BERHEVKIRIN Û LÊKOLÎNEKE BIÇÛK
DERBAREYÊ KURDISTANNASIYÊ - I

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 



Kurdistana mêjûyî şûnewarekî xwedî taybetmendiya xweser e. Nivîsevan û lêkolînerê amerîkî Harry G. Nickles, ku ji kok û binyad ve yûnanî ye, lê li Amerîkayê jiyaye, di lêkolîneke xwe de, ya ku li dawiya salên 1960î kiriye, vê rastiyê, welê destnîşan dike: 'Kurdistan xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cuda dike, di mêjûya şaristaniyê de bûyera bidesthanîna xwuraka pêşketî - bûyera çandina şitlan û kedîkirina lawiran e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi şêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînsahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû' (1).

Ji hêla zaniyarên amerîkî ve, di heyama salên 1960î de, li ser Kurdistanê lêkolînên înteresant hatine kirinê. Em ê bi taybetî li ser xebatên naskirî yên arkeolog Profêsor Robert James Braidwood, Bruce How, Profêsor Stuart Piggot û Linda Braidwood'î hinekî rawestin, ku xebatên van her du lêkolîneran, şayanê balkêşiyeke mazin û her wisan jî ciyê şanaziyeka pir mazin e ji bo me kurdan (2, 3).

Arkeolog û lêkolîner Robert James Braidwood û Bruce Howe, sala 1948ê lêkolînekê li Gundê mêjûyî li Çermoyê
li herêma Çemçemalê, ku li Kurdistana Başûr, li navbera Silêmanî û Kerkûkê ye, dikin. Di vê lêkolînê de, şop û bermayên şûnewareke plankirî ya avahiya bi destê mirovên mêjûyî avabûyî, derdikeve meydanê. Her wisan jî diyar dibe, ku li vî şûnewarê mêjûyî, ji vê berî bi 9 hezar salan, hem genim hatiye çandin û hem jî rawir (heywan) hatine kedî û xwedîkirinê.

Robert James Braidwood, sala 1948ê, ji hêla University of Chicago ve hatiye şandin, ku vê lêkolînê bike. Piştî vê xebatê bi 12 salan, sala 1960î, University of Chicago, encama vê xebata li Kurdistana Başûrî dike berhemek bi 200 rûpelan û diweşîne. Hingê ew berhema me li jor nimandî ya bi navê Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan derdihê meydanê.

Nuha ciyê wê ye ku em berhemek, ku li ser heman mijarî, li sala 1942ê, ji hêla arkeolog û mêjûnivîsê navdar yê awûstralyayî, yê hêja Gordon Child'î jî binimînin: Li Dîrokê Çi Rû Dabû? (What Happened in History?)

Li gor Gordon Child, mirovên ku cara yekemîn
şitil li erdê danîne û zad ajotine, jinên Kurdistan mêjûyî bûne. 'Jin li ber koza êgir, li bendî hatina peyayên, ku çûbûn nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan dikirin. Li gor vê teoriya zaniyarî ya Dîroka Pêşdeçûna Mirovahiyê, rojekê gava jinên li ber koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî, ku jê re bi kurdî dibêjin Cehdasûk (Tritticum Dicocciodes) ku jê çend kulm ji bo xwarina zivistanê ji xwe re komkiri bûn, di cîyekî bi nêm û têravî de va ne dîsan şîn tên, hingê jin ew cehdesûk dîsan li erdê diçinin. Bi vî awayî, ew xwarina ku şaristaniyê têdizêne, bi destê jinên vî welatî tê holê.'

Cehdasûk (Tritticum Dicocciodes) di bilindahiya ji behrê 600 ta 1300 meter de sîn têt. Ev şûnewarê, ku ev genimê bejî lê sîn têt, cografya Kurdistanê bi xwe ye. Çiyayê Reş/Qerec - Diyarbekir.

