên dîrokê, baweriya mirovên van serdeman welê bû, ku encama bûyera heyvankirinê, hunera xwedanokên wan bû. Bi destê xwedanokên wan ev huner dihat afirandin û cîbicîkirin. Em vê yekê di karhanîna bi berfirehî ya peyvika hindo-ewrûpî ya essans'ê de dibînin. ”ess”, ”ass”, ”assa”, ”oss”, ”ozz”, ”uss”, ”uzz” = ku dihêt wateya yê rastî, yê girîng, yê bingehî, yê bilindkirî, yê çavkanî, yê durust, yê xawên, xweda û hwd (Têbînî 8).

Di zimanê kurdî de peyva asman yan jî azman dihêt wateya qada xwedayî. Gava mirov bi riya heyvankirinê (nimandinê, tirþbûnê) ji xwe re mast, bade û avceh bi dest ve dihanîn, digotin ew 'dermanê' kîmyewî (avzûn, havin) îksîrê xwudayî ye, ku mirov pê dibe bêmirin, ev av e ku jiyanê dide. Ji lew re ew peyva kurdî avûz peyva ji bo nimandin û tirþkirinê ye. Peyva avûz ji du morfeman, beþþên bingehîn ên watedar pêk dihêt û di vê peyvikê de morfema av wateya avê dide û ûz bi xwe jî dihêt wateya yê bingehîn, yê rastî, yê bilindkirî. Her wisan peyva hamîlebûn jî li gor vê danezana morfema peyvî dihêt diyarkirinê: av+is = ku dihêt wateya 'hilgirtî bi ava jiyanê'. Vexwarina ku ava xwedayî iksîr li nav e, bi kurdî jê re avoz (bade) dihêt gotin. Gava mirov vê peyvê ta bingeha morfema wê diverise, analîzê dike, mirov dibîne ku 'kiteya' av morfema av, dihêt wateya avê û morfema oz jî dihêt wateya yê bingehîn, yê rastî, yê bilindkirî.

Her wisan jî bala xwe bidin nêzîkayiya analîza morfolojîkî ya peyva hindo.ewrûpî ferMENTation: os-t (penêr), jes-t (hevîrtirþ), mal-t (cehê tirþkirî) û mas-t (kurdî). Pêþpirtika (prefiks) 'm' li nav van peyvan, nîþana (femininum) ye. û morfema 'as' jî, nîþana domana tirþbûnê diyar dike. Tîpa 't' jî tempusa rêzimanî ya peyvî ye, ku dibêje me ku 'ev bûyer cî bi cî hatiye', 'hew bûye', 'çûye serî'. Bi kurdî ji þ ûnewarê cîbicîkirina karê þ îremeniyê re mandra dihêt gotin. Ji çakiya xwe peyvikên þîr, mast, mandra û heyv li nav zimanên îndoewrûpî yên cihêreng rûber bikin û bidin ber hev. Qet ne seyr û xerîb e ku mirov were ser heman encamê. Ji ber ku van kod û nîþanên zimanewanî nîþanî me dide, ku domana zaniyarî ya bi destvehanîna berhemên þîrî çawa dest pê kiriye. Ji çakiya xwe li lîsteya jêrîn a peyvan li nav zimanên cihêreng temaþe bikin.

Peyva nimandin û tirþbûnê di zimanê kurdî de jê re dibêjin 'heyvankirin/hewênkirin'. Di vê peyvikê de heyv=heyva li asman e û kirin jî lêkera kirinê ye. Di gelek zimanê hindo.ewrûpî de ev peyv her wisan pêk hatiye. Ji bo nimûnê, li zimanê almanî navê hevîrtirþê hefe ye. Zimanê kurdî dikeve beþê rojhilatî ya zimanên hindo-ewrûpî.

Pirsnasiya, etîmologiya peyva "genim"

Peyva "genim" bi kurdî di wateya "destpêk"ê de ye. yan jî, "zayin". Li yûnaniya kevin jî heman peyv e: "genima/genimata". Ev peyva yûnanî ji peyva kurdî ya "genim" hatiye.

Çend peyvên ji heman rehî honandî ev in :

"Gen" wek li peyva "genetîk"
"G/Jen"wek li peyva "jînokologî"
"Genesîs" wek li yekem sûreya tewratê ku wateya wê "destpêk"ê ye.

 

 

 

 

Huner û Riya Zanebûna Heyvankirinê Bi Hêza Xwedanoka Heyvê (Heyv, Meh)

Li toreya olî ya hoz û êlên pêþemîn ên hndo-ewrûpî, perestiniya ji xwedanoka heyvê re hebû. Xwedanoka heyvê jî her dem bû. Ji lew re navê xwedanokê bi pêþpirtika ma ku di zimanê hindo-ewrûpî de nîþana mêbûnê ye' dihat nimandin. Ji lew re di gelek zimanên hindo-ewrûpî yên rojhilatî de, navê heyvê bi pêþpirtikên mêbûnê yên "ma", "mo" dest pê dikin. Pêþkiteya ma ya di nav van zimanan de ji peyvên latînî yên "mater", "mamma" dihêt. Ev dihêt wateya xwedanoka her bebikên li ber þîrî' ango, mama.

Huner û riya zaniyariya domana heyvankirinê ji lew re dihat bi perestiniya bi xwedanokên heyvê. Li hêla din jî riya tirþkirin, heyvankirina berhemên giyayî (nan, bade, û avceh) jî di bin hêza destê xwedanê mazin a hetavî (nêr) bû. Di mîtolojiya antîkî ya hindo-ewrûpiyên bi navê yûnanî de, ev bi navê ZE / TSE / DIO dihatin nimandin û Zeus xwedanê herî mazin a li ezmanan dizanîn.

Li gor bîr û baweriya van gelên ji rojgariya dîrokê, xurakên wek mast û vexwarinên wek bade xwedî hêzeke xwedayî bûn. Ji ber vê yekê ye ku mirov li wargehên pîroz yên wek perestgehan, nan dixwar û bade divexwar. Ew badeya ku ta li rojên îroyîn li perestgehên wek dêrê, dihêne vexwarinê û parçenanê ku dihêt tahmkirinê, ji vê toreya kevnare maye. Bîr û bawerî ev bû ku van vexwarinên tirþkirî yên xwedayî, xwedî hêz û tuwaneyek xwedayî bûn û mirov ji êþ û eleman pak dikirin. Temenê mirov dirêj dikirin û bi vexwarina wan mirov ji gunehan pak û xawên dibûn (Têbînî 9).

