
Ev 13 sal in ku Grûba Akedemîsyenên Swêdê,
salê carekê li taştiya serê sibehê kombûnekê
pêk dihêne. Li vê kombûna salane, her car
mijareke zaniyarî û civakî ya semînerî
amade dikin.
Van akademîsyenên swêdî, vê carê
jî roja 9ê îlonê 2007ê,
wek xwedî û birêvebirê Navenda Weşan û
Arşîvxaneya Kurdî – SARAyê Goran
Candan vexwandin vê kombûna xwe
ya îsalîn. Goran Candan ku 15 sal li dibistanên
Stockholmê wek mamosteyê zimanê kurdî kar
kiriye, ji vê koma akedemîsyenên swêdî
re, li ser girîngiya TÊKOŞÎNA ZIMAN û NASNAMEYÊ semînerekê
amade kir.
Goran Candan grîngtirîn mijara vê semînerê
bi du xalan hanî ser ziman:
1- Projeya Avakirina Pirtûkxaneyeke Kurdî li Diyarbekrê.
2- Li Swêdê vekirina Dibistana Serbixwe ya Kurdî
(Kurdiska friskolan).
Li dawiya semînerê Goran Candan helbesteka xwe ya
kurdî ya bi navê Dêrik ji akademîsyenan
re xwand.
Semîner 4 saet ajot.
Ev e kurteyek ji semînerê ye:
TÊKOŞÎNA
JI BO ZIMAN Û NASNAMEYÊ
Destpêk
Pistî
25 salan ez vegeriyam bajarê xwe yê ku ez lê hatime
dunyayê: Diyarbekir li biniya Çiyayê Qerec (Qerecdaxê) û
li biniya çavkaniya çemê Dîcleyê. Ji wî
bajarê Diyarbekra kevin, tiştek li ser piyan ne mabû.
Dema zaroktiya min, bajar pir pak û rind bû. Lê
î roj, bajarê Diyarbekrê tev hatibû xirapkirin.
Her çend ku çakkirina (restorasyona) wê keleh
û bedena nadîde ya Diyarbekrê dest pê kiribe
jî, her çend ku çakkirina hin şop û bermayên
din ên mêjûyî hatibe destpêkirin jî,
her çend ku wan xanî û avahiyên bê
ser û bin ên mazin hatibin lêkirin jî, bajarê
Diyarbekrê mixabin ku bi van çend tevdîran nayêt ser xwe. Li
ber çavê min wisan dixuye ku bajar, ber bi xirapbûnê
ve dihere. Diyarbekir êdî ne ew Diyarbekra şên
û geş e. Bîr û hizrên min ên herî
pêşî ku min bi vê dîtina piştî van
25 salan kir, mixabin ku ev bûn. Bi min pir dijwar hat ku ez
piştî bi rûberbûna van tevliheviyan bibêjim,
ku ev bajar ew şûnewar e ku şaristanî jê zaye.
Ew
bihuşta windabûyî ya dîsan derhatî
Kurdistan
ew welat e, ku xweştirîn nan û şerab, sîrîntirîn
av û fêkî û sebzeyên destanî
dide me. Tiştê ku guhertinên jeolojîkî li vî
welatî nikaribûye birûxîne, zilm û
bêsexîtiya desthilatdaran hemû rûxandiye. Ew
tiştên xirap ku ji ber şerkarî û şerrûtiya olperestiya
siyasî, ku li ser vî welatî çêbûne,
ew jî tenê çîrokeke bi serê xwe ye.
Lê
belê li hevberî vê jî, gava mirov li hênikiya
ber êvarê, li bin wan pelên daran ên
mêwan, ên li wê xana servekirî ya li ser girê Çil
Dergûşê dirûne, ku li biniya Diyarbekrê ye û li herêma
Bakura Mezopotamiyayê ye û gava
bayeke hênik li ruyê mirovî dide, hingê
mirov pirr xweş, xwe li nav vê dergûşa şaristaniyan, li nav vê
bihuşta sererdî hîsdike.
