Bi navê xwe yê din Hisên Mihemed an Mele Hisênê Bizgûrî, yan jî Keleþê Bextreþ, di sala 1930î de, li gundê Bizgûra Mêrdînê, ji dayik bûye. Di 6-saliya temenê wî de, bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî diçe Binxetê. Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina dînî kiriye; ew berê xwe dide gundên Binxetê, ew jî wî dibin cem seydayê Mele Ebdulrezaq. Cihên xwendina wî ev bûn:
Xalit, Girgod Til-Erbîta Jêrîn, Til-Erbîta Jorîn, Qotikê, Girdêwan, Girbawî, Xizna û Til-Me'erûf.
Di sala 1945an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina Kurdî kiriye, û danûstandinên wî bi rewþenbîrên wê hingê re, weke nimûne Cegerxwîn, Qedrî Can, Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj, çêdibin, û bi wan re dest bi hûnandina helbestê dike.
Ji ber ku wî, ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû, û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn, ji cotkariyê, þivantiyê, palahiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîþî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewþa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye. Wî ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye, û ji têkçûnan re jî hawar kiriye.
Seydayê Keleþ xwedî 8 dîwanên helbestan e. Wî, herweha di çapemeniya Kurdî de, komek ji meqalên wêjeyî nivîsandine.
Berhemên wî ev in:
• Em û dijmin, Dîwana 1ê, li welatê Swêdê hatiye çapkirin.
• Rêka gel, Dîwana 2an, 1981.
• Derdê millet, Dîwana 3an, 1993.
• Ronahî, Dîwana 4an.
• Xebat
• Gotinên pêþiyan
• Helebçe (Dîwan)
• Berbang (Dîwan)
• Baxistan (Dîwan)
• Bîranînên min (Bîranîn)
Seydayê Keleþ piþtî nexweþiyeke dirêj di 18ê Hizêranê û 77 saliya xwe de, li mala xwe ya li Qamiþlokê çû ser dilovaniya Xwedê, û li Qamiþloyê, li Goristana Qidûr Beg, hate veþartin.
Keleþ, di nav helbestvanên Baþûrê Kurdistana Rojava de, yek ji helbestvanên naskirî bû. Di 19ê Kanûna pêþî ya sala 2002yan de, wî yekemîn Xelata Seydayê Cegerxwîn wergirt. Di sala 2001ê de, wî xelata Mihrecana nehemîn ya helbesta Kurdî li Sûriyê, stand.
Herweha, Seydayê Keleþ di nav siyaseta Kurdî de jî çalak bû. Vê dawiyê ew bûbû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrata Pêþverû ya Kurd li Sûriyê. |