 

 

 

 

Ew xelkê bi navê kiriyan ku li bakurê Behra Reþ, li Ukranya îroyîn dijiyan, xwe baþ hînî kedîkirina gelek ajelên wek hesp, mîh û berazan kiribûn. Her ji ber vê yekê jî bûbûn xwedî aboriyek pêþketî ya civakî, ku ji bo dotina hespên xwe xulaman bi kar dihanîn. Çîna kiriyan a serdest xwedî mafê xwarina to'yê (qeymaxê) þîr û mastî bûn. Qedexe bû heger xulamek ji xwe re toyê mastî tahm bikira. Lê belê ya herî dijwar di jiyana van xulamên de ev bû, ku çavê xulaman dihat derxistin û korkirinê ku xulam çi car ni karibin xwe hînî hunera bi destvehanîna mast û penêrê bikin, ji lew re gava fîrar kiribana, hingê dikaribûn vê hunerê jî, bi xwe re bibin. Ji lew re hunera bi destvehanîna mast û penêrê nehêniyek (sirr) civakî bû (Têbînî 10).

 

 

 

 

 

Dibêjin gava ku keþtiya peyamber Nûh'î bi rojan û mehan di ser avê de diherikî û diçû, ew þ îrê ku ajelên li keþtiyê didan ew çend pirr bû, ku jê re cih tune bû. Hingê peyamber Nûhî meþk dihanî û þ îrî diêxist di nav van meþkan de. Piþtî heyamekê didît ku ev þ îr heyvan bûye û bûye, mast û penêr. Peyamber Nûh pêþî heyfa xwe bi vê haniye, ku þîrê di destê wî de tev xirab bûye. Lê gava ku tahm kiriye, hingê fam kiriye ku xurakek pirr xweþ û ciwan hatiye holê. Dibêjin ji wê rojê ve ye ku mast çêbûye. Her çend çîrokek bi fentezî be jî, dîsan ev ç îrok pirr nêzîkê rastiyê ye. Ji ber ku di zikê golik û mangeyan de ferþik heye, ku tê de dermanê heyvanirinê heye. Ew ê ku þîr diqusîne, dike mast û paþê jî penêr ev madde bi xwe ye (Têbînî 11) û (Cavkanî #7)

 

Bêrîvan, þîrdoþ e

 


Mast - Ew Þîrê Tirþê Desthilatdar ê Herî Bilind

Bêguman mast xwedî navek xwedayî ye - xwedî navê wî Xwedayê herî mazin a zerdeþtiyê Ahura Masta (þîrê tirs) ye. Ev bi wateyek din 'þîrê tirþê desthilatdarê bilind e û di wateya ew vexwarina herî desthilatdar e. Vexwarina tirþbûyî/heyvanbûyî ya Xwedê, ya xwedayî. Ew vexwarina bi efsûn. Van peyvên li ser mast'î nîþanî me dide ku hoz û êlên kevin ên hindo-ewrûpî, paye û nirxek bilind didane bi þîrê tirþkirî.

Huner û pêzanîna çêkirina xwarina bi þîr ji zemanê pirr kevin dihêt. Li niviþtek berdî ya ji heriya pijandî, ya mezopotamiyayî, ku 3750 sal kevin e, wek reçeta xwarinê hatiye amadekirinê, tarîfa çêkirina vê xwarinê li ser hatiye nivîsînê: goþtê berxê bi pîvaz û þîr, di nav þîrê tirskirî û xwînê de kelandî.

Li tevaya civakên Rohilata Navînî, xurakên tirþkirî wek nan, mast û penêr pîroz in. Pirê caran gava mirov sûnda rastgoyiyê dixwun, hingê ne li ser Quranê, lê belê li ser nan û mastî sund dixwun. Baþ dihêt zanînê ku ji rojgariya kevin ên dîrokê ve, van xurakan li nav çanda civakê xwedî ciyê nirx û hêjayiyeka bilind wergirtine. Li Hindistanê mange pîroz dihên zanîn, li Rohilata navîn jî mast û nan. Ji bo nimûne çi car mirov pê li ser nan na ke. Mastê ku ji ber xwarinê maye, mirov na rijîne her derê. Gava pirr pêdivî be, ev dirijînin di bin darekê de.

Li ser girîngiya cihê mastî û dîroka mastî gelek vegotinên înteresant hene. Lê belê ev çîrok baþ têdigehîne û ku bi rastî mast dikare çi bide ji mirovan re. Bêguman jiyanek bi tendurustiyek rêk û pêk, temenek dirêj. Peyva Agrî li sanskrîtê (Têbînî 12) di wateya Xwedanê agir e. Li gor vê bîr û baweriyê Agrî bû ku xwedanokan afirandibû, çêkiribû. Agrî jî hêza xwe ji vexwarina xwedayî wergirtibû. Ev vexwarina tirþkirî bû ku hêz dabû Agrî û ew kiribû bêmirin. Gava mirov beharata bi navê homa (sarcostema vininelis) kir di nava masta (mast) de, hingê ev vexwarin bû vexwarinek pirr a bi hêz ku kî wê vexwara, jê re dibû derman ji lew re vexwarinek pirr kêrhatî bû ji bo laþê mirovî, zengîn bû ji hêla vîtamînan, ku loma hem hêz dida mirovî û hem jî temenek dirêj. Bi rastî jî vexwarinek xwedayî!