Lê
belê gava ku mirov ji ew badeya ku bi pêzanîn
û toreya bi hezaran salan ji kûrahiya erda bi xêrûbêr
a Mezopotamiya kevnare ve hatiye çêkirin, dadiqurtîne,
mirov di kûrahiya dil û mêjiyê xwe de
dibêje ’aha tahma jiyanê ku dibêjin ev e!’
Lêbelê
gava mirov pariyekê ji wan xurak û mezeyên li nav sênîkên
bêjimar di devê xwe de dadihêne û pê re ji ber wê
tahma xweşiya van xurakan demaxê mirov dihele, hingê hişyarbûneke mazin
a jiyanê hemû laşê mirovî dipêçe.
Gava helbestvan jî, bi wî dengê xwe yê
tarî helbesteke rojhilatî li ser vê sifreyê
dixwîne, hingê mirov bi rastî jî xwe wek li nav bihuştekê be hîs dike. Ji xwe mirov li nav bihuşta
xwe ye hingê.
Kurdistan
ew welat e, ku li ser wê erda bi xêr û ber a her du çemên,
Ferat û Dîcleyê ya li wê cografya guzîde
ye. Piraniya erda Hîvika bi xêr û bêr (Fertile
Crescent) dikeve nav cografya Kurdistanê. Ew welatê
xweşik û ciwan Kurdistan bi xwe ye, ku pirî caran ew
bi navê Dergûşa Şaristaniyê dihêt nimandin û lêvkirin. Her wisan jî dergûşa gelek dînan
bi xwe ye. Hem spartekên mêjûyî yên
cihêreng û hem jî encama lêkolînên
arkologîkî yên kevin û nuh vî welatê
wek şûnewarê Baxê Îrem (Garden of Eden) destnîşan
dikin. Em bi alîkariya van spartekên zanistî yên
li ser vî welatî, î roj bêhtir bawerî
bi wêjeya sumeran û çîrokên Încîlê
dihênin.
Zimanê kurdî
Mirov dikare wan zimanên ku li Rohilata Navîn
dihêne peyivtin, bike sê beş û hevgirêdana
van her sê beşan jî, bi çi awayekî bi hev
re nîn e.
* Zimanên îndo-ewrûpî. Li
nav vê beşê, zimanê ermenî û çend
zimanên aryanî (îranî) hene. Wek kurdî,
farisî (’îranî’) û belûcî.
Pêwendiya malbatî ya van zimanan bi zimanê îndo
ewrûpî ve heye.
* Zimanên semîtîkî. Wek
ibranî û erebî. Zimanê aramî jî
dikeve nav beşê zimanên semîtî. Zimanê
semîtî li serdema antîkê zimaneke pirr
mazin bû û ji hêla pirr xelkan ve dihat peyivtin.
* Zimanê tirkî. Zimanê tirkî
bi penaberên dagîrker ên vê dawiyê
ji Asya Naverast hatiye herêma Rohilata Navîn.
Li serdema sala 1000’î, van dagîrkerên asyayî
bûbûn desthilatdar li ser Ecemistanê (Persia).
Paşê van tirkan, li naverasta Asya biçûk
li Anatolyayê împaratoriyekê ava kirin, ku li vê herêmê
berî vê bi grekî dihat peyivtin û Anatolya (Rojhilata Yûnanistanê) welatê grekiyan
bû. Tirkî, îroj zimanê nêzîkê
nîvê şêniyê Tirkiyê ye. Beşekî ji azerbeycaniyên
li bakurê roavayê Ecemistanê (Îran) û
li Başûrê Federasyona Rûsyayê ne, bi zimanê
tirkî dipeyivin lê ew bi xwe ne tirk in. Zimanê
tirkî ya îroyîn, li ser zimanê farisî, erebî û
kurdî ava bûye. Em vê ji gelek peyvikên
ji van zimanan ên li nav zimanê tirkî baş dibînin
û têdigehin.
Peyvika Îndoewrûpî li sedsala çûyî
gava mirov dît ku di navbera zimanên kevin ên hindistanî,
grekî û latînî de hevgirêdanek heye,
hat avakirin. Her bi vî awayî mirov dikare hevgirêdanekê
li navbera zimanê kurdî û zimanên li Ewrûpa
dihêne peyivtin bîbîne.