Her wisan jî arkeologek navdar yê din ê amerîkî yê bi navê profêsor Stuart Piggot, lêkolîn li ser Mêjûya Pêşketina Mirovayetiyê kiriye. Lêkolîna li ser şop û bermayên mêjûyî, dîsan lêkolînerê xwe biriye ser xaka Kurdistanê. Ji lewre di dawiya salên 1967ê de li nêzîkê Gola Wanê, ji hêla arkêologan goristanek mêjûyî hat derxistin li ronahiyê. Di vê goristanê de erebeyeke bi vê têgera (tyre) xwe ya destpêkî hat dîtin. Bi azîneya (mêtoda) Carbon14 (C14) hat piştrastkirin û diyarkirin, ku ev têger ji serdema 3500 sal berî zayinê maye. Têgera ku di dema erdkolana projeyeka lûleya petrolê de hatibû dîtin, ku ji hêla Stalîn ve li Qefqazê hatibû destpêkirin, bi çendî 1000 salan ji vê têgera ku li dewrûberên Gola Wanê hatiye dîtin, nûtir e. Ev a li nêzîkê Gola Wanê 1000 sal kevintir derket. (3)

Nexwe van gotin û pesnên Robert James Braidwood, Gordon Child, Harry G. Nickles û Jean M. Auel, tev jî piştrast û rûspî bûn û li ciyê xwe derketin. Ji lew re komeke lêkolînerên alman, sala 1997î, ji 6 reşeparçeyên (qit'ayên) çandbar ên dunyayê çengekî genim hanîn û li jêr azîneya zanistiya DNA'yê lê hûr bûn. Encama vê xebata xwe, li govara bi nav û deng ya SCIENCE'ê (1997) weşandin, ku 'reh û koka tevayiya genimên ku li cîhanê hatine çandinê, ji Çiyayê Qerec e' (4).

Di salên 1970 û 80yî de nivîsevaneka din a amerîkî ya bi navê Jean M. Auel (5) heye, ku çalakiyên wê yên çandî û wêjeyî jî şayanê bal û serincê ye. Ji lew re ev nivîsevana hêja ya ji bajarê Chicago'yê, li ser mijara xebata Robert James Braidwood'ê, xebatek wêjeyî ya fanteziyê ava kiriye. Nêzîkî deh hezar rûpelan roman afirandiye li ser jiyana mirovên kevin ên li rojgariya kevin ên dîrokê. Û bi taybetî jî li ser ew şikefta li Kurdistanê ya bi navê Şanîdar û li pênc berhemên xwe yên wêjeyî, vê mijarê li nav temamiya gelên cîhanê bi naskirin daye û belav kiriye. Romana wê ya yekemîn li ser Şikefta Şanîdarê ya li herêma Çemçemalê, li navebra Silêmanî û Kerkûkê, li Kurdistana Başûrî ye. Navê berhema wê: Gelê Şikefta Hirçî (The Clan of the Cave Bear) ye.


Me ji vê heyameke berê, li nav medya kurdî, bi berfirehî bahsa mijara kevintirîn şûnewarê çandina genêm û kedîkirina lawiran kiribû. Me divê nuha jî em piçekî çêl û bahsa berhemên vê nivîsevana bi nav û deng Jean M. Auel, ku nêzîkî deh hezar rûpelan li ser şikeftek û herêmek (Kurdistanê) nivîsiye, bikin. Ev çi şikeft e, ev kîjan herêm e, ku nivîsevan bi deh hezaran rûpelên pirtûkan li ser dinivîsin? (6)

Bersiv pir hêsan e: Di pêşketina şaristaniyê de ev cografya mêjûyî, van şikeftên li vê cografyayê rolek bingehîn leyistine:

Şanîdar (li Çemçemalê ye), Hezarmerd (li Çemçemalê ye), Hesûna (li Farqînê ye), Heskîf (li Êlihê ye), Hîlar (li Erxeniyê ye).
Balkêş e ku navê van her çar şikeftên mêjûyî yên li Kurdistana Başûr û Bakur bi tîpa 'h'yê dest pê dike: Hezarmerd-Hesûna-Heskîf-Hîlar. Ev şûnewar, kevintirîn şûnewarên (starên) bavûkalên me Homo-Sapîens (=mirovên bîrker) bûne.