 

 


Di Metbexa Kurdî De Bi Karhanîna Mast û Þîrî

Gundî û koçerên Kurdistanê berhemek taybetmend a þîrî bi dest ve dihênin ku jê re mentirþ dihêt gotin. Ev peyv dihêt wateya 'ment'ê tirþ. Encama berhemî ya herî baþ bi karhanîna ji þîrê mîhî yan bizinî ve dibe. Dermanê ku mirov mentirþê pê çêdike, piþtî germkirina (pastorising) þîrî, çend dilopên þîrê firo yê xav ku ji mîh yan jî ji bizinê nuhzayî dihêt wergirtin û çend giyayên baharatî yên teze yên kurdî ne. Mirov vî þîrê germkirî çend saetan li nav cerekê devgirtî li ciyek hênik dihêle. Piþtî çend saetan naverok dibe vexwarina mastê rohn, ku hem ji bo birîna maîdeyê (ulser) û hem jî ji bo serêþê (migren) dermanê di cih de ye. Bala mirov dikiþîne, ku her çend bi saetan li ciyekî hênik rawestayî be jî, dîsan mentirþ wek li ser agir hatibe dahênan germ e. Ji bo çareseriya kula zik û serêþê, divê nexweþ wê bi germahî vexwun ku þîfa xwe zû bibînin.

 

 

Foto: Masum Suer

 

Li metbexa kurdî mast û þîr bi gelek awayên cihêreng û xweþ dihêne bi karhanîn. Ciyê mast wisan diyar û girîng e ku li nav metbexa kurdî, loma mirov dibêje: "nan û mast xwarina rast!" Her wisan jî ciyê þîr girîng û pirr diyar e. Loma kurd dibêjin: ”Nan û þir xwarina mîr!

Gundiyên kurd ji bo berhemek þîrî, azîne û metodek pirr kevin bi kar dihênin ku jê re dibêjin Mastê taze. Ev gundiyên hêla herêma Rewanduzê ya Baþûrê Kurdistanê ye, ku mastê teze dikin di nav kûzekê de. Pariyek biçûk ji nanê beyat dixin di nav mastî de. Paþê bez germ dikin û bi ser devê kûzî de dikin. Devê kûzî bi qapaxekê baþ digirin û girê didin. Erd dikolin û kûzê mastî dixin bin erdê û ser wê digirin ta zivistanê ne derdixin. Gava zivistanê kûzê mastî ji bin erdê derdixin, mast bûye xwedî ç êj û tahmek êdî xweþtir.

Li jêrê me çend reçeteyên xwarin û vexwarina mast û þîrî ji metbexa kurdî ji bo we nivîsiye. Ji bo nimûnê, mehîrê bi baharatên teze ku di devê mirovî de dihele.

 

 

 

 

 

 

Wêneya keriyek dewaran ji Mezopotamiya Bakur (ji Kurdistan'e) Mohra Serdema Ururûk'ê / Mohra sîlîndîrî (4100-3000 BZ).

Mast (yogurd) çend hezar sal piþtî Þoreþa Hunerê Çandinê li erdnîgariya dîrokî ya Kurdistanê hat çêkirin. Mast xwarinek kevnar e. Þopên wê yên pêþî di serdema neolîtîkê de di navbera 10 000 û 5 000 BZ tê dîtin.

Bo nimûne wisa tê bawerkirinê ku 2000 sal BZ nîvê þêniyê cîhanê berhemên þîrî dixwarin. Mast wekî hilberîneke kevneþopî derbasî dîroka mirovahiyê bûye. Ew þîr diparêze. Dibe ku mastê herî pêþîn bi tesadufî li Kurdistana dîrokî, li dor 5000 sal berî zayînê hatibe çêkirin. Þopên herî pêþîn ên mast durustkirina mirovan digihîje 8500 sal berî zayînê (li Kurdistana mêjûyî û li Afrîka'yê), û þîrkirin ji nêz ve bi kedîkirina heywanan ji hêla mirovan ve girêdayî ye. Mast li destpêkê de wekî azîneyek (metodek) bo parastina þîrê heywanan bi kar dihat.

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji penêrê hiþkkirî yê ku jê re dibêjin keþk, çolek, çortan, li Kazaxistanê xelkê kazax jê re dibêje: kurd, kurt

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nexþeya þûnewarên yekemîn gund û bajarên li ser ruyê erdê li Kurdistan'ê... Ji 10 000 salan ta 7 000 salan BZ

 

 

 

 

 

 

Gelo Zero Axa'yê Kurd ê 160 Salî (1774 – 1934) – Berhemê Bucîzeyî yê Mastî Bû

Zero Axa ku jiyana wî ji hêla zaniyarên sala 1930'yî ve hat bi spartek û belgekirin, wisan dihêt zanînê ku ev kes ew kurdê herî temendirêj ê serdema nûjen (modern) e. Zero Axa xelkê herêma kevneciyayî yê Bitlîsê ye. Av û hewa xweþ a herêma Bitlîsê û Kafkasê bi nav û deng e. Ev her du herêm naskirî ne bi kal û pîrên xwe yên temendirêj. Li gelek welatên roavayê wêneyên van kal û pîran her dem li ser pakêta sîr û mêst dixin.

 

 



Zero Agha, 160 (!?) sal jiya

Temenmazinên li Rohilata Navînî, supasiya xwe ji mastî re bi van peyvan diyar dikin: ”Ez bi xêra mastî gihame vî temenî, ne bi xêra Xwedê jî! (Têbînî 13).



Zero Agha, dema hîna 148 (!) salî bû.


Zero Axa gava 17 salî bû ji Kurdistanê hat Konstantînopolê (Stanbolê). Zero Axa ji bo debara jiyana xwe sed salekê (!) sax, karê barhilgiriyê (hemaliyê) kir. Zero Axa gava 90 salî bû jê re kurek çêbû. Zero Axa 12 caran jin hanî. Jê re 28 zaro çêbûn. Ji zarokên wî tenê keça wî ya 80 salî piþtî mirina Zero Axa ma li jiyanê. Ne henek e ku heger mirov bibêje Zero Axa sê sedsalan (qurn) jiyaye. Zero Axa ji hêla grûbek arkeologan li Konstantînopel'ê hat naskirin. Ev grûb Zero Axa bi xwe re birin Amerîkayê. Li Amerîkayê nirxê Zero Axa xweþ û baþ dizanibûn û bi germahî xêrhatina wî kirin.

 

 

 

 

Kurd ji jiyana erdkêlanê (erdajotinê) û pez û dewar xweykirinê re anku ji jiyana gundayetiyê re dibêjin; Jiyana Kurmanciyê (Pastoral Life)

 


uuuuDe tre tidiga stora uppfinningarna utöver människans kunskap att göra och kontrollera eld är; odling av vete, fermentering av mjölkprodukter och uppfinnin

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

g av hjulet. Dessa tre fenomen inträffade i denna geografi. (3) .