Mirov pir bi hêsanî dikare li zimanê kurdî
û li nav zimanên ewrûpî reh û kokên
wekhev bibîne. Ev wekhevî herî pêşî
li peyvikên hejimarê, li peyvikên pêwendî
û hevgirêdanên malbatî, andamên laşî
û li navên heywanan, hene.
Nimûne:
Kurdî, swêdî, înglîzî,almanî,frensî
Tu, to du Thou, du, tu
Dû, två two, zwei, deux
Neh, no nio nine, neun, neuf
Birû, ögonbryn eyebrow,brof
Didan, tand tooth,zahn,dent
Pê, fot foot, fuss, pâ
Lêv, läpp lip,lippe, lippe/lèvre
Bira, bror brother, Bruder, frère
Dot, dotter daughter, Tochter
Girtin, gripa, ta greifen
Ne/na, nej, inte no, not,nein, ne,non
Nû, Niwê, Newe ny new, now, neue
Ku/ke att, to, som que
Hevgirêdana li navbera zimanê kurdî û zimanên
ewrûpî, herî berpêş, li nav nexşa avahiya
zimanî heye. Rêzika peyvikan û tewandina peyvikan
li zimanê kurdî û swêdî, almanî
û frensî hinek ji hev cuda ne.
Zext
û zora ku Tirkiye li ser zimanê kurdî dike
Kurd xwedî zimanekî ne û zimanê wan ê kurdî
di nav malbata zimanên îndo-ewrûpî de cih
digire. Lê mixabin divêt ku kurd vê rastiyê
her car û zeman destnîşan û bi lêv bikin.
Kurd li gengeşî û propagendeyên dijwar rast hatine.
Ji ber vê yekê pirr ji mirovan wisan dizanin, ku
ne zimanê axiftin û ne jî yê nivîskî
yê kurdan heye.
Kurdî zimaneke pir ê dewlemend e, ku di zimanê
kurdî de mirov merem û mebestan pir ê caran bi
riya wêneyî jî dikare bi lêv bike. Hîş
û perwazên giyanî bi şêweyeke helwêstî
dihêne ser zimên. Berî her tiştî zimanê
kurdî bi sexbêriya zimanê xwe yê axiftinê
dewlemendtir bûye. Gencîneyeke gelekî dewlemend a çîrok, stran,
biwêj û gotinên pêşiyan di kurdî de
cihê xwe girtine. Her wisan zimanê kurdî zimaneke
wêjeyî ye jî. Pistî ku Ehmedê Xanê
li sedsala-1600î berhema xwe ya helbestî ya bi
navê Mem û Zîn (destana millî ya kurdan)
nivîsî, li nav civata kurdî gulîstaneke berfireh
a wêjeyî dest pê kir. Î roj ji ber zext
û zordariya Tirkiyê ya li ser ziman û wêjeya
kurdî, piraniya kurdan ji vê kelepûra xwe ya milletî
bêpar mane. Her çend ku Tirkiye li gor xwesteka xwe
ya beşdarbûna nav civata Yekîtiya Ewrûpayê xwe dilivîne jî, dîsan
rê nade ziman û çanda kurdî, ku bi serbestî
û gerdenazadî were ber bi pêş ve.
Dewleta Tirkiyê ji sala 1920î vir ve ye ku temamê
welatiyên xwe dike tirk. Her çend ku spartekên
mêjû û zaniyariyê nîşan dide ku zimanê
kurdî û çanda kurdî her ji berê ve
hebûye û î roj jî hebûna xwe parastiye,
lê dîsan jî dewleta tirk ta van çend salên
nêzîkî jî axiftin û nivîsîna
zimanê kurdî qedexe û krîmînalîze
kiribû. Gava Tirkiye ji ortografiya erebî çû
ser sazûmaniya alfabeya latînî, hingê jî,
riya xwegihandina ser çanda mêjûyî ya kurdî,
ji bo gireseyên berfireh ên gelêrî re kir
asteng û winda kir.
Şiyarbûn
û ronesansa wêjeyî ya kurdî
Li hevber sazûmaniya tirkî kurd pirr ê caran serî
hildane – ji destpêka sedsala 1800î ta
roja î roj 29 caran. Şerê kurdan a îroyîn,
herî pêşî ji bo mafê serbestî, wekhevî
û demokratiya millî ye. Di vê têkoşînê
de kurd dengê mafên xwe yên ji bo pêşvebirin
û parastina ziman û çanda xwe bilindtir kirine.
Gava nivîsevanê kurd Mihemed Emîn Bozaslan
- ku ji mêj ve ye êdî li Swêdê dijî
– sala 1968î pirtûka Alfabeya kurdî
li Stanbolê derxist, ev kiryar ji hêla dadgirê
tirk ve wek kiryareke sûcdariyê hat nirxandin û
beyankirin. Mihemd Emîn Bozaslan dibêje ku ’di
vê beyanata dadgirê tirk de du xalên ku weke sûc
hatibûn beyankirinê, balkês bûn: 1-
Zimanê kurdî pêşvebirin. 2- Ji bo xelkê
kurd propagande û bangêşîkirin.’
Mirov dikare rewşa kurdan hinekî bişibîne rewşa cihûyên
di navbera her du şerên cîhanî de.
Hin paralelên ji bo parastin û pêşxistina zimanê
xwe yên di navbera van her du milletan de hene, ku pirr balkêş
in. Mirov dikare van her du dehsalên buhurî, wek salên
hişyarbûn û ronesansa zimanî û wêjeyî
ya kurdî binirxîne. Nîvê duduyê yên
salên 1980yî, Swêd derbareyê wêjeya kurdî
de li dunyayê pêşeng bû. Ev ji ber vê yekê
bû, ku piraniya nivîsevan û rewşenbîrên
kurd, ji ber zext û zora neyarane ya derba leşkerî
ya tirk hatibûn li Swêdê, li vî welatê serbest
û azad bi cih bûbûn. Li dûriyê kurd
ji bo ziman û wêjeya xwe xebatên hêja dest
pê kirin. Piştî zext û zora 80 salan li Tirkiyê,
ronakbîr û çalakvanên çandî
yên kurd, dest bi xebateke tund û berfireh kirin.
Ji rojên avabûna komara Tirkiyê li sala 1923
ta sala 1980yî, li Tirkiyê li dor 9 pirtûkên
kurdî hatibûn weşandin. Dewleta yekperest (uniter)
û nijadperest li qanûna bingehînê jî,
bendên qedexekirina zimanê kurdî bi cîh
kiribû. Axiftina zimanê kurdî li gor qanûna
bingehîn hatibû qedexekirin û cezayên diravî
li ser wan kurdên ku li şûnewarên giştî
bi kurdî diaxivîn, dihat wergirtinê.
Lê belê kurd li ku derê dunyayê dibe bila
bibe, î roj berxwedanê ji bo doza ziman û çanda
xwe dikin. Ji ber xwe amadekirina ji bo beşdarbûna nav YE,
Tirkiye hin ji van qedexeyan sist kiriye. Ev ji bo kurdan dibe derfeteke
berçavî, ku ji bo serbestiya zimanê xwe yê
zikmakî ya ku ta roja hevdem a î roj jî, ew navê
’zimanê qedexekirî’ li ser bûye, bixebitin.
Piştî ketina Seddam sala 1991î, kurdên
başûr xwe gihandin derfeta serbestiyê û ziman
û wêjeya kurdî li wir her rojên ku dihere
ber bi pêş ve dihere.
Sala 1880 Elîezer Ben-Yehûda, (1858–1922)
di nameyekê de weha nivîsî bû: ’Heger
em bi rastî jî hêviya rizgariyê dikin, heger
me bi rastî jî hêviya milletbûnê ji
dest nedabe, hingê divê hişê me gerek e were ser
wê riyê ku gava me xwe gihand vê hişyarbûn
û ronesansê, hingê em dîsan bûn millet.’
Ji ber ku Elîezer Ben-Yehûda dest pê kiribû
yekemîn ferheng û pirtûkên dersê yên
zimanê îbranî amade kiribû û weşandibû.
Hingê amanc ew bû ku zimaneke yekgirtî a ibranî
yekemîn alternatîva cihûyan a ji bo nasnameyeke
serbixwe û sekular a cihûtiye were bi destvehanîn.
Berî Elîezer Ben-Yehûda, zimanê îbranî,
zimaneke mirî, wek zimanê latînî ya li dêra
katolîkî a lîturgîkî (beytên
olî) bû. Elîezer Ben-Yehûda zimanê
îbranî kir zimaneke kêrhatî ji bo civateke
hevdem û modern.
Xebata
ji bo serbestiya ziman û wêjeya kurdî ya hem li
hundur û hem jî li derveyî welat, î roj
xwe gihandiye radeyeke pirr a watedar.
SARA
di vê têkoŞînê de ciyê xwe digire
Navenda
Weşan û Arşîvxaneya Kurdî - SARA ji serî
de hem wek weşanxane û hem jî wek avahiya ji bo belavkirina
wêjeya kurdî ya bi riyeke pîspor û profêsyonelî
tevdigere. Sara sala 1987ê hat damezirandin. Bi vê
yekê ve Sara bû yekemîn pirtûkfiroşê
kurdî li Ewrûpayê. Qada Sarayê pêşemîn
wêjeya kurdî ye û destê duwemîn jî
wêjeya bi zimanên din ku mijar li ser kurd û
Kurdistanê ye. Î sal 20 salên Sara’yê
hat dagirtin. Şûnewarê Sarayê li navenda
bajarê Stockholmê ye. Sara di kar û çalakiya
xwe de xwedî tora hevgirêdaneke berfireh û mazin
e. Sara di gel berhemên xwe, berhemên weşanxaneyên
din ên kurdî jî li cîhanê belav dike. Î roj li arşîvxaneya
Sara’yê ji ser 50 hezarî pirtûk, govar,
rojname, kasêt, CD, VHS û yekîneyên din
ên wêjeyî komê ser hev bûne. Sara
hem li derve û hem jî li hundirê Kurdistanê
xwedî mazintirîn kolleksîyona wêjeya kurdî
ye.
Armanca
yekemîn a Sara’yê, belavkirina wêje, çand
û zimanê kurdî ye. Di vê çalakiya
mazin de, Saraya biçûk hin gavên
grîng avêtine:
Sara
di domana van 20 salên çalakiya xwe de, li 8 navendên
grîng ên wêjeyî û çandî
ya cîhanî, bi deh hezaran pirtûk û berhemên
kurdî bi arşîvkirin daye. Navên van ciyan:
The
Library of Congress Washington DC,
Widener Library of Harvard University,
Columbia University Library,
Biblioetka Alexandrina in Egypt,
The University of California Berkeley,
Kipriaki Biblioteki Nicossia
Kent Libraries in London
The Kurdish Library and Museum in Brooklyn New York
Her
çend li ber wan rewş û pergala astengî û
bêyî derfetbûna aborî û siyasî,
Sara bêrawestan vî karê xwe ta roja î roj
kiriye û hîna jî berdewam dike. Ev bûn tam
20 sal ku Sara wêjeya kurdî li cîhanê belav
dike.
Î
roj pêwîstiya avakirina yek ji grîntirîn
û em bi hêvî ne ku mazintirîn avahiya kurdî
ya çandî li ber çavan e. Ji ber vê hindê
Sara wê karê xwe ji vir û şûn ve li ser
avakirina Navenda Arşîvxane & Lêkolînê
di gel avahiyên YEyê tund û berfireh bike.
Damezirandina yekemîn pirtûkxaneya kurdî ya li
Bakur, armanca herî sereke ye. Li Navenda Sarayê
î roj tibabeke mazin a materiyalên arşîva kurdî
komê ser hev bûne. Gelek lêkolîner, nivîsevan
û xwendekarên kurd, ji vê arşîvê sûd
werdigirin. Avahî û kesayetiyên kurdan, swêdî
û ta YE pistgiriya geştirkirin û parastina vê xebata
Sarayê dikin. Ji ber van piştgiriyan Sara î roj
ew çend ber bi pêş ve çûye.
Bernameya
li ber Sarayê avakirina pirtûkxaneya kurdî
li Diyarbekrê ye. Di vî warî de Sara hin gavên beşdar
bi dezgehên YE re avêtine. Yek ji van avahiyan bi navê
Institute For International Assistance & Solidarity
– IFIAS dihêt naskirinê.
Dibistana kurdî ya serbest li Stockholmê (Kurdisk
friskola)
Î roj li Swêdê li dor 50 hezar kurd dijîn.
Bêhtirê nîvê van kurdan li dorhêlên
Stockholmê dijîn. Li vê herêmê hejimareke
mazin a şagirdên kurd ên li dibistana destpêkî,
navînî û lîseyî hene, pêwîstiya
wan bi perwerdeya zimanê zikmakî heye. Li Swêdê
pêşeroja perwerdeya zimanê zikmakî ji ber kêmkirina
budceta dewletê, ne zelal e. Ji ber vê yekê pêwîstiya
avakirina dibistaneke kurdî ya serbest li Stockholmê,
giraniya xwe li ser me bêhtir kiriye.
Pêzanîn
û tecrubeyên min ên 15 salan, wek mamosteyê
zimanê kurdî li dibistana destpêkî, navînî
û lîseyî, min vê daxwaziyê hem
ji devê şagirdên kurd û hem jî ji devê
dêbabên şagirdên kurdan bihîstiye. Li gor
daxwaziya wan, li tenişta programa bingehîn a perwerdeyiya
swêdî, programa ji bo perwerdeya teybetî ya li
ser ziman, wêje, mêjû û çanda kurdî
gerek e.
Ev çalakî, xebateke grîng e ku dikare pêşî
li ber encamên lawazbûna ziman û çanda
kurdî bigire. Kurd bûne xwedî derfet ku ji xwe
re li vê civata vekirî û demokratîkî
ya Swêdê pirtûkxaneyeke kurdî vekin. Ji ber
heman sedeman kurd dikarin li Stockholmê yekemîn dibistana
serbest a kurdî jî ava bikin.
Kurdistana
mêjûyî – bihuşta li sererdî –
dergûşa şaristaniyê – welatê pêşemînan
Mirov
li ser nêçîra naskirina reh û koka xwe ne.
Spartek û destkeftên belgenameyî yên cihêreng
ên destketî, ji bo bersivdana pirsa şûnewarê
dergûşa şaristaniyê hev temam dikin. Spartek û
belgename nîşanî me didin ku kevintirîn civaka
mirovan li ku derê ava bûye. Di vê heyamê
de her ku diçe wateya Kurdistana mêjûyî
ya li Mezopotamiya bakurî jî bêhtir û bilindtir dibe.
Wek
nimûne, grûbeke lêkolînerên almanî
ji seş reşeparçeyên çandbar ên cîhanî
şeş kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê
kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û
rehê temamê genimê dunyayê li Çiyayê
Qerec li Diyarbekrê ye.
Ne
tenê şoreşa çandinê (Agrar Revolution), her wisan
jî şoreşa heyvankirinê jî ya Civaka mezr û
gundîtiyê (Pastoral Revolution) jî li ser vî
erdê kevnare rû daye. Bi zanebûna riya tirşkirina
xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina
mast û penîrî, duruskirina şerab û bîrayê,
cara yekê li vir hatiye derxistin û pêşvexistinê.
Li
rojên lêkolînên arkeologîkî
yên li Çermoyê (Jarmo) ku sala 1948î
li Kurdistana başûr hatiye kirin, arkeologê amerîkî
yên naskirî James Robert Braidwood, cerekî kevin
ji bin erdê derxist. Naverok û teyesteya zuwabûyî ya li
binê vî cerî hat analîzkirin û derket
meydanê, ku naveroka li biniya vî cerî şeraba 5
hezar sal kevin bû. Wisan diyar e ku destkeftên belgenameyî
tev li cografya Kurdistana mêjûyî xwe didine hev.
Berê digotin şaraba herî kevin a naskrirî li dorhêla
çiyayê Tarsûsê li başûrê Anatolyayê
ye û temenê hunera wê jî li dor 3 hezar
salî ye. Bi vê belgenameyê derket meydanê
ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li
ser vî xakî bûye.
Li
van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî
yên ku Dr Klaus Schmidt ê ji Înstîtuya
Arkeologiyê ya Almanî DAI, li Xirabreşkê (Girê Miradan/Navokê
- Gobekli Tepe) li biniya Ruhayê kiriye, bi serê
xwe şoresek e, ku zaniyariyên ta nuha yên derbareyê mêjûya naskirî serûbin dike. Piştî vê lêkolînê hat
zanînê ku kevintirîn şûnewarê avabûna
mal, gund û civaka niştecihbûyî, li dorhêlên Xirabreşkê (Girê Navokê), li
ser cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya
bakurî ye. Ta nuha mirov dizanî ku kevîntirîn
civak li Ûrşelîmê (Jerîko) bûye. Bi
vê zaniyariya nuh a herî dawî jî, hat dîtin
ku Kurdistana mêjûyî dergûşa temamê
şaristaniyetan e.
Hemû
van spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê,
tev destnîşana yek ş ûnewarî dikin: Cografya
Kurdistana mêjûyî ya li Hîvika bi xêr
û bêr (Fertile Crescent). Nuha jî em ji pênûsa
nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry
G. Nickles li ser vê yekê bixwînîn:
"Ji
bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê
axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî
gir (til) ku çarmedor bi heşhînayî û xwedî
îklîmê xweş, li nav herêmên Iraq,
Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên
grîng ên nûjen û ne jî bermayên
dîrokî (A) yên wisan berçavî hene.
Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e
ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê
ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî
taybetiyeteke bi serê xwe ye. Tiştê ku vê herêmê
ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê
de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan
û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû
materiyal û spartekên arkeolojîkî yên
li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser
ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin.
Cara yekemîn, bi vê pêsketina li Kurdistanê,
mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê
kirin û her bi vî awayî bi şêweyeke herdemî
bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî
bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha
hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna
gund, bajar, netewe, şahînsahî, hunera nivîsînê,
wêje, qanûn û zaniyariyê vebû."
Li dawiya semînerê bi xwandina helbesta
Goran ya bi navê Dêrik a li ser her du
Dêrikan, semîner bi dawî hat:
9-9-2007
DÊRIK
(*)
dêrik! dêrika çiyayê mazî!
dêrik! dêrika hemko li wî aliyê din
li bin xetê!
her çend xet li navbera we hebe
navê we yek e
axa we jî
dêrik, dêra biçûk
hûn her du dêrên biçûk
li ser we ava bûn birc û kelat
bi reh û kok û binyad
kela bircê
kela rebetê
ne tenê xêra dêrê
ji we dihatin
lehiya xêr û bêrê
li nêzîkê we
kes birçî ne diman
li ser mehseran
li bin mehseran
ne jî tîhnî
li serê kulêban
li destpêkê
li þikeftên xanûkê,
ma kî bi vê dizane,
ku li wir xwedî bû mirovayetî?
þop û bermayên ku hene
çi car bi hêsanî
na bêjine me
ku ew der yek ji
wargehê mirovan e
ew mirovên berê
bûn oldar û ayinperest
ava bû dêra metînan
dêra biçûk,
li vî aliyê xetê
ew dêra biçûk
yek ji kevintirîn
perestgeha fillayetiyê
li nav dêrikê
li wî aliyê xetê
li dêrika hemko
li malikiyê
* Dêrik: Dêra biçûk
Têbînî/Serinc/Jêrenot: Agehiyên
li ser zimanî, ji gotara bi navê Per Linde/ 'Det
kurdiska spraket' hatiye sûdwergirtin.
Zarathustra News |