 





Nivîs berdewam dike..
LI SER VIR BITIKÎNE:

 



Ev pirtûk: l
i arşîvxane û pirtûkxaneya millî ya amerîkî:
Library of Congress
û li arsîvxaneya SARAyê/Kurdish Book Bank - SARAyê
heye.


 


 

 

 

 

 

 

 

 



Mirovatî ji Zagrosan heta hemû Ewropa û Başûrê Asyayê belav bû.

 

 

 

 

 

 

 



ÇAVKANÎ/ BINERETIN/ SPARTEK:
_____________________________

1- '.. historically Kurdistan is in a class by itself. What makes the region unique is an ancient event in the history of food and of mankind – the domestication of plants and animals. According to all available archeological evidence, this great achievment first took place here. It gave man his first dependable and manageable food supply, and it provided the foundation upon which was built all civilization: villages, cities, nations, empires, writing, literature, law, science.'
Middle East Cooking, 1969, Foreword by Harry G. Nickles

2- LÊKOLÎNÊN PÊŞMÊJÛYÎ DERBAREYA KURDISTANA IRAQÊ, Robert James Braidwood, Bruce Howe, University of Chicago, 1960



3- THE BEGINING OF WHEELED TRANSPORT, by Stuart Piggot, Scientific American, Vol 219, No1, 1968, pp82.9
(Ev berhem: li arşîvxaneya SARAyê/Kurdish Book Bank - SARAyê heye.)


DIRÛB A: dirûbê (sekil/fîgur) ereba bi têgera (çerxa) destpêkî (îptîdaî, prîmîtîv).




DIRÛB B: Nexşeya ku şûnewarê kevintirîn têgerê (çerx) destnîşan dike:





DIRÛB C: Dirûbek din a ku li ser vê mijarê hatiye xêzkirinê:


Ev dirûbê (fîgur) ereba bi têgera (çerxa) destpêkî (îptîdaî, prîmîtîv)
Dr Selahattin Rastgeldi, Göteborgs Posten 25 juli 1971.


Dirûb Ç:
Têgera ku li nêzîkê Gola Wanê, ji hêla arkêologan goristanek mêjûyî hatiye derxistinê.






Dirûb D:  Nivîsa (têksta) lêkolînî ku Stuart Piggot nivîsiye. Di vê nivîsê de hêja Stuart Piggot gava şûnewarê kevintirîn têgera mêjûyî ku hatiye dîtin çêl û bahs kiriye, peyvên "zozanên Kurdistanê" nimandiye:






4- SCIENCE - GOVARA ZANIYARIYÊ. Sal 1997,  govara bi nav û deng SCIENCE (ISSN:0036-8075) li jimareyek (97-11-14) xwe, encama xebata grûbek zaniyarên almanî nivîsî. Ev grûba zaniyarên almanî, çengek genim ji her hêlên dunyayê hanîbûn û li ser lêkolînê kiribûn. Li gor zaniyariya nûjen a DNA'yê fêm kiribûn ku kok û rehê genimên li çarmedora dunyayê, ji Çiyayê Qerej ("Qerecdax"), ji herêma Amîda'yê (Diar-î Bakr - bajarê xwedî zebesên hût) ji Bakurê Kurdistanê hatiye.
 

Dirûb A




Dirûb B



5- JEAN M AUEL (1936, Chicago), ku nêzîkî 10.000 rûpel li ser Şikefta Şanîdarê li Kurdistana Başûrî nivîsiye.

Hemû berhemên wê yên li gor rêzê ev in:

1- Gelê Şikefta Hircî
2- Newala Hespan
3- Nêcîrvanên Mamûtan
4- Rêvacûna li Destan
5-
Şikefta Nehemîn



Dirûb A: Pirtûka Gelê Şikefta Hirçî (The Clan of the Cave Bear)





Dirûb B:  JEAN M AUEL (1936, Chicago)







6- ŞIKEFTA ŞANÎDARÊ. Li herêma Çemçemalê, li navbera bajarên Silêmanî û Kerkûkê, li Kurdistana Başûrî.