 


R E Ç E T E

ÞÎRÊ GERM (Þîre-germ): Teyeste: - ji bo 2 kesan: 2 îskan þîr, 3 lib þekir, Durustkirin: Þîrî bikelîne, þekir bike navê, tevde û berde nav îskanê. Hinek raweste da ku tovek (qeymaxek) were serê.

MEHÎR (þorbê mastî) Teyeste: - ji bo 4 kesan: 1 liter mast, 2 dl av, 2 dl danê kutandî, 1 dl nokê kelandî, 2 kevçiyê xwarinê (kxw) ard, 2 hêk, hinek naneya teze, rûnê zeytê, rûnê kere, xwê, îsota hêrandî ya sor. Durustkirin: Av û mast tevde (=dew), Bide ser agir û bikelîne. danê hêrandî bike navê, paþê jî nokê kelandî berde navê. Dû re çend kevçî jî ard û baþ tevde. Li vê heyamê hêk jî tê de biþkîne. Hinek na'neya teze jî bixe navê, rûnê zeytê berde di navê de û hinek jî rûnê kere. Bi xwê û îsota sor a hêrandî jî tahmê bidiyê.

DERMANÊ BAPÊÞÊ (þîrê germê bi baharat, dermanê bapêþê): Teyeste:- 1 kes: 1 piyale sîr, nîv kevçiyê çay reþreþik, çend dendikê îsota reþ ê glover. Durustkirin: Þ îrî bikelîne, baharatan biêxe di nav de û tevde. Bahartan bi parzûnê jê derxe. Hîna germ e vexwe.

 

Navê þorbeþîrê di çend zimanên cihêreng de:
Þorbeþir (kurdî), Sîrxorma (urdu), Kîr (hindî), Þîrbirinc (farsî), Rez be halîb (erebî), Riso al latte (italî), Sutlac (tirkî), Brindz-i shila (ermenî), Dajsat ores (ibrî).

 

 

 

Gomeke pêz li Baþûrê Kurdistanê

 

 

 

 

 

 

 

Li dîrokê cara yekê kurd hêsp kedî kirin

Du lêkolînerên dîrokê yên herî zêde tên xwendin; Carl-Elof Svenning (1964) û Ferdinand Hennerbichler (2004) jêrîn dinivîsin:

'' Devera heyva berhemdar ji (Fertile Crescent) ji mêj ve bi pîþesaziya xwe ya tekstîlê navdar e. Beriya ku hevrîþim ji Çînê û pembû ji Hindistanê were, tevnkarên vê herêmê her tim hewcedariya wan bi hirî hebû û hirî jî ji pezê ‘Kurd’ dihat. Li bajarên Asyaya Navîn jî hewcedarî bi goþtê pezê 'kurdî' hebû. Bi vî awayî kurdan di jîyana aborî ya Asyaya Navîn de – wek heywandarên wê – roleke girîng lîstin. Dibe ku ew ji zû de wê rolê dilîstin. Belkî jî kurd bûn ku hesp carekê bi aþûriyan dane naskirin. Û heta radeyekê kurd hê jî hespê xweyî dikin''.
Carl-Elof Svenning
, Politisk tidskrift, CUF, Çile 1964, li ser eþîrên þivan ên kurd ên nûjen ”)

''Delîlên zanistî bi zelalî nîþan didin ku bav û kalên kurdan di DESTPÊKÊN herî zû de li Rojhilata Nêzîk a Ewrasyayê (di navbera Asya û Ewrûpayê de) di Heyva Berhemdar de di Serdema Kevir (neolîtîkî) de jiyane.

Ferdinand Hennerbichler (2004)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Herîr - Kurdistan

______________________________________
TÊBÎNÎ SERINC JÊRENOT:

 

* (1): Þoreþa çandinê (agrar) û Mezr û Koçeriyê (pastoral)


* (2): Di encama lêkolînên arkeolojîkî niviþtek berdî (kevirî) hatiye dîtin ku ev niviþt wek kevintirîn menuya restorantê dihêt zanînê. Ev niviþta berdî li ser erdê Baþûrê Kurdistanê hatiye dîtin. Li yeklemîn rêza vê menuyê ev xwarin hatiye nivîsînê: 'birinca bi pîvaz li nav xwîna berazî kelandî.' Li heman herêmê, kûzekî kevin hat dîtin û bi lêkolîn û analîzan hat , ku bermayê li binê kûzê bade (avoz) bûye. Temenê vê badeyê 2500 sal berî zayinê bûye. Berî ku mirov rast li vê bermayê badeya yê li bin vê kûzê hatibûn, bawerî welê bû, ku mêjûya kevintirîn hunera bidestvehanîna badeyê, li herêma çiyayî ya li Anatoliya Baþûrî, li herêma Tarsûsê bûye. Bi dîtina vê cerê, li ser xaka Kurdistanê, mêjûya hunera bidestvehanîna badeyê 1000 sal kevintir çû û her wisan jî þûnewarê hunera bi destvehanîna badeyê jî bi çendî 1000 km êdî ber bi baþûr ve hat. (Çavkanî #19).

* (3): Grûbek zaniyar li Almanyayê, bi alîkariya azîne û metoda DNA'yê þûnewarê niþtimanê genim li herêma Diyarbekrê li Bakurê Kurdistanê destnîþan kirine. Dîsan kevintirîn têger (tekerlek) a naskirî ya ji dîrokê, li nêzîkê vê herêmê, li dorhêla golên Wan û Ûrmiyê hatiye dîtin. Ev herêm, herêmek bi çendî 600 km dirêj e û bi çendî 200 km jî berfireh e. Van têgerên ku kli encama lêklînên arkeolojîkî hatine peydakirinê, temenê wan li dor 3000 sal berî zayinê ye. Bi gotinek din xwedî temenek bi 5000 salan in (Çavkanî #16).

* (4): Piraniya erdê Hîvika bi xêr û bêr (Fertile Crescent) dikeve nav sînorên Kurdistanê. 'Tiþtê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya þaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. 'Piraniya erdê Kurdistanê, erdê çandbar e. 'îqlîm û hewa vî welatî jî, ji bo xweykirina ajelan pirr kêrhatî ye. Ji ber vê yekê ye ku xelkê ku ji rojgariyên kevin ên dîrokê li Kurdistanê jiyane, bi karê xweykirina ajelan rabûne. (Çavkanî #11-13).

Li gundên çol û çiyayên Kurdistanê, li wan gundên ku ji bajaran pirr dûr in, mirov hîna jî wek li zemanên berê, di gel ajelan dirabûn û dirûnin. Di odeyekê de mirov û ajel tevî hev dimînin.

Gava mirov jiyana mezrên kurdan ên ku tê de ajel xwey dibin dikole, mirov þûnewarê cihêreng ên taybet dibîne ku ajel têde xwey dibin. Li gor taybetmendiya xwe ji van ciyan re dibêjin koz”, ”gov”, ”zom”. Gavan û þivan li van ciyan pirr nêzîkê van ajelên xwe dijîn. Xweykirina çeþîdên ajelan, li Kurdistanê pirî caran li gor rewþa erdnîgarî û îqlîma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Gerandina keriyên pêz li nav gelek herêman, ji ber xwegihandina ser çêreyên li hawîrdorê bûye. Gava li mehên havînan peydakirina erdên çêre li deverên jêra Dîcleyê pirr dijwar bûye, koçerên xwedîpez bêgav mane ku keriyên xwe ber bi herêma çiyayî ya li dorhêlên çavkaniya çemên Dîclê û Feradê birine. Li van herêman ji bo keriyên pêz her dem çêreyên havînê hebûne. Lê gava ku zivistan dihat, van koçeran, xwe bi pezên xwe dikiþandin herêmên baþûrî, þ ûnewarên ku lê çêreya zivistanê bi dest diket. Lêbelê nîvkoçer jî havînan ji xwe re li nav van 'xaniyên' çendemî (muweqet) ên ”koz”, ”gov”, ”zom”an de dijiyan. Zivistanan jî divegeriyan nav malên li gundên xwe, ku li wir her dem qûtê ajelan ê ji bo zivistanê dihat hilanîn. Ev çûnehata ji ber erdnîgariyê û îqlîmê, ji rojgariyên kevin ên dîrokê ta ber bi roja îroyîn, her dem jiyana koçeran li gor van mercan bi reng kiriye. Her wisan ku her hoz û êlên koçeran, di zemanên van çûnehatên salane yên demsalî (mevsim) de, li çûnehatên ji baþûr ber bi bakur ve û ji bakur ber bi baþûr ve, ji xwe re dem û guzergahek pirr xweser û taybet diyar kirine. (Çavkanî #13, 15).

* (5): "Ne tenê hesp û ga ji bo alîkariya mirovan dihatin diajotin, xebitandin, her wisan jî hêstir li zemanê berê ajelek barkêþ e, kar û xebitandina ji bo kar û barê civakê bûn. Li hinek welatên Asya Nêzîk, hîna jî bi van ajelan kar dihê kirin. Piraniya van hêstirên ku li van welatên asyayî dihêne xebitandin, li welatê kurdan dihêne xweykirin û li nav van welatên cîran belavkirin (Çavkanî #5).

* (6): Li çîrokên efsane û mîtoljiyê de, karê xwedanê (nêr) hetavî karê tirþkirin û nimandina berên giyayî yên wek genim, tirî û cehî bû. Lê belê di nav karê xwedanokên heyvê (mê) jî, heyvankirin berhemên þîrî, mast û penêrê hebû. Gelên serdema antîkî, wan bawerî ev bû, ku yên þîr hewên dikir, xwedanoka heyvê bû. Karê xwedana heyvê, heyvankirina berhemên þîrî û serzêdekirina vê xurakê bû. Li bîr û baweriya van gelên ji rojgariya dîrokî, 'xwedanên Ass' li paþ karê prosêsa heyvanbûnê de bûn. Wan þîr dikir xurakê xweþçêj yên wek mast û penêr. Xweda vî karî ji bo mirovên xwe dikirin, da ku ew li zemanên xelayê ji birçîbûnê ne mirin (Çavkanî #24, 25).

Ajelên kedîkirî yên cirbaþ, ne tenê çavkaniya xurakê bûn. Ajel her wisan jî li avakirina civakê de alav û navgînek kêrhatî yê herî girîng bûn. Herêma Hîvika Bi Xêr û Bêr, ji zemanên kevin ve bi îndustriya xwe ya qumaþê dihêt naskirinê. 'Berî ku hevrîþm ji Çîn û Hindistanê werin, tevnên van welatan pêwîstiyek berdewamî ya ji bo bi destvexistina hiriyê hebû û çavkaniya temamê hiriya ku diçû van welatan ji keriyên bêhejimar ên herêma Kurdistanê diçû van welatan. Her wisan jî tevaya bajarên welatên Asya Nêzîk jî bi goþtê mih û berxên welatê Kurdistanê xwey dibûn. Kurd wek xwediyê kerî û naxirên ajelên bêhejimar, xwedî rolek mazin bûn di jiyana aboriya welatên Asya Nêzîkî de. Ne dûr e ku kurd rojekê hesp bi asûriyan dan naskirin. Hîna jî kurd hesp dizayînin û xwey dikin.'(Çavkanî #1, 5, 10, 16, 18)

* (7): Xurakên teze, bi riya tirþkirin û nimandinê ji bo demên dirêj dikaribûn bihatana hilanînê. Li destpêkê, ji bo peydakirina xurakê li rojên kêmxurak û xelayê, li rojên rûdanên malxirabiyên ku xweza bi serê mirovan dihanî, bû sedema herî pêþemîn û bi tundî (nêçîr) û kedîkirina ajelan. Ev welê berdewam kir ku ta ku mirov êdî bêhtir bû xwedî pêzanîn û tecrubeyên dorhêla þ ûnewar û civaka xwe. Mirov hingê bêhtir mejiyê xwe xebitand da ku ji xwe re rêç û azîneyên ji bo peydakirin û hilanîna xurakê derhêna holê. Bêguman yek ji van rêç û azîneyên zaniyariya hilanîna xurakê, xwehînkirina hunera durustkirina ”Kaþk”'ê bûye. Keþk cûreyek penêrê ya bi riya xwezayê hiþkiri ye. Ev xurak ta roja îroyîn jî bêguman herdem li metbexa kurdî hebûye. Salane li metbexa gundên deþt û çiyayên Kurdistanê. Her sal û demsal li binê tûrikê piþta pêþemerge peyda bûye. Keþk zivistanan bi taybetî dikare mirov ji birçîbûnê rizgar bike. Ji lew re ev xurak têr û tije ye proteînan (Çavkanî #13, 24, 25).

* (8):Ass/ess”: yê rastî, yê girîng, yê bingehî, yê bilindkirî, yê çavkanî, yê durust, yê xawên, yê xwedayî (Çavkanî #24, 25, 27)

* (9): Li perestgehên hevdem yên wek dêran, hîna jî þop û bermayên van tore û çanda kevin mane. Perçebiçûka nanê ku keþe li dêrê ji bo çêj û tahmkirinê belav dike, her wisan jî qurtek ji badeya ku dide mêvanên dêlindêzê (merasîmê) ku jê re dibêjin xwîna Îsa'yî, bermayên her vê kevneþopê ne. Bêguman mirovên serdemên kevin ên ku badeyê divexwarin, ew jî her wek van mirovên hevdem ên, ku badeyê divexin, di kar û tesîra ku vexwarina badeyê li ser laþê mirovî dihêle, xwedî bîr û hizrek hevbeþ bûn. Yê vê vexwarina 'bi efsûn' divexwe bêguman serxwoþ dibe. Kî bade vexwe serxwoþ dibe. Ji lew re navê vê vexwarina ku mirovan 'þêt û dîn' dike, kirine 'ava ku mirov dîn dike.', her wek navê 'ava êgir' li nik çermsor, îndiyan û niþteciyan. Ne dûr e ku çiyayê Tûrabdîn (tûr-ab-dîn) navê xwe ji ber vê vexwarinê wergirtiye, ji lew re tevaya dorhêla çiyayê Torê (Tûrabdînê), li rojgariya kevin a dîrokê wargeha hilberîna (produksiyon) badeya ji bo qesra qralên Kurdistana mêjûyî bûye (Çavkanî #27).

* (10): Bi naskirina peyvên li zimên, bi þirovekirin û naskirina nexþên folklorî û her wisan jî bi naskirina jiyana folklorî, mirov dikare çavkanî û bineretna dîroka pêþveçûna tore û kevneþopan derhêne meydanê. Li mîtolojiya grek-anatolî (dîonîkî) ev yek li muzîk û govenda mîllî yê van gelan, pirr zelal xuya dike. Ji bo nimûnê, govenda li ser tiriyan a pêncgavî (pentatonîk), ji vê toreyê hatiye. Sê gavên pêþemîn ji bo baþ binpêkirin û eciqandina tiriyê ne, du gavên mayî jî, ji bo bi þ êweya herî baþ derxistina ava mayî ji nav tiriyê eciqandî û ji bo herikandina vê avê di nav niqre û sîtilên tirþkirin û nimandinê ye (Çavkanî #25, 27).

* (11): Ferþik (enzymek/hewên) ku li nav ava zikê biçûk ê pez, golik û dewara heye: gava ku mirov dike di nav þîrî de, proteyîna bi navê ji xwe ber dide nav þîrî. Ev ferþik ji zikê golikê dihêt girtin. Ferþik tevaya proteyînên þîrî ji hev dixe û þîrî terte dike. Piþtî heyamekê jî þîrê ku ferþik (heyvan) ketiye di navê de, dibe xilt (mast). Gava ava vê xiltê jê parzûn dikin diherikînin, dibe penêr.

Li þûna ferþikê hewêna giyayî (nebatî/mîkrobiyel) jî têt bi karhanîn. Ava ji hejîrên teze, ava hinek baharatên þîn û teze ku wek þîrî spî dikin, ji hêla gundiyên kurdan ve wek hewênê dihêne bi karhanîn, ku ji þîr, mast û penêr bi dest ve bihênin.

Her wek mirovên ji rojgariya kevin ên dîrokê, mirovên hevdem jî bi hêz û tuwaneya mastî baweriya xwe dihênin. Mirov ji berê de xwedî wê baweriyê ne ku mast dermanê gelek derd û nexweþiyan e. Ta ku mirov xwarina mastî kirine sedema temenê xwe yê dirêj. Her wisan jî dibêjin ku mast û þîr, li nexweþiya tuberkulozê (werem), dîzanteriyê dihêt. Mast pêþî li serêþê piþtî vexwarina alkoholê digire û her wisan jî mast hêza seksuel a mirovî xurt dike. Li nav xelkê dibêjin ku þîrê germ, hinek îsota reþ, hinek reþreþik dermanê serêþê ye.

Lêkolînerên tendurustiyê, her dem dibêjin ku 'çend ji we têt, mast bixwin, ji lew re di nav mastî de bakteriyayê kêrhatî, li hevberê bakteriyayê neyarê zikî þer dikin û wek artêþekê lehengane zikê mirov ji van baktaeriyayê neyar diparêzin.'

* (12): Çiyayê agirverêþ ê li Kurdistanê û li ser tixûbên Ermenistanê, navê wî Agri (agir) yan Ararat (agir) e. Her wisan jî bihêne bîra xwe ku wan fuzeyên atomî yên hindistanî jî navê xwedanoka hindî ya agirî: Agni li ser wan e.

* (13): Her çend ku çapamaniya cîhanê ev çend berfireh li ser lêkolînên pîsporan ên li ser temenê Zero Axa rawestane jî, dîsan li ser vê temenê wî yê ev çend nadîde bilind guman jî hatine kirin (Çavkanî #21, 22, 23). Sök gärna vidare på: www.google.com: sökord: zaro agha)

* (14): Wek peyvika curd li zimanê înglîzî ya hindî dihêt wateya mast/yoghurt. Wek dihêt zanînê, peyva lemoncurd jî heye, ku ji xilta/'rîçala' (marmelad) bi çêj û tahma leymûnê re dihêt gotin.

PEYVA DAWÎN: Ev lêkolîn li govara zanistî ya bi navê MJOLKSPEGELN (Nyheter Fakta Forskning Debatt, Nr3 2005, 80 000 lasare) hatiye weþandin. Hêjayê gotinê ye ku piþtî naskirina vê lêkolîna Goran Candan'î, ne ma êdî li Swêdê ev fîrmaya sereke li ser pakêtên berhemên xwe yên þîrî, wek carên berê navên tirkî dahênin. Ji bo nimûnê, li þûna 'turkisk yoghurt', ji vir û þûn ve dihê gotin 'MEZE YOGHURT'. Li ser pirsê mirov dikare di malpera "arlafoods.se" de bi firehî bixwîne: ARLAs PRESSRELEASE:

http://www.arlafoods.se/upload/Press/Pressreleasedokument/Bakgrundsmaterial%20Meze.pdf

 

ÇAVKANÎ/ SPARTEK/ BINERETIN/ WÊJEYÎ

1 – Brothwell, Don and Patricia/ Ancient Peoples and Places. A Survey of The Diet of Early Peoples. London, Thames and Hudson, 1969
2 – Diamond, Jerry/ Guns, Germs, Steels The Fates of Human Societies
3 – Jensen, Per/ Djurens betende – Och orsakerna till det, 1993
4 – Lewan, Bengt/ ARKADIEN – Om herdar och herdinnor i svensk dikt, Bokförlaget Nya Doxa, 2001
5 – Svenning, Carl-Elof/ Politisk Tidskrift, CUF, Januari 1964 (om de moderna kurdiska herdestammar)
6 – Sjölander, Sverre/ Naturens budbärare, Nya Doxa
7 – Der Harotunian, Arto/ Yoghurt Boken, Rabén & Sjögren, 1983 (Grîngî û bi karhanîna mastî li Rohilata Navînî)
8 - Darwin, Charles/ The Origin of Species, 1859.
9 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London, 1914.
10 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (Derbareyê wan mirovên (jin) li Kurdistana mêjûyî ku þaristanî bi destê wan zaye - Þoreþa Çandinê)
11 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (lêkolînên antropolojîkî ya derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan)
12 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960 (lêkolînên antropolojîkî ya derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan)
13 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (xebata antropolojîkî derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan)
14 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (xebata zanistî ya derbareyê lý dîrokê cara yekem ajotina þitlan li Çiyayê Qerac - Li Kurdistana Mêjûyî li Amîdayê.)
15 – Besikci, Dr Ismail/ Ismail Dogu Anadolunun Düzeni – Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller. (Bingehên etnîkî û aboriya civakî li Rohilata Anatolyayê) 1969. (Derbareyê lêkýlînên hevdem ên antropolojîkî yên li Kurdistanê Dr Ismail Besikci, sosolog, dîroknas, zaniyar)
16 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (lêkolînên antopolojîkî li devera ku têger (tekerlek) cara yekê hatiye pevxistinê)
17 – Lo Yogurt E La Salute/ www.geocities.com/HotSprings/1015/salute.htm
18 – Hvar 8 Dagar. Nr 9, 1927 Tacklade av då de 160 åren blevo ifrågasatta. Världens äldsta man Zero Agha avliden i Konstantinopel.
19 – Illustrerad Vetenskap. Nr 6 1995
20 - Nature. Autumn 2003 (Lêkolîna derbareyê avahî û reh û koka zimanên Îndo-ewrûpî)
21 – Cornucopia. No 7, 1994/95. (Zero Agas biografi)
22 – Times, July 3, 1930. The Oldest Man – A visit to Amerika (om Zero Agas resa till USA)
23 – Kurdish Times, Vol. 1, No2, 1986, New York (Zero Agas biografi)
24 – Skyterna, Rice, Tamara Talbot, Natur och Kultur, 1958
25 – Herodotes/ Historia, Norsteds, 2000
26 – Seton, Lloyd/ Ancient Turkey, 1989
27 – Macqueen, J. G/ The Hittites and their contemporaries in Asia Minor, 1986
28 – Illustrerad vetenskap / Nr 7, 1991
29 – Svensk – Latinska Ordbok, Vilborg, Ebbe, 2002

 

 

SPARTEK Û BINERETIN A PEYVAN

PEYV
EREBÎ
ERMENÎ Asûrî/Suryanî Avesta/Pehlewî (*) Bulgarî Înglîzî Frensî Îbranî
MJÖLK heleeb kat khalwa/ helwo SHEER MLEKO MILK lait khelav
YOGHURT leben MAZUN qatiro/MASTO MAST Kiselo mleko YOGHURT
Indisk Engelska: curd
YOGHURT lebenia
OST jaban BANÉR gupta/ geweto PANEER Sirene/KASHK aval cheese fromage gvina
VIN KHAMAR gini IZalla - khamra/hamro HOMA VINO WINE VIN yayin
ÖL BEERA karedjur BEERA/ beera gatara BIRA BEER BIÉR BIRAH
BRÖD khobz hats lakhma/ lahmo NAN hljab BREAD PAIN lechem
MÅNE qamar lusin sahra/ sahro MAH luna MOON lune LAVANA
JÄST KHAMEERE tutKHEMUUR KHAMEERA/ HEMEERO KHOMA MAJA yeast ferMENTation shmarim
VETE qamah tsören KHATA/ HETO gandom, ghala JITO Wheat blé KHEETA
MJÖL taheen alyur qamkha/ qamho ARD brashno Flour farine kemah
HÄST HESAN dzi susya/ sesyo ASP kon HORSE cheval soss
OLJA ZEYT YOGHN, ZAYT ZAYTA/ ZAYTO RON OLIO oil huile shehem
DEG ajeen KHEMUR laysha/ laysho KHAMEER testo dough pâte Kelev, bahtsek
SOL SHAMS arev shamsa/ shimsho hetab slnce sun soleil SHAMS
ÄGG bayda dzu bicta/ bichto HEK jaice EGG oeuf beitza
ESS(entia) ASSASIA eakan/karevor itutaya/asasiyo ESASSA OSNOVA ESSENTIAL ESSENCE tomsitz, ikari
GRÖT aseeda shila shurwa/ dashishto firni kasha porridge bouillie dajsa
JORD ERD hogh ARCA/ ARCO ERZ ZEMJA EARTH terre ADARN, olam ERETZ
OSTMYSSJA/KVARG jaban TAZAj katnashor gupta khatta/ Geweto, hathto   Prjsno sirene CURD fromage fraiche GVINNA LAVANA
ELD nar krak nura/ nuro ATER/ ATARSH OGN fire feu esh


PEYV
Îtalî
Kurdî Latîn Farisî Sanskrît Spanî Almanî
MJÖLK LATTE SHEER LAC SHEER dugdha LECHE MILCH
YOGHURT YOGHURT MAST IOGURTINUM MAST   YOGHURT
JOGHURT
OST formaggio PENEER CASEUS PENEER PANEER QUESSO KÄSE
VIN VINo AVOZ VINUM mey madira VINO WEIN
ÖL birra avdjah CEREVISIA BEERA CERVEZA   BIER
BRÖD PANE NAN PANIS NAN   PAN brot
MÅNE LUNA HEYV/MAH LUNA MAH chandra LUNA MOND
JÄST lievito HEVEERtirsh FERMENTUM KHAMEERtorsh KHEMEER levadura HEFE
VETE GRANO GENEM triticum GENDIM GEHUN trigo weizen
MJÖL farina ARD farina ARD   harina mehl
HÄST cavallo HESP equus ASB ASHVA, ghora (hindi) caballo pferd
OLJA olio ZAYT, RÛN ÓLEUM RUGHN tel aceite ÖL
DEG pasta HEVEER MASSA KHAMEER KHAMER MASA teig
SOL sole HETAV, Teezh, khor sol AFTAB sooraj sol sonne
ÄGG uovo HÊK ovum Takhm-e morgh andaa huevo EI
ESS(entia) ESSENZA USSARE (z)* ESSAS ESSEMS/ESSÉNTIA Jawhar, ASAS ASTAR ESENCIA ESSENZ
GRÖT Pappa Tûtmac (z)* puls forni Daliya (hindi) gachas brei
JORD terra ERD TERRA ARD, ZEMEEN Prithvi, darthi (hindi) TIERRA ERDE
OSTMYSSJA/KVARG Ricotta, mosarella Lor, khilt   PANEER-E TAZEH   requesón, queso fresco quark
ELD fuocu AGIR, AR IGNIS ATESH AGNI fuego feuer


* Avesta: Zimanê kevin ê þaxê rohehelatî ya hindo-ewrûpî ye. Her wisan jî jimanê pîroz ê ola zerdeþtiyê ye. Kurdiya nû ji Avestayê ye.


* Pehlewi: Zimanê kevin ê þaxê rohehelatî ya hindo-ewrûpî ye. Farsiya nuh ji Pehlewî dihêt.

* (z): Zaravayê kurdî: zaza/dumilî

 

Spasî ji bo: Dr Vera Beaudin Saeedpour Seroka Kitêbxane û Muzexaneya Kurdî li New York'ê. Dr Sunil Sharma Pîsporî Herêmî ya wêjeyî li Zankoya Harvard University. Dr Peggy Pearlstein Pîspora Herêmî ya wêjeyî li Library of Congress, Waþîngton DC, Temoyê Zêrîn Mamosteyê kurdî Li Huddîng'ê, Swêd, Rohat Alakom lêkolîner, Mehdi Zana nivîsevan. Kenan Fanî Dogan lêkolîner, Dr Selaheddîn Rastgeldî lêkolîner. Beston Nore lêkolîner, Diako M nivîsevan, Hamid Kilicaslan lêkolîner, Kayfi Asad wergêr, Madhat Kakei hunermend. Maria Stenmark karkenar, Besna A. xwendekar, Robin Candan, xwendekar, Ali Karduxos, lêkolîner, Yûnanistan.


Wêne: Arne Adler
Kelepûr û materyal: Kurdish Book Bank - SARA

 

©- COPYRIGHT: HEMÛ MAF (ÊN WÊNEYAN) PARASTÎ NE Kopîkirin a Bê destûr ji binî qedexe ye!

Ev wêne ji Govara SCIENCE'ê hatine kirînê. Loma heger kesek bixwaze van wêneyan li derveyî vê maqaleyê dîsan biweshîne, divê ji vê govarê DESTÛR werbigire. Mafê destûrê bi 1500 kronî dihêt bi destv

 

 

Synd att Arla gick tillbaka från att kalla Meze Yoghurt till turkisk yoghurt.

Här är pressträffen som Arla gjorde någon gång i början av 2000-talet om sina yoghurt produkter efter vår studie om jäsningsprocessen som går ut på att:

- ordet yoghurt sägs vara turkiskt eller bulgariskt, men det är inte sant. Det är ett indo-europeiskt ord och härleder från två rötter: 'yog' betyder flytande olja på armeniska och 'gurd' betyder massa.



Om jäsningsprocessen:

- Fram tills människor förstod de riktiga teknologiska orsakerna bakom jäsningsprocessen trodde de att jäsningsprocessen var mångudinnans verk. Enligt de tidiga indo-europeiska folken som utvecklade de första bonde samhällena i Norra Mesopotamien (historiska Kurdistan) var det mångudinnan som genom jäsning ökade maten till sina undersåtar.

Louis Pasteur (1822-1895) Pasteur bevisade de teknologiska orsakerna genom att bevisa att mikroorganismer är ansvariga för jäsning och infektionssjukdomar. Han motbevisade den spontana härledningsteorin. På detta sätt möjliggjorde det utvecklingen av konserveringsmetoden som kallas "pasteurisering", vilket gör det möjligt att lagra jäsbara vätskor som vin, öl, mjölk och fruktjuice under lång tid utan att dem förstörs.

 

BAKGRUNDSMATERIAL

MJÖLK – EN MAGISK DRYCK I DET KURDISKA KÖKET:




FAKTA OCH KURIOSA OM MEZE OCH YOGHURT


Dûmahî / Berdewamî

 

 

 

 

MJÖLK - Den magiska drycken i det kurdiska köket

 

ALLT OM MAT

 

PASTORAL REVOLUTION

 

HISTORISKA KURDISTAN
- De första böndernas land

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum