uBBerhevkirin:
KURDISTAN - BINGEHA ÞARISTANIYÊ -I- Li Kurdistanê cara yekê erd hat ajotin û cara yekê jî rawir û sewal (heywan) hatin kedîkirin
Agehî û zanetiya derbareyê lêkolîn û lêgerînên li ser Kurdistana mêjûyî, îro xwe gihandiye gehînekeke nuh. Li ser vê riyê em îro derketine ser riyeke êdî mazin û berfireh: zaniyar û zaniyarî, bi ronahiyeke êdî mazin û berfireh nîþanî me didin, ku Kurdistan welatekî pir ê taybet e. Ew Kurdistana ku digotin "bi kêrî tiþtekî nayê", dayik e ji þaristaniyê re! Navê welatê me KURDISTAN, her wisan jî "Hîvika Bi Xêr û Bêr/Zêrîn" e. -"Kurdistan ew welat e, ku þaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Îsraîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye." Lê belê îro ji ber xerabiyên dagîrkeran, ji binî ve guheriye û hîç nayê naskirinê. Neha berhemên lêkolînên wisan zanîneke kûr û berfireh li ber me ne, ku ev berhemên bêhempa, her yek ji hev cuda, lêbelê hemû jî bi hev re, Kurdistana mêjûyî mîna þûnewarê þaristaniyê destnîþan dikin. Em îro baþ vê dizanin, ku welatê me kevintirîn þûnewarê bajarvaniyê û milletê me jî milletek xwedan dîrokeke pir a kevin e. Ji lew re nifþa mirovayetiyê li ser vî xakê pîroz, ji jiyana heywanetiyê derketiye, ketiye di nav jiyaneke mirovatiyê de. Dîroknas û antropologên jêhatî yên bijarte (binêre xal 1,2,4,5,8), bi xebatên xwe yên hêja, ji me re gelek spartek û belgename berdest kirine. Ev belgename dibêjin, ku Kurdistana dîrokî dayik û dergûþa þaristaniyê ye.
Arkeologan hebûna yekem nimûneyên naskirî yên hilberîna çandiniyê li dor 8500 sal berê þopandine.
KURDISTAN ew welat e ku þaristanî jê derketiye û çûye li rojihilatê li Hindistan û Çîn'ê û li rojavayê liÎsraîl, Yûnanistan, Misir û Roma'yê belav bûye, lê ji ber hêriþ, talan û xirabiyên tirkan wisa hatiye
Tixûbên Hîvika Têzayinê (Fertile Crescent) Bi Xêr û Bêr (The
fertile Crescent, den bördiga halvmånen, hîlal el-xesîb, bereketli
hilal)
Grûbeke zaniyarên almanî, li sala 1997ê, encama lêkolîn û xebata xwe ya li ser þopandina reh û koka genêm, di govara naskirî ya bi navê SCEINCE'î de weþand. Ji her þeþ reþaparçeyên cîhanê çengeke genim hanîbûn û bi têknîka zaniyariya herî dawîn, bi têknîka DNA'yê, lêkolîn li ser van komikên geniman kiribûn. Di encamê de derketibû meydanê, ku reh û koka hemû genimên cîhanê, ji Newala Çorê, ya li biniya Çiyayê Qerac (Amîda/ Diyar-bekr) e. Anku cara yekem li wê derê genim hatiye çandin. Cehdasûk - Genimê bejî: Triticum boeoticum (Siyez)
Nan = þîv
Nan yekem car wisa hat pahtin
Wargeha genêm: Hîvika bi xêr ê zêrîn
EVERYTHING STARTED HERE: THE GOLDEN FERTILE CRESCENT IN KURDISTAN Her tiþt li vir destpêkir: Hîvika Berdar a Zêrîn li Kurdistan'ê
Vekolîna DNA'yê þûnewarê niþtimanê gelên Hind-Ewrûpî aþkere kir Wêne: Ötzi Kurdistan ew welat e, ku þaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Îsraîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye.
KURDISTAN a Pêþ-tarîxî (Pre-historic) - HÎVIKA XÊRÛBÊR a ZÊRÎN(*), (The GOLDEN Fertile Crescent)... _______________ Wê gavê hemî zanîna þaristaniyê ji vir derketiye, ji devera Hîvika Xêrûbêr ku ji Israîl'ê ta Kendava Basra'y'ê li baþûr wekî hîvikek an kevanek dirêj dibe. Ciyê herî girîng ê vê 'kevanê' jî ew ciyê ku li ser piþta kevanê ye ku jê re dibêjin: Hîvika Xêrûbêr a Zêrîn. Someriyên ku þaristaniya destpêkê li deverên çolên Baþûr ya ku îro jî kevirek lê tunîne ava kirin, dibêjin ku "ew Kassîtên ji bakur hatibûn em hînî çandinî û avakirina civaka mirovî kirin". Ango, zanîna avahiya þaristaniyê eþkere ji Bakur hatiye wê derê..
Hîvika Xêrûbêr/Berdar (The Fertile Crescent)
Erdê çandbar lý Kurdýstanê hem pir e û hem jî fýreh berhemdar e. Mirov dikare li nav salekê çar (4) caran berhem hilberîne. Loma ji seranser3e Kurdistanê re dibêjin Hîvika Biber/Têzayî (bereket) yê zêrîn.
Li gor lêkolînên arkeolog û dîroknasan, yên ku cara yekê hunera çandinê hîn bûne, jinên Kurdistana mêjûyî ne. Þaristanî bi destê jinên vî welatî zaye (b:e xal 3), jinên vî welatî cara yekê erd ajotine. Her bi vî awayî encama vê lêkolînê nîþanî me dide, ku mazintirîn þoreþa mirovayetiyê, Þoreþa Çandinê (Agrar Revolution), li ser vî xakî bûye. Cara yekê li ser vî welatî erd hatiye ajotin û nan cara pêþîn li vî welatî, li ser ew "kevir û berdên ku ji ber agîr û duyê reþ û tenî bûne", hatiye pahtin. Cara pêþîn lawir (heywan) li ser vî xakî hatin kedîkirin (Þoreþa Kedîkirinê/ Domestication of Animals). Þîr li vî welatî cara yekem heyvan bû, bû mast û penîr (Þoreþa Heyvankirinê/ Pastoral Revolution) û yekemîn têger, dolab/çerx li mêjû - yek ji mazintirîn Þoreþa Têknîkî ya Zanistî ya pêþîn - li ser vî xakî hat pevxistin (Þoreþa Teknîkî ya Zanistî ya Peþîn / The Scientific Technical Revolution).
Yekemîn xurakê kontrolkirî, pez bûye. Mirov cara pêþîn pez ji xwe re kirine xurakê her dem berdest. Li Baþûrê Kurdistanê, li nêzîkê bajarê Hewlêrê niviþteke kevirî hatiye dîtin, ku ev wek yekemîn menuyê lokantayê/restorantê ya herî kevin têt zanîn. Temenê vê niviþtê tê diyarkirin, ku li dor 5000 salî ye. Di yekemîn rêza vê menuyê de, ev xurak hatiye nivîsîn: "birinc û pîvaz di nav xwîna berazî de kelandî"
Bi kurtî, cara pêþîn lawir li ser vî xakî hatine kedîkirin. Þîr li vî welatî cara yekem heyvan bûye û jê mast û penîr çêbûye. Yekemîn têger, çerx/dolab jî li mêjû, li ser vî xakî hatiye pevxistin. Weku têt zanîn, bi pevxistina têgerê, çerx û dolabê, þoreþa têknîkî, weke aþîtê dest bi pêþdeçûnê kiriye. Anku yekemîn Þoreþa Têknîkî ya Zanistî (The Scientific Technical Revolution) jî her li ser vî xakî qewimiye. Bi gotineke din; Kurdistan; bingeha avabûna çand û þariþtaniya Mezopotamiya'yê ye.
Genim - Xuraka pîroz a XweDAyî ye. Sumerî ji nan re digotin; NAN-DA
Li
jêr ronahiya van spartek û belgenameyên zaniyariyê,
em guh bidin çîroka zayina þaristaniyê li ser xakê
Kurdistana kevin.
Tixûbên Hîvika Biber/Têzayî (bereket) li gor egîptologan habibû vegotin- Li vê wêneyê Dr Klaus Schmidt ji Enstîtuya Arkeolojiya Almanî DAI
Li gor encama lêkolînên zaniyariya nûjen, dema ku bav û kalên me yên herî pêþîn, nifþa me mirovên Homo Sapiens, ji reþeparçeya Afrîkayê derketine û li herêmên nêzîk belav bûne, hingê Heyama Neolîtîkî - destpêka serdema berdî - bûye. Ta ku mirov xwe gihandibûn vê serdemê, weke lawir û sewalan di jiyananeke sext û dijwar de dijiyan. Xurak nîn bû. Weke refên kulî, li der û dorê, çi bi destê wan biketa dixwarin ne dihiþtin; pisîng, seg, miþk, kurm, þeytanok, giya û hwd. Dema tiþtê xwarinê li der û dora wan ne dima, hingê jî ciyê xwe diguhestin û ji wir diçûn þûnewareka din. Koçerên nêçîrvan bûn. Çek û pûsatên wan, dar yan jî rim û tîrên serî bi heste bûn. Lê zivistanên sar û dirêj nêçîr ne dibû. Hingê weke mûriyan çi tiþtên xwarinê bi ber wan keta, bihar, havîn û payizan ew didane hev. Hem nêçîrvan û hem jî berhevkar bûn. Jin li ber koza êgir li bendî hatina mêrên, ku çûbûn nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan dikirin.
Core Area: Herêma navokî, wate: ji vir belave bûye bo hemû dunyayê
Zanebûnên çandinê /(kultur) ji Rojhilat ber bi Rojava'yê ve diherike. Çand hêdî hêdî ji Kurdistanê (bakurê Mezopotamyayê) ber bi rojava ve diherike
Pirsnasiya, etîmologiya peyva "genim" Çend peyvên ji heman rehî honandî ev in : "Gen" wek li peyva "genetîk"
Peyva kurdî genim di ferhenga yûnnaniya Kapadokya'yê de jî heye:
..
KEDÎ- Û XWEDÎKIRINA LAWIRAN (heywanan) Nêçîrvanî û berhevkariya her xurakekî û paþê jî çandina genêm û þitlan, van jîndarên hov kiriye goran, dêman, niþtecih û "mirov".. Îklîma nerm û germ a deþt û zozanên Mezopotamiya Bakurî (Kurdistanê), bûye bihuþteke li ser ruyê erdê ji bo van mirovên her dem zikbirçî û hovane. Gava ew xwe hînî çandinê kirine, hingê zikê wan têr bûye û mejî jî dest bi cî-bicîkirina kar û barê xwe yê hizirî û fikrî kiriye. Gava zik her roj bi sîstematîkî û bi ewletî hatiye dagirtin, karguzeriya hizira mejî jî dest bi xebatê kiriye. Hingê çavê wan vebûye û li der û dora xwe mîna mirovan temaþe kirine, ne ku weke sewalên tim zikbirçî li pey xurakê bûne. Anku hinekî bihna xwe vedane û li rewþa der û dora xwe meyizandine û xwastine tiþtên li der û dorê, xwezayê, fêm bikin û vebêjin. Xwastine jiyanê fêm bikin. Ew hewa û bayê xweþ ên zozanên Kurdistanê jî, ji van mirovên seretayî û destpêkî re bûye weke Baxê Îrem - buhuþta li ser ruyê erdê.
Yekemîn xurakê kontrolkirî, mîh bûye. Pez bi hêsanî li hev kom kirine û ew li dehl û þikeftan kom û bend kirine. Li gor pêwîstiyê jî, ew ser jê kirine. Gava di warê xwedîkirina pezî de xwe gihandine hinde pêzanînan, hingê dest bi kedîkirina berazan, mirîþk û þamiyan jî kirine. Her bi vî awayî hêsp jî ji xwe re bend û kedî kirine.
Kes nizane, ku rengê van yekemîn cotkarên kurdan çawa bû, çermê wan çi reng bû û bi çi zimanî dipeyivîn. Ev mirov bi hezaran sal berî destpêka dîroka me hatibûn jibîrkirin. Em îro ewna, bi riya agahdariya bermayên pir kêm û kurt û bi riya materiyalên pûç û riziyayî, ku mirov li bin ew girên, ku jê re dibêjin til (B) û li Rojhilata Navîn hema li her der û berê têt dîtin, nas dikin. Lê belê hin hestiyên mirov û lawiran, perçena ji alav û navgînan û teneyên zadî, zaniyariyan didine me, ku ev mêr û jinên li rojgariya dîroka kevin, (C) rewþa mirovayetiyê ji bînî ve ser û bin kirine û mirovayetiyê ber bi, jigirêdayîmayina bi xurakên diyariyên ji xwezayê, ta desthilatdarî û kontrolkirina hebûna xurakê bi herdemî ve birine.
Akre - Baþûrê Kurdistanê
Ev bi hezaran sal e, ku mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin û bidestxistina xurakê wan ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û hema qet ne guheriye. Mirovên kevin di nav refên biçûk de dijiyan û li xwezayê çi tiþt bi destê wan keta wî dixwarin. Jin û zaro fêkî, dan û zad berhev dikirin, reh û kokên giyê ji erdê radikiþandin û lawirên nekedî yên wekî kûsî û þeytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin ji xwe re digirtin. Mêr û peya jî diçûn nêçîra ew ajel û sewalên ku dikaribûn bikuþtana. Carina xwarina wan pir bû, lê belêr birçîbûn her dem li ber deriyê wan digeriya. Gava refê van mirovên kuvî, xurakê, ku bi dest xistibûn dixwarin û gava tiþtekî xwarinê li dewr û berê wan ne dima, hingê ji wir bar dikirin û diçûn û koçê ciyekî din dikirin.
Pir hêdî hêdî, di navbera zemaneke dirêj wek bi deh hezar salan, mirov têknîka peydakirin û bi destxistina xurakê xwe baþtir kirin. Ji xwe re alav, navgîn û çekên baþtir peyda kirin. Di nêçîrê de jêhatîtir bûn û zanebûna wan a li ser giya û hêþinahiyê pirtir bûbû. Hema bi nêzîkî 9000 sal berî Îsa'yî, êdî hin refên mirovên kuvî, bêyî ku koçê vir û wir bikin, xwe hînî jiyaneka dêmanî kiribûn. Ev yek tenê li wan dewr û berên dunyayê diqewimîn, ku li wan deran ne serma û ne jî germayiyeke xedar hebû û yek ji van ciyên ku ji van mirovên kuvî re bûbû Baxê Îremê; Kurdistan bû. Li vî ciyî pez li nav mêrgên xwedî têrgiya û hêþinayiyên bilind - ew giya û hêþinayiya îroyîn, ku em jê re dibêjin genim ê bi simbil ku teneyê zadî dide- ji xwe re diçêriyan." (Ç)
Ev nivîsa Harry G. Nickles, li sala 1969ê hatiye nivîsîn û kad û behsa xebata grûbeke zaniyarên amerîkî, ya li bin serokatiya arkeologîst Robert J. Braidwood û Bruce Howe ji University of Chicago dike, ku ev grûba arkeologan, sala 1948ê çûne Kurdistana Baþûrî û gundekî Kerkûkê, ku jê re dibêjin Çermo. Li vî gundî bi kolana erdê bi 7 meter û nîv lêkolîneke arkeologîkî kirine. Di encama vê lêkolînê de têgehîþtine ku, berî zayina Îsa'yî bi nêzîkî 7 hezar salan, li vî gundî, mirov erd ajotine, lawir û sewalan xwedî kirine. Anku bêhtir ji 9 hezar salan berî zemanê me.
Mirovên berê erd ajotin û rawira kedî kirin Wêneya li ser zinarî ya Hîtîtî/Dema Luwî., Xwedayê Tofanê Tarhundaþ, bi simbilên gebêm û weþiyên tirî hatiye xêzkirin.
Vêca li vir em dixwazin li ser vê yekê vî tiþtî bibêjin: Ta nuha, ji ber hin sedemên neyînî û menfî, lêkolîner û zaniyarên me kurdan, nikaribûne li ser dîroka me lêbikolin û binivîsin. Lê belê ji vir û pê ve, me hêvîdariyeke mazin heye, ku zaniyar û rewþenbîrên milletê me, bikaribin xebat û lêkolînên layiqê dîroka milletê me yê wisan kevin û wisan mazin bikin û em tiþtên welê, ne ji devê xelkê bibihîsin. Xwezî bi wê rojê ku, me berî her kesî þarezayî û haydarî ji van tiþtan hebûya.
Bo wêneyeke din bibînî - bitikîne vir
Gîsnê kurda li rojgariya mêjûyî navdar bûye.
Berhemên þitlî nan, þerab û avceh (bîra) berhemên xwedana hetavê ne
Berhemên þitlî nan, þerab û avceh (bîra) berhemên xwedana hetavê ne
Kurd bi azîneyên hezaran salan berê erdê diajon
Tenûrê binerdî yê ji deh hezar salan kevintir Nan ji hezaran sbir ve ye ku hatiye pahtin Ev wêne ji herêmek e ku li nav erdnîgariya Kurdistana mêjûyî bû
Kurd ji 7 ta 70 salî berhemhêner in.
Simbile genêm
Paleyî - Çanda herî pêþî ya komaleyetiyê
Çanda HERÎ PÊÞÎ ya komelayetiyê PALEYÎ ye û vê çand û hunerê kurd dan destpêkirin:
Hey pale, pale, pale - das li malê betal e .
¨
ÇEND ÞIROVE/ JÊRENOT: A: KELEHA AMÎDA'YÊ (Diyar-î Bekr) ku 5,8 km dirêj e, 17m bilind e û 4m jî berfreh e- ku piþtî Keleha Çînê li dunyayê duwemîn e - li sala 349ê Piþtî Zayinê', ji hêla Qeyserê Romî (Îtalya) Justinianus hatiye restorekirin. B: TIL (gir), wek li keviya bajarê Amîda Girê Elo (Til Elo), ku sala 1928, dewleta Tirkiyê vê girê vekir û çi materiyal û spartekên (delîlên) dîrokî hebûn jê derêxist û bir ji holê rakir. C: JIN. Li gor vî zaniyarê hêja yê awûstraliyayî Gordon Child, mirovê ku cara yekemîn þitl li erdê daniye û zad ajotiye, jinên li Kurdistana dîrokî bûne. Ç: GOVARA ZANIYARIYÊ. Sal 1997, hema 30 sal piþtî ku ev nivîs hate nivîsîn, govara bi nav û deng SCIENCE (zaniyarî - ISSN:0036-8075) li jimareyek (971114) xwe, encama xebata grûbeke zaniyarên almanî nivîsî. Ev grûba zaniyarên almanî, çengekî genim ji her hêlên dunyayê hanîbûn û li ser lêkolîn kiribûn. Li gor zaniyariya nûjen a DNA'yê têgehîþtibûn ku kok û rehê genimên li çarmedora dunyayê, ji Çiyayê Qerej ("Qerecdax"), ji herêma Amîda'yê (Diar-î Bakr - bajarê xwedî zebeþên hût) ji Bakurê Kurdistanê hatiye.
ÇAVKANÎ - SPARTEK - BINERETIN - BELGENAME: 1 - Darvin, Charles/ The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê Kedîkirina Ajel û Sewalan - hesp. Kedîkirina Ajel û Sewalan / Domestication of Animals). 2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914. (çavkaniya derbareyê Avabûna Mal, Gund û Bajarên Yekemîn li cîhanê) 3 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Þoresa Çandinê - Agrar Revolution) 4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals) 5
- Braidwood, Robert J. Howe, Bruce/ Prehistoric
Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960,
(çavkaniya derbareyê Þoresa çandina Genimî
û Kedîkirina Ajel û Sewalan - Agrar Revolution and
Domestication of Animals) 7 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt. 8 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport System. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê pevxistina yekemîn dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê). 9
- The
origins and spread of agriculture and pastoralism in Euroasia 11
- Încîl; Afirandin (2,
8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka
Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.
Tenûr û tenûrvanek.. BZ 600
JINEKE NANPÊJ / TENÛRVAN LI BER TENÛRÊ
Þêweya nanpahtinê li serdemên kevnare
Nanê kurda li nîvê hetav heye: Kulîçeyê Serê Salê yê kurdên resen (eslî) êzdî
Serê tîr û riman ji maddeyên hiþk dihat çêkirin Rim çekekî kevnar e ku ji kevirê heste çaqmaq (obsisian) û ji sapekê tê çêkirin û timûtim ji metal an hin ji maddeyên din ên hiþk pêk tê.
Li Kurdistan'ê di vê serdema nû de jî bo berhemhanîna xurakê çandî, hîna azîneyên (metodên) kevin têne bi karhanîn.
Cehdasûk (emmer) bav û kalê genimê ye ku hîtîtiyan kir împaratoriya cîhanî û yek ji þaristaniyên herî pêþketî yên cîhanê.
Wêne: Vpoiskax Ýzchesnuvshikh Tsivilizatsii - Lêgerîna Li Pey Þaristaniyên Winda, A.S.Amalrik, A.L. Mongayt, 1966. "Ji sala 2000'î ve van agehiyên berhevkirî yên derbareyê Þoreþa Çandinê me li sê kovarên zanistî yên swêdî weþandin"
FERHENGOK: Ajel:
animal
(hayvan)
Cûre: kind, variation (çeþit, varyasyon)
Dêmanî:
settled (yerlesik)
Ewleyî: safety (emniyet)
Heyam:
epoch (çag)
Kedî: tame (ehil, evcil)
Mijar:
topic (mevzu, konu)
Navgîn:
instrument
(alet, araç)
Pêzanîn:
experience (tecrübe, deney, sinamak)
Qerej: barren (kiraç)
Reþeparçe: continent (kita)
Sexbêrî:
treatment (bakim)
Þaristanî: civilisation (medeniyet, uygarlik)
Zad:
sead (tahil)
---------------------- o ---------------------- - Heger we agahdarî yan jî belgenameyek otantîk (çi nivîskî û çi jî fîzîkî) a li ser vê mijarê hebin, heger hûn ji çakiya xwe me pê agahdar bikin û heger we keys û mecal jî hebe, ewna ji bo xatirê dewlemendtirkirina çanda kurdî bigehînin ber destê me, emê pir dilxweþ û bextiyar bibin: Navnîþana Me Ev e: Kurdish
Library House - SARA E-Maîl:
COPYRIGHT:
HEMÛ MAF (ÊN WÊNEYAN) PARASTÎ NE Ev wêne ji Govara SCIENCE'ê hatine kirînê.
Loma heger kesek bixwaze van wêneyan
01.03.2001
VETETS HEMLAND MJÖLK - Den magiska drycken i det kurdiska köket
HISTORISKA
KURDISTAN
Dûmahî:
|