Dirûb A: Wêneya otantîk




Dirûb B: Wêneya fantezî (xeyalî)





Dirûb C: Bergên çend pirtûk û fîlmên li ser Şikefta Şanîdarê
ji van ya herî navdar ku artîsta navdar Daryl Hannah a Hollywood'ê xwedî rola sereke ye, çîroka gelê Şikefta Şanîdarê ya mêjûyî ye.








 



Fîlma ku Hollywood li ser jiyana gelê li Şikefta Şanîdarê yê mêjûyî çêkiriye: The Clan of the Cave Bear, artîsta bi nav û deng a Hollywood'ê Daryl Hannah di vê fîlmê de xwedî rola sereke ye.




Şûnewarê Şikefta Şanîdarê li ser Nexşeyê

 

 

 

WORKS ABOUT SHANIDAR - BERHEMÊN DERBARÊ SHANÎDAR

1- SHANIDAR - The First Flower People

2- The Skull Of Shanidar II. Written by T.D. Stewart, the book was published in 1962 by the Smithsonian Institution. Illustrated.

3 - See several other works in this topic click here!





TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT:


1. Çavkaniya Wêne û dirûban:

a- Xal 3, Dirûb 3, ji meqaleya li ser heman mijarî ya gorbuhist Dr Selahedîn Rastgeldî, ku li Stockholm'ê jiyaye û li wir koçê dilovaniyê kiriye, hatiye standin. Ev dirûb ji arşîva Rohat Alakomî gihaye vê meqalê.

b- Xal 6 dirûb A-C ji meqaleya li ser heman mijarî ya hêja Eyubê Millî, hatiye standin.

2. Ji vê bi heyamek berê, min çêl û bahsa van berheman di medya kurdî de li ser mişe rojname û govaran belav kir, ku ev mijar ji hêla gelek kurdên hizirrewşen, kedkarên çandî, xelk û nivîsevanên me bi tundî were naskirin û belavkirin.

Me î roj ji her demê bêhtir pêwîstî bi mêjûya zanistî, ramyariya zanistî, wêje û çanda zanistî heye.

Bi hêviya ku em li ser van karguzeriyan her berdewam bin.

Pir supasiya wan hevalên hêja dikim, ku bi wêneyên xwe yên li ser Înternet'ê vê meqaleyê dewlemendtir kirin.


 

 

 

 

JI BO DÎTINA BÊHTIR WÊNEYÊN ŞIKEFTA ŞANÎDARÊ
BITIKÎNE VIR

 

 

 

 

 

 

 

 



It was discovered in the Şanidar Cave on Bradost Mountain in Southern Kurdistan. The funeral is from the Middle Paleotik the date of 90.000 BC.
He is replaced with a special ceremony in the birth position. The picture is a realistic rekonstruction. In archeology, such drawings are used abundantly,
so called reconstruction.

Dünyanın cenazeyi çiçekle gömme en eski adeti, Güney Kürdistan'ın Bradost Dağı’ndaki Şanidar Mağarasında bulunmuştur. Cenaze Orta Paleotik’te MÖ. 90.000 tarihine denk gelmektedir.
Burada bu cenaze özel bir törenle anne karnında doğduğu pozisyonda yatırılmıştır  Fotoğraf gerçeğin birebir çizimdir. Arkeoloji’de bu tarz çizimler bolca kullanılmaktadır. Buna rekonstrüksiyon da denmektedir.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Amerikalı Arkeolog, Ralph Solecki, Shanidar mağarası ile ilgili şu yorumu yapmıştı.
“Neandertallerle bağlantılı çiçeklerin bulunmasıyla birdenbire insanlığın evrenselliğinin ve güzellik sevgisinin kendi türümüzün sınırlarını aştığını fark ettik."
Ralph Solecki, Shanidar: İlk Çiçek İnsanları, 1971

Shanidar: Neandertal Mezar Mağarası (45.000 yaşında)
Bradost Dağı,
Kürdistan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 




GORAN CANDAN

20.01.1999

 

FIRST FLOWER PEOPLE

 

 


HESÛNA

HESKÎF

HÎLAR

DARA

 

 

   Şikeftên Kurdistanê   Kurdistan's Caves

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum